'Bidawîkirina tecrîdê ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê girîng e' 2021-07-12 14:49:11     ÎDIR - Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari di civîna li Îdirê hat lidar xisitin de axivî. Tulay bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, "Bidawîkirina tecrîdê ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê girîng e."   Rêxistina  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê, bi tevlibûna partîzanan pêvajoya siyasî û xebatên ku vê demê didin meşandin nirxand. Di civînê de Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tulay Hatîmogullari, parçlamenterên herêmê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Murat Sarisaç û endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê cih girtin.    Banga tirfaqa demokratîk hat kirin   Di destpêka civînê de Tulay Hatîmogullari axivî, got ku îqtîdara AKP -MHP'ê  xwe ji kaosê xwedî dikin û ev kaos jî tenê dikare bi êrîşên li ser kurdan bê kirin. Tulayê qetilkirina Denîz Poyraz û berteka li dijî qetilkirina wê a hevpar bi bîr xist û got, "Bi vê xwedîderketinê re me nehişst ku welat bêhtir ber bi tarîtiyê ve biçe. Divê em vê xwedîderketinê berdewam bikin. Em ji vir dibêjin ku karê me neqediya ye û di serdemeke din de wê karê me zêdetir be. Daxwaza girtina HDP'ê têkiliya wê bi pergala ku îqtîdar dixwaze ava bike re heye û li dijî binçavkirin û girtinan pêdivî bi tifaqeke demokratîk heye."   Tecrîda li Îmraliyê   Tulayê bal kişand ser polîtîkayên tecrîda li Îmraliyê jî û got, "Bi nenaskirina Mutabakata li Domabahçeyê û girtina deriyên Îmraliyê re welat ber bi kaosê ve hatiye birin. Bidawîkirina tecrîdê wê gelek pirsgirêkên li Kurdistanê bi dawî bibin û dê li Rojava û Herêma Federal a Kurdistanê jî pirsgirêk neyên jiyîn. Bidawîkirina tecrîdê ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê jî girîng e."   Bernameya heyeta HDP'ê ya li bajêr dê bi serdana esnafan û civîna gel berdewam bike.