‘Li dijî polîtîkayên şer ên taybet em xwe bi rêxistin dikin’ 2021-07-09 09:01:30     Sema Çaglak   AMED - Endama Rêveberiya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Gulîstan Yilmaz, diyar kir ku hêrî zêde li hemberî jinên ciwan ên kurd polîtîkayên şer ên taybet tê meşandin û got: "Lê ciwan dê li dijî her cureyên polîtîkayên qirêj dê rêxistinbûnê esas bigirin û bi ciwanan re têkoşîneke hevpar bidin meşandin."   Li Tirkiyeyê geşedanên siyasî roj bi roj diguherîn. Operasyonên leşkerî ya dersînor ên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û operasyonên leşkerî yên li herêmê, qeyrana aborî, bêkarî, xizanî û êrişên li hemberî muxalîfan mijarên sereke yên Tirkiyeyê ne. Bi taybetî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji êrişan para xwe digire. Aliyek binçavkirin, girtin, lêdan û ji aliyê din jî qetilkirin. Bi taybetî jî hemû geşadan bandorê li ciwanên kurd dike. Derbarê mijarê de Endama Rêveberiya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Gulîstan Yilmaz ji ajansa me re axivî.   ‘Li hemû girtîgehan îşkence heye'   Gulîstan di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîda ku li Îmraliyê tê kirin bi hêza navneteweyî pêk tê. Li dijî perspektîfên çareseriyê polîtîkayê neçareserkirin û polîtîkayên şer tê meşandin. Di vê hêlê de rol û mîsyona dewleta tirk jî gelek mezin e. Tirkiyê di vir de rolê gardiyantiyê dike. Tevî van yekan li dijî tecrîdê çalakiya grevên birçîbûnê jî gelek girîng e. Girtî roj namîne ku bi zext û îşkenceyê re rûbirû nayên. Li hemû girtîgehan pergala îşkenceyê heye. Her wiha tecrîda li hemberî Îmraliyê niha li hemû girtîgehan li hemberî girtiyan pêk tê. Di vê warê de divê em bibin dengê girtiyan û ji bo pêkanîna daxwaza girtiyan têkoşînek hevpar bidin meşandin.”   ‘Wahşeta Îzmîrê li dijî fikriyeta HDP’ê bû’   Gulîstan destnîşan kir ku gelek bûyerên di rojevê de girêdayî polîtîkayê tecrîdeye û wiha pêdê çû: “Wahşeta ku li Îzmîrê li hemberî avahiya HDP’ê pêk hatibû jî encama neçareserkirinê polîtîkayên tecrîdê ye. Di heman demê de ew qetlîam li dijî fikriyet û feraseta HDP’ê bû. Êrîşek li dijî gel û jinan re bû. Di wir de hevala me Denîz Poyraz hat qetîlkirin. Em dizanin ku ew gule ne tenê Denîz Poyraz hedef girtiye têkoşîna jinan hedef girtiye. Em ê xwedî li têkoşîna Denîzê derkevin. Desthîlatdar çavkariya polîtîkayên xwe yên şer ji tecrîdê digire. Tecrît her çiqas ku li Îmraliyê kûr dibe polîtîkayên nîjadadperestî û dijdemokrasî jî xwe zêdetir dike.”   ‘Tenê li Farqînê 20 ciwan dawî li jiyana xwe anî’   Gulîstan diyar kir ku desthîlatdar dixwaze bi polîtîkayên xwe gel bifetisîne û bêçarê bihêlîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di rewşa îro de gel tenê tê hiştin. Bi taybet di pêvajoya pandemiyê de gel tenê hat hiştin. Wekî mijarên xwekujiyê di vê pêvajoyê de gelek zêde bûn. Li gorî daneyên fermî li Amedê bi taybetî jî li Farqînê 20 ciwan dawî li jiyana xwe anî. Ji vir de divê em bang li gel bikin ku ji xwe ev tişt jî armanceke desthîlatdariyê ye. Pergal dixwaze em neçarbin. Bi taybetî jî divê ciwan li dijî polîtîkayên desthîlatdar xwe bi rêxistin bikin. Polîtîkayên ku li hemberî ciwanan tê birêvebirin encamên tecrîdê ye.”   ‘Em ê li dijî polîtîkayên şer ên taybet xwe bi rêxistin bikin’   Gulîstanê di axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên şer ên li hemberî ciwanan: "Jinbûn, ciwanbûn û kurdbûn nasnameyên me ne. Ji ber vê sedemê êrişên li hemberî me du qat zêde ne. Aliyek gelek jin tên qetilkirin û aliyê din jî li hemberî destkeftiyên jinan êrişek heye. Lê tevî van yekan jinan jî li dijî van êrîşan li ser piyan e û têkoşîna xwe didomînin. Her wiha li Kurdîstanê jî jinên ciwan bi navê evînê ji hêla erkdarên dewletê ve tên xapandin. Polîtîkayên tiryak, fihuş û gelek tiştên din li hemberî jinên ciwan ên kurd tên pêşxistin. Li dijî polîtîkayên şer ên taybet divê xweparastin pêş bikeve. Ew jî bi hişmendiyeke xwe rêxistinkirî dê pêş bikeve."   ‘Em ê bi bernameyên cûrbicûr werin gel hevdû’   Gulîstan dawiya axaftina xwe de li ser xebatên ku didin meşandin jî sekini û got: “Niha em wek ciwanên HDP’ê turnûvayê futbolê li dar dixin. 20 tîmên me hene. Di nav de tîmên jinên ciwan jî hene. Armanca me ev ê ku em ciwanan ji çanda kafeyan dûrbixin. Ji tiryak û sixuriye dûrbixin. Her wiha me di pêvajoya pandemiyê de bi online xebatên atolyeyan pêk anîbû û em ê îro şûnde dest bi xebatên rûbirû bikin.  Em ê bi bernameyên cûbicûr bên gel hevdû."