Pervîn Bûldan: Dê jin li dijî zextan têk neçin 2021-07-06 15:29:33   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan a di Koma Jinê ya HDP'ê de axivî wiha got:"Îktidara mêr a ji bo muxalefeta civakî bê hilweşandin her cure zextê dike dît ku; jin tu carî li dijî zextan têk neçin."   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di Koma Jinê ya Parlamentoyê de li ser rojevê nirxandin kir. Hevberdevka HDK'ê Esengul Demir, Hevberdevka Partiya Yeşil Solê Ayşe Erdem, Cîgira Serokatiya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk, Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şukran Kablan Yeşim, Sekretera Jinê ya KESK'ê Done Gevher, Sekretera Jinê ya SES'ê Selma Atabey, Sekretera Jinê ya Egitim Senê Simge Yardim Dag, Komeleya Jiyana Nû, Jinên ji Tevgera Jinê ya Demokrat, jinên ji Însiyatîfa Şişli Etfal, Dayikên Aştiyê, akademîsyenaa KHK'yî Sevilay Çelenk beşdarî civînê bûn.    Pervînê di axaftina xwe de Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin û Deniz Poyraz a ji aliyê faşîst Onur Gencer ve hat qetilkirin bi bîr anî û wiha got:"Kesên Denizê qetil kirine dixwazin bi qetilkirinê bi ser bikevin. Zihniyeta Denizê qetil kir ji kurdan, jinê û ji muxalifan dibêjin 'terorîst' û dikin hedef. Lê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."   Pervînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:   "Li dijî destkeftiyên jinan, hebûna jinan, têkoşîna gelan îktidara AKP-MHP'ê êrişeke topyekun pêk tîne. Îktidara mêr a ji bo muxalefeta civakî bê hilweşandin her cure zextê dike dît ku; jin tu carî li dijî zextan têk neçin. Jinên li kolanan bi têkoşîna xwe serbilind disekinin bû tirsa di dilê wan de. Em ê bi rêxistinkirina jinê bêtir bi hêz bin."   'Em silava ji kesên ji têkoşîna jinê naqerin dişînin'   Em silavên germ ji jinên li girtîgehan ji rêhevalên xwe re dişînin. Em silavên xwe ji Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, jinên MEBYA-DER'î, Misra Oz û hevalên wan ên dozê Bedriye Doku, Emine Şenyaşar û hemû jinên dev ji têkoşîna edaletê bernadin dişînin. Her wiha em silavên xwe ji hemû jinên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê li berxwe dan dişînin."   '16 hezar jin hatin qetilkirin'   Serokê Giştî yê AKP'ê di 1'ê Tîrmehê de got 'Têkoşîna me ya li dijî tundiya li ser jinê bi vê peymanê dest pê nekir û wê bi vekişandina ji vê peyamanê jî bi dawî nebe'. Bila van gotinên ne rast ne ji me re ji alîgerên li qesrê rave bike. Îktidara AKP-MHP'ê ne li dijî tundiya li ser jinê li dijî jinê di nava têkoşînê de ye. Ji dema AKP li ser îktidarê bû heta niha 16 hezar jin hatin qetilkirin. Ji ewlehiya jiyanê bigire heta ewlehiya aboriyê û mafên siyasî hemû jin ji aliyê AKP'ê ve gef li wan hatine xwarin. Ev e gelo têkoşîna wa ya têkildarî jinê?   AKP felaketa herî mezin ku li vî welatî hatiye serê jina ye   Têkoşîna li dijî tundiya li jinê tê kirin li aliyekî, ji daraza wan bigirin heta bi medyaya wan û hemû saziyên wan heta ku ji destê wan tê jinan mahkûmî tundiyê dikin. Herkes dizane ku bi hewldan û têkoşîna me li meclisê 'Komîsyon lêkolîna tundiya li ser jinê' hat avakirin. Lê ev komîsyon jî di bedêla ku tundiya li ser jinê niqaş bike, ji bo ku tundiya mêr û vekişîna ji Peymana Stenbolê meşrû nîşan bide hat xebitandin. Ji bo ku em nebin hevkarên vî sûcê qirêj ê vê komîsyona ku hewl dide îqtîdarê ji çiravê xilas bike em ji vê komîsyonê vekişiyan. Hevalên me ev vekişîna me bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re ragihandin.  AKP felaketa herî mezin ku li vî welatî hatiye serê jina ye.     Em planê we yê çalkiyan ji jinên ku tên kuştin dizanin   Em dizanin ku Serokê Giştî ê AKP'ê 'Pilanê çalakiyên rigarkirina jinê' dane destpêkirin. Lê em dizanin ku di bedêla parastina jinan de bi vî pilanî wê hewl bidin ku pilanên xwe yên qirêj û tundiya li ser jinê meşrû bikin. Ez ji vir bi bîra wan dixim. Em planên we yên çalakiyan ji qeyûmên ku we avêtin ser şaredariyan û ser Zanîngeha Bogazîçiyê dizanin. Em ji qetilkirina Dayika Taybet, Denîz Poyraz û bi hezaran jinên din ku hatin qetilkirin dizanin. Herwiha em vî pilanî ji îşkenceya lêgerîna tazî û ji îşkenceya li gel kuçikê dizanin û em ji Kodê 29 ku bi KHK'yan çawa we jin betal hiştine baş dizanin. Li her cihê ku şîdet lê heye îqtîdar lê ye û li her cihê ku îqtîdar lê ye jî şîdet heye. Li dijî van polîtîkayên we yên şîdetê planê jinan ê çalakiyên bi hêz heye.    Li dijî pergala koledar pergala jinan a nû heye   Li dijî rêbaza jiyanê ya ku hûn li jinan ferz dikin jinên ku bê tirs dibêjin 'ji te re çi' hene. Silav ji hemû jinên ku dibêjin 'ji te re çi' Bi miliyonan jinên ku reng, gotin, îtîraz, ziman û têkoşîna xwe kirine yek hene. Li dijî îqtîdara we ya mêr qadên jinan hene. Li dijî gotina we ya Peymana Stenbolê qediya gotina jinan heta em nebêjin naqede heye. Li dijî rêxistinên we yên mafya û çete rêxisitnên jinan hene. Li dijî pergala we ya koledar jiyaneke nû a ku jin pêşengiya wê dikin heye.    Bi pakêteke nû a darazê dîsa jin û zarok di hedefê de ne   Kesên ku daraz kirine wekî buroya xwe ya hiqûqê bi pakêteke nû a darazê jin û zarok kirine hedefa xwe, di pakêta nû a darazê de ji bo ku kiryarên bûyerên destdirêjiya li zarokan û qetilkirina jinan  ceza bikin şertên nû tînin. Ji bo ku kiryaran ceza nekin çi ji destê wan tê dikin. Bûyera Elmaliyê li pêş çavên me ye. Kesên ku li hember zarokan hovîtî kirine serbest hatine hiştin.  Hêzên leşkerî yên dewletê ku nêzî îqtîdarê ne dema sûc dikin tên parastin. Wekî bûyera Nadîra Kadîrova, Yeldana Kahraman û Îpek Eer û windakirina Gulîstan Doku ku kiryarên wan li gel delîlan nayên girtin û serbest digerin.  Herî dawî ji bo çawîşê pispor ê ku li Geverê Surmî  Înce qetil kir biryara kêmkirina cezayê wî hat dayîn.  Bi van polîtîkayên daraza îqtîdarê gelek bûyer di tariyê de dimînin û nayên ronîkirin.  Ji ber vê em dibêjin îqtîdar bi reformên ku dike nikare tu tiştî biguhere divê ku îqtîdar bi xwe bê guhertin.    Ji sedî 80'ê yê civakê di nav xizaniyê de ye.  Ji bo me jinan mijareke din a girîng jî meseleya aborî ye. Qrîzeke aborî heye. Bedela vê qirîzê jî bi giştî welat û bi taybetî jî jin didin. Ji sedî 80'yê civakê di bin sînorê birçîbûnê de ye. Gel êdî ne bi xizaniyê re bi birçîbûnê re têdikoşe.  Berdela vê jî herî zêde jin didin.    Pergala wan pergala xizaniyê ye   Em di rojên borî de bi meclisa xwe ya jinan li Bûrsayê bûn û em bi jinên li erdê fasûliyan dixebitîn re hatin gel hev. Li vê derê jinên ku karkeriya demsalî dikin gotin, 'ger li warê me kar hebûye ez bi mehan li vir nedixebitîn'  ev jî xizaniya ku li jinan hatiye ferzkirin nîşan dide. Disa jinên kedkarên malê keda wan nayê dîtin. Li gel van hemû pirsgirêkan îqtîdar bi dewlemendkirina kesên li derdora xwe mijûl e. Pergala wan pergala xizaniyê ye.   Dê  gel debara xwe bi çi bike?   Wê hilberînerên Tutinê evqas bac çawa bidin? Em li ser navê wan ji vir dipirsin.  Firotina tûtinê qedexe kirin û em nizanin ku wê kî vê tûtinê bistîne.  Tu çareserî jî tune ye. Li Semsûrê, Licê û gelek cihên din hilberînerên tûtinê bertek nîşan didin. Ji ber qanûna ku derxistin wê hilberînerên tutinê êdî nema karibin tûtinê biçînin. Ji sedî 70 kesên li semsûrê bi hilberîna tutinê debara xwe dikin. Ger ku ev qedexe bidome dê jiyana wan jî raweste .Herwiha kedkarên li zeviyên tûtinê dixebitin ji sedî 80'yên wan jin in.  Bi vê qedexeyê re tê xizanî zêde jî dê bandorê li ser  jinên kedkar bike.  Dê gel debara xwe bi çi bike û çi bixwe? Divê çareserî bê dîtin.   Xwarina ku bixin sêniyên êdî nemaye. Rêjima 'yek kesî' demên borî tedbîrên teserûfê aşkera kir lê bêlê qet behsa teserûfa qesr û seltenata xwe nekir. Lêçûnên salekî yên qesrê 2.8 milyar dolar e û ferdên ku li qesrê dijîn ji bo welatiyan pêşniyarên teserûfê dikin û dibejin 'xwarina sêniyên xwe biçûk bikin' dikin. Lê belê êdî rewşa welatiyan nîne ku teserûfê bikin. Li gelaşan xwarin kom dikin, ji bazaran bermayiyan kom dikin û wisa debara xwe dikin. Lê belê qesra bi seltenat qet teserûfê nake, di mûçeyên ku didin OSO yê û pereyên ku didin şêr teserûf nayên kirin. Hemû lêçûn jî ji berîka welatiyan derdikeve.    Êdi derewen xwe difroşîn    Êdi çav berdana mitbaxa welatiyan. Mûçeyan zêde nakin lê fatûreyên wek gaza xwezayî, ceyran û avê zêde dikin. Êdî welatî nikarin çorbeyekî jî bikêlînin. Rejîma qesrê tu carî jê têr nabe û ji ber vê sedemê jî li vî welatî qeyrana aborî, xizanî û bêkarî heye. Ji ber ku tiştên ku ew didizin, 5 welat dikarin xwe têr bikin. Gelê me û jinên li vî welatî dijîn wan tiştan baş dizanin. Rejîma yek kesî jî baş dizane ku dê êdî têk biçe. Bi derewan dixwez ser piyan bimîne û welatiyan bixapîne. Qaşo li Ewropayê derzî bê perê ne û bi 100 dolar an jî 50 euro derzî tê kirin. Kesên ku li vir baş dizanin ku heke li Ewropayê derzî bi pere be dê li vir herî kêm serê derziyê 150 Euro ji welatiyan bihata xwestin. Jixwe perê derziyê ji buhabûna tiştan û dahatan derdixin. Nikarin derziyan bifiroşîn hewl didin ku derewên xwe bifroşin. Lê divê bizanin ku êdî kes wan derewan bawer nakin.    Me daxwazên jinan guhdar kir   Em rêxistinbûna xwe mezin dikin û têkoşîna xwe mezin dikin. Em ê li dijî derew, talan û dizîtiyê têkoşîna xwe bi bawerî bidomîn. Em ê bi jinan re bi hêz bibin û pêş bikevin. Em ê muxalîfbûna demokratîk a jinan ber bi îqtîdarê ve bibin. Ji ber vê sedemê em rêxistinbûna xwe mezin dikin. Ji bo vê jî em di çarçoveya kampanyaya 'Ji bo jinan edalet' hevdîtinên xwe yên 'Ji xizaniya jinê re na' li qadan pêk tînin. Li Gelek herêman em bi jinan re hatin cem hev. Li fabrîka, atolye, tax, zevî û li zozanan bi jinan re hatin cem hev. Me hêza xwe parvekir û daxwazên wan guhdar kir. Divê ev pergala mêr ji holê rabe û divê em rewş biguhere. Guherîn dê bi hêza me, têkoşîna û yekitiya me pêk bê. Ji ber vê sedemê heke jin xwedî li siyaseta jinan derkeve dê parastina destkeftiyên jinan ewqas watedar be.    HDP têkoşîna heqîqet û edaletê dide   Bi girtina HDP'ê dixwazin hêza jinê ya siyasetê têk bibin, tasfiye bikin û bêdeng bikin. Niha pêşberî me Doza Kobanê ye heye û dixwazin bi vê hincetê HDP'ê bigirin. Lê her kes dibîne ku di vê pêvajoya darizandinê de nê jin, zîhniyeta serdest a mêr tê darizandin. Em baş dizanin ku muxalefeda demokratîk, têkoşîna jinê û siyaseta demokratîk li vir tê darizandin. Ji ber ku HDP li dijî her cûreyên cudakariyê li vî welatî têkoşîna hiqûqê dide û partiyeke ji gel e. Ji ber ku HDP, têkoşîna heqîdet û edaletê dide meşandin. Li hemberî şer têkoşîna aştiyê dide meşandin. Kekes nikaren fikra jiyana nû ya HDP’ê têk bibe an jî bide rawestandin.    Em dizanin ku hikûmet ligel rant, mirin, şer, siyaseta qirêj, şîdet kedxwariyê welatiyên ku îtaetê bike dixwaze. Welatê ku bê HDP dixwaze. Bi girtina HDP'ê dixwazin siyaseta jinan, muxalefeta demokratîk binax bike. Em jî ji wan re dibêjin hûn nikarin wan tiştan xeyal jî bikin. Em li hemberî zilmê serî natewînin. Em jin dê li hemberî sûcên ku pêk tên jiyana wekhev û bi cesaret pêk bînin. Meşa bi milyonan jinan dê taritiyê ji holê rake.    Li dijî tecrîdê niha li girtîgehan grevên birçîbûnê heye. Têkoşîna ku li girtîgehan tê kirin ji bo vê civakê ye. Heke tecrîd bê şikandin dê bêadelatî, mirin û şer jî dê holê rabin. Ji ber vê sedemê jî divê em li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşin. Şikandina tecrîdê jî dê bi têkoşîna jinan pêk bê.    Divê îro bêtir destkeftiyên jinan bê parastin, niha dem dema xwedîderketin û parastina destkeftiyan e. Rêgeza temsîliyeta wekhev, pergala hevserokatiyê, meclîsê jinan, koma jinan a parlamentoyê, temsîliyeta jinan û sazî û dezgehên ku di bin banê şaredariyên me de dixebitin ew tişt bi têkoşîn û siyaseta jinan pêk hat. Hêza jinê dê wî welatî ji faşîzmê rizgar bike. Li hemberî hevkariya çete-mafya-siyaset-medyayê tifaqa jinê bi ser keve. Azadî û wekhevî jî ya me ye."   Civîn bi dirûşma "Jin jiyan azadi" bi dawî bû.