Nuran Îmîr: Tu hêz nikare hebûna kurdan qedexe bike 2021-06-28 09:04:35     ENQERE - Nuran Îmîr a HDP’yî der barê îdianameya bi daxwaza girtina HDP’ê hatiye girtin de axivî û got:" Der barê min de di îdianameya berê de 86 lêpirsîn hebûn lê bi îdianameya nû re daket 6’an. 80 lêpirsîn bi ku de çûn? Tu hêz nikare hebûna kurdan qedexe bike."   Serdozgerê Komarê yê Dadgeriyê ji bo girtina HDP’ê cara duyem îdianame amade kir û da Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB). Îdianame ji aliyê DDB’ê ve hat qebûlkirin û doza girtina HDP’ê bi fermî dest pê kir. DDB piştî girtina parastinan, dikare ji bo 451 kesî an jî hinekan de qedexeya siyasî bîne alîkariya xezîneyê bibire. Kesên ji bo wan biryara qexeya siyasî bê dayîn,wê nikaribin 5 salan bibin rêveber, endam an jî damezrînerê partiyek siyasî.  Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî yek ji siyasetmedarên ku daxwaza qedexeya siyasî ji bo wan tê kirinê ye. Nuranê der barê îdianameyê de nirxandin kir û got ev îdianameyeke genî ye.   ‘Tu hêz nikare hebûna kurdan qedexe bike’   Nuranê da zanîn ku ev doz nayê qebûlkirin û li dijî vê bêdeng namînin û got: “Kurd bi salan e di qada siyasî de kedek mezin didin. Gelek sazî û partiyên siyasî hatine qedexekirin. Cihgirtina kurdan a di siyasetê de realîteyek e. Erdnîgarî qeder e lê tiştên kurd dijîn ne qeder e. Ev siyaseta înkar û îmhayê ye. Ji bo vê jî tevgera kurd û a jinan li berxwe da û xwe gîhand mîlyonan. Siyaseta kurd di cîhanê de mînak e. Rola jin û ciwanan a di civakê de bi saya têkoşîna gelê kurd pêk hat. Ji ber vê jî pirsgirêka kurd hat qedexekirin. Lê nikarin hebûna kurdan qedexe bikin. Tu hêz têrî vê nake.”   ‘Pergal dixwaze kurdên mirî biafirîne’   Nuranê got di 7’ê Hezîranê de bi HDP’ê re pêvajoyek nû dest pê kiriye û gel bi gelê kurd re bûne yek û dîrok guhertine. Nuranê wiha got: “Pergala serdest a mêr bi salan e xwe li ser gelan dide jiyîn. Ev dîrok li dijî înkar û îmhayê pêkanîna jiyaneke nû nîşan dide.  Hemû gel li welatekî demokratîk dikarin bi hev re bijîn. Pergala serdest dixwaze kurdên mirî biafirîne. Em kurd in û em dixwazin wekî kurd li ser vê erdnîgariyê bijîn.”   ‘7’ê Hezîranê serkeftinek kozmopolît e’   Nuranê wiha destnîşan kir: “7’ê Hezîranê serkeftinek kozmopolît e. Ev doza tola 7’ê Hezîrana 2015’an e. Bi destê desthilatdariyê ne tenê li hember kurdan li hember hemû muxalîfan êrîş heye. Êrîşê kurdan û dostên kurdan dikin. Piştî 7’ê Hezîranê xwestin welat tevli hev bikin. Xwestin gelê kurd ji siyasetê dûr bixin. HDP partiya jinanûe. Divê jin destur nedin vê. Em ê li dijî vê bêdeng nemînin. Bi hezaran kurd hatin qetilkirin, koçber bûn. Hatin girtin. Kurdan bedelên giran dan. Divê em hemû xwedî li HDP’ê derkevin.”   ‘Piştevaniya Kobanê tê darizandin’   Nuranê bi lêv kir ku nûner û siyasetmedarên kurd ji doza Kobanê tên darizandin û li vir gelê kurd tê darizandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştevaniya bi Kobanê re tê darizandin. Di şexsê partiya me de berxwedana Kobanê tê mehkûmkirin. Lê DAIŞ nayê darizandin. 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye. Em duh jî îro jî xwedî li van nirxan derketin. Em bang li hemû rayagiştî ya cîhanê dikin, ev doz li dijî nirxên mirovahiyê hat afirandin. Berxwedana li dijî DAIŞ’ê tê mehkûmkirin. Ev doza tolgirtinê ye. Ji ber vê banga xwedîderketinê li saziyan dikim.”   86 lêpirsîn daketin 6’an   Nuranê diyar kir ku îdianameya duyem jî kêmasiyên usulî tê de hene û got di îdianameya berê de 86 lêpirsînê wê hebûne û di ya nû de daketiye 6 salan û wiha  got: “80 lêpirsîn bi ku de çûn? Di ya yekem de der barê 800 kesî de qedexeya siyasî dihat xwestin di ya duyem de ji bo 451 kesî tê xwestin. Mînak Remziye Tosun parlamentera Amedê ye lê wek ya Rihayê hatiye nîşandan.  Şahidên veşarî jî hemû kesên tasfiyeya HDP’ê dixwaze ne. Gelek fezlekeyên trajîkomîk hene.  Îdianameyeke ji rastiyê dûr e. Berdewama encama civîna MGK’ê ya di 2014’an de pêk hatiye. Lê çi dibe bila bibe wê nikaribin li pêş me bisekinin.”