Havînê li xwarina zebeş baldar bin 2021-06-28 09:01:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Di demsala havînê de zebeşê ku zêde tê xwarin ji aliyê bijîşkan ve di alî zêde xwarin û fêdeyên wî de hişyarî tên kirin. Pispor Diyetîsyen Ecem Ocak li dijî gotina ‘zebeş kîlo dadixîne’ hişyar dike.   Zebeşê ku bi Amedê tê nasîn û wek sembola bajêr ê, li Edene, Enqere, Çankiri û navçeyên wê jî hilberîna wî tê kirin. Bi hatina havînê re zebeş li ser sifreyan cihê xwe digire û her kes  bi hezkirin dixwe. Zebeşê ku ji gelek nexweşiyanr e jî şifa ye, dijminê gelek nexweşiyan e jî. Lê bi taybet kesên nexweşê şekir divê kêm bixwin û di vê mijarê de pispor her tim hişyar dikin.   Zebeşê ku di rewşa zêde bê xwarin de dibe zirar û ger ku bi pîvan bê xwarin êşa serî ditemirîne, gurçikan paqij dike, hevsengiya xwînê sererast dike, tenduristiya hestiyan diparêze.  Pispor diyetîsyen Ecem Ocak fêdeyên zebeş rêz kirin û li dijî gotina ‘zebeş kîlo dadixîne’ hişyar kir.   ‘Divê bi kontrol bê xwarin’   Ecemê daxuyakirin ku zebeşê bi tehm û ji bo tenduristiyê başe, dema bi porsiyonên bi kontrol bê xwarin di alî dayîna kîlo de dibe alîkar û wiha got: “Ger zêde bê xwarin dibe sedema zêdebûna kîloyê. Her kes ji zebeş hez dike. Bi taybet havînan  gelek kes zebeş tercih dike, lê divê li porsiyona wî baldar bin. Ger baldarî tunebe wê bibe sedema kîloyên zêde. Zebeş yek ji  fêkiyên ku rêjeya ava wî zêde ye. Ji ber vê jî êşa mîgren û serî kêm dike. Bi saya ava wî ya xwezayî enerjiyê dide mirovan. Havînê tansiyon gelek bi xeter e. Zebeş hevsengiya tansiyonê bilind dike û xwînê bi rehetî digerîne. Potasyûm û magnezyuma di zebeş de basinca xwînê dixîne û tansiyon normal dike.”    ‘Toksîna ji beden davêje’   Ecemê wiha dirêjî dayê: “Ji bo dayîna kîloyê divê kezeba reş bi tendurist be. Di kîlodayînê de tenduristiya kezebê girîng e. Zebeş piştgiriyê dide fonksiyonên kezeba reş.  Toksîn û madeyên di kezeba reş paqij dike. Kurçikan dixebitîne û toksîn û odema bedenê davêje.”   ‘Divê bi baldarî bê xwarin’   Ecem di warê bikaranîna zebeş a di diyetan de hişyarî kir û daxuyakirin ku ji sedî 92’ê zebeş av e û got ku di kîlo dayînê de dibe alîkar û wiha dawî lê anî: “Vîtamînên A, C û B6 dihewîne. Kaloriya wî kêm e û di dayîna kîloyan de dibe alîkar. Lê di dema diyetê de divê kesên dixwin li rêjeya xarina zebeş baldar bin. Şekirê di zebeş zêde ye. Ji ber vê divê zebeş ne zêde be û ligel wî penîr hebe.”