'Dozgerê dozê îqtîdar bi xwe ye' 2021-06-21 15:07:49     ENQERE - Hevserokên HDP'ê yên Giştî  Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, derbarê îdanameya ku ji bo partiya wan ji aliyê AYM'ê ve hat qebûlkirin de nircandin kirin, di nirxandinên hatin kirin de wiha hat gotin, "Dozgerê dozê îqtîdar bi xwe ye.  AYM'ê fersenda dîrokî ya ji bo demokrasî û aştiya civakê binpê kiriye."   Di kêliya ku îdianameya girtina HDP’ê hat qebûlkirin, Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP’ê jî di civînê de bû û di civîna xwe bi awayek hûrgulî biryara qebûlkirina îdianameyê nirxand. Piştî nirxandinê MYK’ê navber da civîna xwe. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin.    Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar di civînê de axivî û wiha got: “Dadgeha Destûra Bingehîn îdianameya girtinê ya partiya me qebûl kir. A rast Dadgehê dîrokek fersendî girtiye lê viya baş nenirxandiye. Li ser navê Tirkiyê bextreşiyek mezin e. AYM xwedî wê firsetê bû ku îdianemeyê ji binî vî red bike. Ji bo vê bike jî sedema hiqûqî û wîjdanî jî hebû. Çimkî ev doza girtinêp iştî kampanya siyasî ya bi mehan hat vekirin. Îqtidarê û şirîkê xwe yê biçûk bi mehan e HDP’ê hedef didin nîşandan. Li dijî HDP’ê daxuyaniyên dijminane dan û gefan xwarin û dixwin. Kampanyaya gef û şantajê dixwin. Îqtidarê dozger bi xwe jî tehdît kiriye   Ev rewş nayê ravekirin   Her kes bi zindî temaşeyî vê operasyonê dike û bi çavê serê xwe dibîne. Çawa ku îdianameya ewil pûç bû, vala bû û metnek çopê bû, ji aliyê her kesî ve hat dîtin. AYM’ê di paş de şandina îdianameya ewil de karek rast kiribû. Niha piştî ewqas geşedanan qebûlkirina îdianameya girtina partiya me di warê hiqûqî de ne mimkin e were ravekirin.   MHP'ê Amade kiriye   Me gelek caran got û em ê bêjin jî. Yê ku vê doznameyê amade kiriye ne Serdozger e. Ev dozname li Navenda Giştî ya MHP’ê hatiye amadekirin. Yekîneyên hiqûqê yên Qesrê teşeya dawî daye doznameyê û ji Serdozger re hatiye ragihandin. Divê her kes baş bibîne ku dozgerê dozê îqtidar bi xwe ye. Helbet wê parêzerên vê dozê biparêzin hebin. Ji bo parastina vê dozê wê parêzer wezîfeyê hildin ser milê xwe. Lê divê viya her kes baş dizanibe; heke îqtidar dozgerê vê dozê be wê parêzerên vê dozê jî di serî de gelê kurd û gelên din bin. Parêzerên me gel e. Em ê bi biryardarî li dijî vê dozê li ber xwe bidin û partiya xwe biparêzin. Wê gelê kurd û tevahiya hêzên demorkasiyê vê dozê pûç bike. Em ê nehêlin ku hûn HDP’ê bigirin. Ew hêza me heye ku em HDP’ê mezintir bikin û meşa xwe ya azadiyê berdewam bikin. Bawerî û biryardariya me heye û tam e. Çimkî soza me ji bo Denîzan heye ku em ê HDP’ê li ser pêya bihêlin, mezintir bikin û teqez em ê bi ser bikevin.   Ev doz ji bo muxalefetê ezmûnek e     Fesixkirina HDP’ê di rojeva wan de nîne, ew ê HDP’ê mezintir bikin û biryara wan ew e ku bibin hevkarê rêveberiya welat û ev doza girtinê ji bo muxalefetê jî ezmûnek e"