Parlamenter Cansu Ozdemîr: Mijar ne PKK dagirkirina Kurdistanê ye 2021-06-16 12:26:23   Habîbe Eren   STENBOL - Ji Heyeta Aştiyê Parlamentera Partiya Çep a Eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir a çûyina wê ya Hewlêrê ji aliyê Hukumeta Elman ve hat astengkirin da zanîn ku Hukumeta Elman hewil dide piştgiriyê bide şer û got dixwazin îradeya kurdan bişkînin. Cansuya ku di heman demê de bal kişand ser hevkariya PDK-Tirkiyeyê wiha got:"Armanc ew e ku PKK'ê wekî hincet nîşan bidin û destkeftiyên li her çar parçeyan teswîye bikin."   Heyeta Aştiyê ya ku li dijî êrîşên dewleta tirk ên li başurê Kurdistan ku  tên kirin ji bo ku banga aştî û diyalogê bike û di nav de ji welatên cuda kurd û kesên enternasyonalîst ên siyastmedar, rojnameger û nivîskar hebûn, di 12'ê Hezîranê de hat Herêma Federal a Kurdistanê. Heyeta ku hat herêmê li bajarê Hewlêrê hat binçavkirin û dersînorkirin. Heyeteke din jî ku ji 27 kesan pêk dihat û di nav de siyasetmedarê Kurd Abdullah Demîrbaş û parlamentera Partiya Çep a Eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemîr jî hebû li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hat binçavkriin û derbarê wan de qedexeya derketina dervê welêt hat dayîn.     Ji bo heyeta ku li Elmanyayê hat astengkirin bi hinceta "Wê têkiliyên me bi Tirkiyeyê re xira bibin" destûr nehat dayîn. Parlamentera Partiya Çep a Eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemîr, derbarê helwesta hikûmeta Elmanya û rewşa şer a heyî de nirxandin kir.    'Hikûmeta Elman hewl dide ku piştgiriyê bide şer'   Cansu diyar kir ku hikûmeta Elman "Rêbazên Erdogan" bi kar tîne, dixwaze bi Tirkiye bilîze û ji bo vê bi awayê dijhiqûqî tevdigere. Cansu got ku wan wekî heyet xwestine piştevaniya aştiyê bikin û wiha berdewam kir, "Me xwest li qada navneteweyî bibin dengê bêdengiya navneteweyî. Lê hikumeta Elman wekî her carê li dijî kurdan piştevaniya şerê Tirkiye yê li hemberî kurdan dike."   'Dixwazin hêz û îradeya kurdan têk bibin'   Cansu diyar kir ku di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de tifaqeke qirêj heye, bi vê tifqê re kurd hedef hatine girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Di dema ku Tirkieyê qirkirin dikir dewleta Elman jî aktîvîstên kurd hedef digirtin û krîmînalîze dikir. Çekên ku li hemberî kurdan tên bikaranîn hikûmeta Elman dişîne. Mirov dikare bibêje ku bi kurtasî di warê şer de dewleta Elman hem dewleta tirk diparêze û hem jî piştgiriyê didiyê.  Dewleta Elman, hêzên navnetgeweyî û bi taybetî jî NATO, her daîm xwestine li çar parçeyên Kurdistanê jî serewer bin. Ji ber vê jî dixwazin ku hêz û îradeya kurdan têk bibin."   'Mijar ne PKK  dagirkirina Kurdistanê ye'   Cansu bal kişand ser têkilya PDK'ê û Tirkieyeyê jî û ev tişt got, "Divê PDK vê baş fam bike, bi Tirkiyeyê re rûniştina li heman maseyê, pêkanîna tifaqê û piştgirîdayîna şerê îmhakirina PKK'ê wê xeteriyeke mezin ji bo tevahiya Kurdistanê bîne. Armanca Tirkiyeyê tenê ne îmhakirina PKK'ê ye, armanca wê ew e ku PKK'ê ji bo xwe bike hincet, axa kurdistanê ku bi bedelên giran hatiye bidestxistin dagir bike û bi giştî kurdan tasfiye bike. Di rojên borî de êrîşeke bombeyî li dijî Mexmûrê pêk anîn û vê êrîşê planê Tirkiyeyê ku dixwaze çi bike li ber çavan raxist. Ji bilî tasfiye û îmhayê dagirkirina xaka Kurdistanê mijara gotinê ye. Dijminê Kurdistanê Dewleta Faşîst a tirk e. Ev dewleta faşîst û dîktatorê wê Erdogan, parçekirina kurdan hedef dikin û dixwazin di nav kurdan de şerê navxweyî derbixin."   'NATO piştgiriyê dide Tirkiyeyê'   Cansu anî ziman ku NATO piştgiriyê dide Tirkiyeyê û diyar kir ku bihêzibûna Kurdan a li Rojhilata Navîn û zêdebûna destkeftiyên kurdn dijberî planên hêzên derve ye.  Cansu wiha berdewam kir, "Dema ku mirov li dîroka dewleta tirk binêre mirovê bibîne ku her daîm xwestiye Gelê Kurd îmha bike. Şerekî yê navxweyî dê li çar parçeyên Kurdistanê jî wê kurdan bê hêz bike û wê bibe sedem ku bêhtir êrîşî kurdan û xaka wan bê kirin. Herwiha ev şerê navxweyî wê bihêle ku kurd êdî nema bikaribin parastina xwe ya rewa jî bikin."   'Divê em xeterya şerê navxweyî ji holê rakirin'   Cansu diyar kir ku ew wekî "Heyeta Aştiyê" wê li dijî astengkirine bikevin hewldananên hiqûqî û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Ez bawer im ku em ê di têkoşîna hiqûqî de bi ser kevin. Em wekî Heyeta Aştiyê derketin rê, armanca me ew bû ku em biçin başûrê Kurdistanê. Lê armanca me pêk nehat. Lê divê di her şert û mercî de em şerê navxweyî yê di navbera kurdan de asteng bikin. Destpêkirina şer hêsan e lê berdêla wê dê gelek giran be. Herçend ku aştî ne hêsan be jî wê kurdan ber bi azadiyê ve bibe."