Gulîzar Bîçer: Jin divê li dijî zimanê mêr bibin yek 2021-06-12 09:02:21     ÎZMÎR - Parlamentera CHP’ê ya Denîzliyê Gulîzar Bîçer Karaca diyar kir ku bi gotinên zayendperest ên wezîrê karê hundir Suleyman Soylu û lîderê çeteyê Sedat Peker bi piştgiriya dewletê, bedena jinê û têkoşîna jinê dike alav û bang li hemû jinên meclîs û jinên derve kir ku bêjin "dest ji ser hebûna jinê navê jinê bidin alî".   Li Tirkiyeyê di demên dawî de  îtîrafên lîderê rêxistina sûc a bi piştgiriya dewletê Sedat Peker di rojevê de cih girt. Îtîrafên Sedat Peker ên der barê wezîrê karê hundir Suleyman Soylu de jî ji aliyê partiyên muxalefetê ve çû meclîsê û hat xwestin ku lêpirsînek bi bandor bê meşandin. Her wiha gotinên zayendperest ên Suleyman Soylu yên der barê Sedat Peker de jî, ji aliyê jinan ve nehat qebûlkirin û jinan bertekê mezin nîşan dan. Parlamentera CHP’ê ya Denîzliyê Gulîzar Bîçer Karaca, derbarê gotinên Suleyman Soylu û Sedat Peker ku ji ser beden û nasnameya jinê îthaman dike de nirxandin kir. Gulîzarê zanîn ku gotinên ku beden û têkoşîna jinê dike alav, nêrîna desthilatdariyê ya li hember jinan nîşan dide bang li hemû jinan kir ku di têkoşînê de bibin hevpar.   ‘Nêrîna desthilatdariyê dertê holê’   Gulîzarê bi lêv kir ku wezîrê karê hundir li welat ji hemû ewlehiya can û malê welatiyan berpirs e û wezîr û Sedat Peker li ser navê jinê û têkoşîna jinê gotinan ji hev dikin û metakirina jinê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Gulîzarê wiha vegot: "Şerê wan derûniya sûc a her du aliyan nîşan dide. Di heman demê de jî nêrînên desthilatdariyê yên li hember jinê derdixe holê."   'Divê hemû jinên meclîsê û derve bibin yek'   Gulîzarê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku hemû parlamenterên jin ên CHP’î û hemû parlamenterên jin ên meclîsê divê destûrê nede vî zimanî ku jinan biçûk dixîne û divê destûr nedin ku jinê bikin meta û wiha got:"Divê jinên parlamenter bibin yek û li ser serkeftina têkoşîna jinan bisekinin. Em li meclîsê dinêrin, desthilatdarî sûcdariyên li ser bedena jinê dikin û rojeva rast bi metakirina jinê vedişêrin. Divê hemû jin bêjin ku ‘dest ji hebûn û navê jinê berdin ziman dirêjî jinan nekin."