‘Têkoşîna li dijî girtina HDP’ê, ji bo demokrasiyê ferz e’ 2021-06-11 09:01:54   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê bi daxwaza girtina HDP’ê cara duyem îdianame amade kir. Jinan nirxandin kirin û gotin: “Têkoşîna li dijî hewldanên girtinên HDP’ê, ji bo têkoşîna demokrasiyê ferze.”   Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê ji bo girtina HDP’ê cara duyem îdianame amade kir û şand Dadgeha Destura Bingehîn. Di îdianameya ku ji 850 rupelî pêk tê, derbarê 500 siyasetmedarî de qedexeya siyasî, qûtkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo partiyê û her wiha desteserkirina hesabên bankayê ya partiyê xwest. Bertekên li dijî hewldana girtina HDP’ê didome.   ‘Ne tesadufe’   Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, da zanîn ku herkes hemfikire ku serdestiya desthilatdariya faşîst nikare xwe bidomîne û desthilatdarî bi êrîşên li hember tevgera kurd, hêza xwe nîşanê her kesî dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdari di alî civakî de pişta wê qesl bûye, welat di krîzeke mezin a siyasî û aborî de ye. Xizanî, betalî û zext zêde bûne. Li aliyê din jî çeteyê muteahîtiyê ya 5 kesan pêk tê bi hev re dikevin pevçûna îhaleyê û di demên dawî de nîqaşên dewleta mafyayî ya bilind bûne hene. AKP û MHP’ê pevçûnên parvekirinê bi awayekê aşkera derxistiye holê. HDP di xeleka ewil a dînamîka civakî de cih digire. Desthilatdariya faşîst ku ketiye tengezariyê serî li argumanên cuda dide. Dubarekiririna vekirina dozê rastî dîroka 7’ê Hezîranê hat. Lê ev ne tesadufî ye.”   ‘Hewl didin serê kavila ku afirandiye bigirin’   Elîfê di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: “HDP eniya demokratîk a kedkar û bindestan ava dike. Êrîşên li hember HDP’ê divê rast bên xwendin. Di aliyekî hewl didin siyasetê bê alternatîf bihêlin û li aliyê din jî hewl didin serê kavila ku afirandine bigirin. Ev êrîş ne tenê li hember HDP’ê ye. Li hember pêşeroja welate, li hember jiyana kedkar û bindestane. Ji bo şikandina pêla êrîşê jî hewce bi rêxistina têkoşînê heye. Li dijî faşîzma ku ji hêza têkoşîna yekbûyî ditirse em ê HDP’ê nedin girtin û em ê bi ser kevin.”   ‘Em bi HDP’ê re di piştevaniyê de ne’   Seroka Giştî ya Malên Gel Nebiye Mertturk, diyar kir ku desthilatdarî demek dirêje di krîzê de ye û her ku derizînên nav wan mezin dibe, êrîşên wan yên li dijî muxalefetê jî zêde dibin û wiha pê de çû: “Ji bo avabûna jinûve dewlet û krîza kontragerîla, êrîş ewi li hember kurdan pêk tê. Bi gotinên ‘welat, gel, al’  gel ji ser netewperestiyê dixapînin û lê êdî em dikarin bêjin ku ev hesab pê nagirin.  Ji ser HDP’ê dixwazin muxalefetê bitirsînin. Em wek her tim wê bi gelê kurd û HDP’ê re di piştevaniyê de bin. Divê em hemû bi hev re têbikoşin.   ‘Desthilatdarî hewl dide piştgiriya gel ya ku qels bûye, ji nûve bigire’   Cigira Serokatiya Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan balkişand ser vîdeoloyên Sedat Peker û got: “Di vîdeoyên hatine weşandin de derket holê ku desthilatdarî pergaleke çawa ya talan û nelêrêtiyê diafirîne. AKP ya ku demeke dirêje hewl dide rejîmeke faşîst biafirîne hewl dide bigihêje hedefa xwe. Demek dirêje hewldanên girtina HDP’ê anîne rojevê. Di vê dema ku nîqaşên hilbijartinê jî hatine rojevê, alarm dan. Lê em dikarin bêjin ku ev hewldan ne girêdayê hewldaneke hilbijartinê ye. Girêdayê hedefeke rejîma siyasî ya otorîter a desthilatdariyê ye.  Serlêdana duyem di 7’ê Hezîranê de hat kirin, balkêş e. Desthilatdariyê 7’ê hezîranê jibîr nekiriye. Têkoşîna li dijî hewldanên girtina HDP’ê ji bo têkoşîna demokrasiyê ferze.”