Ji bo binpêkirina mafên li girtîgehê serî li komîsyonê hat dayin 2021-06-08 14:37:21     AMED - Ji bo binpêkirina mafên li Girtîgeha Jinan a Amedê serî li komîsyonê hat dayin. Parlamentera HDP’ê Semra Guzel xwest li girtîgehê lekolîn bên kirin.    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, ji bo Girtîgeha Jinan a Amedê ku tevdîrên vîrûsa koronayê lê nayên girtin û mafên girtiyên jin tên binpêkirin serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê da û xwest li girtîgehê lekolîn bên kirin. Semra, di serlêdana xwe de qala rewşa li girtîgehê kir û da zanîn ku heftê tenê rojekê personelê tenduristiyê li girtîgehê heye û rojên din personelê tenduristiyê li girtîgehê tune ye û wiha got: “Ji ber ku li girtîgehê tevdîr nayên girtin gelek girtiyên jin bi vîrûsa koronayê ketine. Rexmî vê jî testên wan dereng tên girtin.