Mizgîn Ari: Ji bo yekitiyê ne axaftin divê gav bên avêtin 2021-05-18 09:03:41     Rojarya Royem    MEXMÛR - Rêvebera Nûnertiya HDP'ê ya Herêma Federal a Kurdistanê Mizgîn Ari, diyar kir ku niha li hemberî herêmê êrişek heye û got: "Divê jinên Kurdistanî li dijî êriş û dagirkeriyê bên cem hev û yekrêziya xwe avabikin. Bi taybetî jî jinên Başûrî li dijî dagirkeriyê bikevin nava hewldanan."   Operasyonên dersînor yên Arteşa Tirk a li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê didomin. Ligel Kurdistanî bertek nîşanî êrişan didin jî hikûmeta Bexdat û Hewlêrê rê didin êriş pêk bên. Sazî û dezgehên kurd bektek nîşanî êrişan dan û banga yekitiyê dikin. Ji bo saziyan heke yekitî pêk neyê dê hemû destkeftiyên kurd têk biçin. Rêvebera Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Herêma Federal a Kurdistanê Mizgîn Ari bal kişand ser geşedanên dawî yên li herêmê û derbarê rol û mîsyona jinên herêmê de nêrînê xwe ji ajansa me re anî ziman.    'Partî û sazî li hemberî şer bêdeng in'    Mizgîn, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên leşkerî ya li hemberî Qadên Parastina Medyayê ya Herêma Federal a Kurdistanê û got: "Îro ji hêla dewleta tirk ve başûrê Kurdistanê tê dagirkirin û li qadên gerîla şerekî pir qirêj tê meşandin. Bê guman berxwedanek pir mezin jî li hemberê dagirkeriyê tê meşandin. Her wiha ne tenê Herêma Parastina Medyayê, tevahiya başûrê Kurdistanê hatiye dagirkirin. Zaxo, Hewlêr, Duhok hatiye dagirkirin. Dixwazin hevpeymana Lozanê pêkbinîn. Lê tişta herî girîng jî li herêmê bêdengiyek heye. Partî û saziyên başûrê Kurdistanê bêdeng in. Em herdem dibêjin gerek ruhê netewî pêk were. Lê tenê ne di axaftinê de, divê gav bên avêtin. Ruhê netewî ne tenê ji bo parçeyeke Kurdistanê ji bo tevahî parçeyên Kurdistanê derbasdar e."    'Başûrî li Mêrsînê bi êrişê re rûbirû man'    Mizgîn, diyar kir ku çend roj beriya niha malbateke kurd li Mêrsînê bi êrişa nijadperestan re rûbirû ma û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Malbata ku ji Hewlêrê diçû Mêrsînê di rê de bi êrîşa nijadperestan re rûbirû man. Ev êrîş her roj li hemberî kurdan pêk tê. Bi sedan kes ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê li Tirkiyeyê hatin lînçkirin û kuştin. Çend roj beriya niha malbatekî Başûrî li Mêrsîna Tirkiyeyê bi êrişa nîjadperestan re rûbirû man. Lê rayedarên Başûr li hemberî bûyerê bêdeng man. Ev tişt divê bê rexnekirin."   'Li dijî kuştina jinan divê helwesteke hevpar pêk bê'   Mizgîn Ari, di axaftina xwe de wiha behsa rewşa jinên Herêma Federal a Kurdistanê kir: "Dema mirov li tevahiya Kurdistanê mêze dike pêşengtiya jinên kurd di asta herî pêş de ye. Ligel wê divê jinên Başûrî jî li dijî dagirkeriya ax û welat derkevin. Divê li hemberî şîdeta li dijî jinan bikevin nava hewldanan. Li Başûr jî hejmara xwekuştin û kuştina jinan zêde ye. Her roj agahiyên jineke xwe dişewetîne tê, lê ne diyare ku gelo hatiye şewidandin an xwe şewidandiye. Her wiha asta şîdeta di nava malê de jî zêde ye. Gelek jin ji hêla hevjinê xwe ve bi êrişê re rûbirû dimîne. Divê li dijî şîdet û kuştina jinan helwesteke hewpar bê nîşandan û çalakî bên lidarxistin."    'Jin dikarin yekrêziyê ava bikin'    Derbarê yekitiya neteweyî de jî Mizgîn wiha nêrînê xwe anî ziman: "Divê jinên Kurdistanî bi yek armancî werin cem hev. Li dijî dagirkeriyê divê yekrêziya xwe avabikin. Bi taybetî jî jinên Başûrî li dijî dagirkeriyê divê yekrêziya xwe avabikin. Avakirina yekitiyê li ser milê jinê ye. Divê jin bighêjin hev plansaziyek çêkin. Serkeftin dê bi pêşengî û yekitiya jinê ve bê avakirin. Li Başûr gelek hizib hene, lê rêxistinbûna jinê nîne. Divê jin ji bo avakirina rêxistinbûna jinê bikevin nava hewldanan. Hek jin xwe birêxistin bikin dê li çar aliyê Kurdistanê dikarin bibin mertal."    'Li dijî dagirkeriyê dakevin qadan'   Mizgîn di dawiya axaftinên xwe de bang li gel kir û got: "Ewqas qetlîam li hemberî Gelê Kurd tê kirin. Divê em pêşiya vê bigirin, pêşiya operasyonên dagirkerinê bigirin. Bêdengî tê wateya erêkirina dagirkirina welat e. Bêdengî tê wateya komkujî û qetilkirina Gelê Kurd e. Divê jinên her çar parçeyên Kurdistanê bi yek dengî biherikin kolanan û êrîşên dagirkeriyê bidin seknandin."