‘Di esasê polîtîkaya Sûriyeyê de dijminahiya li dijî kurdan heye’ 2021-05-15 09:05:08   Oznur Deger   ENQERE - Hevberdevka Heyeta Maseya Rojhilata Navîn a HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît siyaseta Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn nirxand û  got tişta wek dijberiya PKK’ê tê lansekirin, di esasê de sekinandina li dijî kurdan e û banga yekîtiya neteweyî li rêveberiya PDK’ê kir.   Heyeta Maseya Rojhilata Navîn a HDP’ê, serdanên xwe yên bi welatên Rojhilata Navîn re didomîne. Heyeta HDP’ê hefteya borî bi heyetên cuda re li Tunusê hat cem hev û got ku welatên Bakurê Afrîkayê jî ji polîtîkayên Tirkiyeyê ne rehet in.   Hevberdevka Heyeta Maseya Rojhilata Navîn a HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, der barê polîtîkayên Tirkiyeyê de nirxandin kir û got di esasa polîtîkayên tên meşandin de dijminahiya li hember kurdan heye.   ‘Welatê ku şoreşa wê hatiye dizîn’   Gulîstanê da zanîn ku  bi Zanista Dîplomasiya HDP’ê re berê Têkiliyê Derve dane Rojhilata Navîn û bi lêv kir ku bi welatên Rojhilata Navîn re, bi gelên bindest û partiyên siyasî yên mûxalîf re pêşxistina têkiliyan, perspektîfeke giştî ye. Gulîstanê wiha dirêjî dayê: “Me wek Maseya Rojhilata Navîn li gor perspektîfê serdanên di cih de pêk anîn. Ji ber pandemiyê gelek serdan hatin betalkirin. Piranî hevdîtin me onlîne pêk anîn. Bakurê Afrîkayê qadeke ku hinek em biyaniyê wê ne. Em Tunusê jî bi bihara Ereban a di 2011’an de dest pê kir dizanin. Tunus di vî alî de wek welatê ku şoreşa wê hatiye dizîn jî dikare bê îfadekirin. Gelek dînamîkên Tunusê hene lê ya herî girîng dînamîka jinê ye. Têkoşîna maf a jinan watedar e.”   ‘Polîtîkayên osmanî wan ne rehet dike’   Tunusê di berdewamiyê de wiha got: “Li Tunusê dijberbûnek cidî ya li hember AKP’ê heye. Em bûn şahidên rexneyên li hember Tirkiyeyê. Tunus bi salan di bin kontrola Osmanî de ma. Ji ber vê jî dijberê Osmaniyan e. Bi taybet polîtîkayên AKP û Serokomar Tayyîp Erdogan yên Osmanî Tunusê nerehet dike. Wek mudaxaleyek li hember serbixwebûna welatê xwe dibînin. Ev bi aşkera îfade kirin. Partiya Komunîst a Tusunê di serdana Tunusê ya Erdogan de wiha gotibû ‘tu li şûna gotinê ji me re dibêjî biçe bi kurdên welatê xwe re li hev bike. Dest ji zilma li HDP’ê berde’.  Wan sekna xwe zelal danî holê. Ev ji bo me tiştekî gelek erênî û dostane ye.”   ‘Tunus di alî aborî de jî tê binpêkirin’   Gulîstanê bi lêv kir ku Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê tevlihev e û ji mudaxaleya hêzên navneteweyî yên emperyalîst re vekiriye. Gulîstanê ev tişt anî ziman: “Ji aliyê hêzên navneteweyî ve hewl tê dayîn ku serdestî li van deran bê kirin. Fas, Tunus, Cezayîr û Lîbya bi fikar in. Me dît ku Lîbya gelek ji şer bi bandor bûye. Hem di alî aborî hem di alî siyasî de hem jî ji siyasetê gelek bi bandor bûne. Mudaxalekirina şerê Lîbyayê, veguhestina cîhadiyan ku ji Sûriyeyê birin Lîbyayê û ji ber bû parçeyeke şer, Tirkiye gelek rastî bertekan hat. Tunus difikire ku di alî aboriyê de jî tên binpêkirin. Tunusî difikirin ku Tirkiye di aboriyê de jî berjewendiyên xwe diparêze. Li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bendewarî pêkhatina aştiyê ye.  Rola DAIŞ, OSO ya di şer de û helwesta Tirkiyeyê ya li hember şer, rastî bertekan tên. Ev me dît. Bi taybet rêveberiya Rojava meraq dikin.  Polîtîkayên hundir ên Tirkiyeyê û zextên li ser HDP’ê dişopînin. Dibêjin ku Tirkiye  ji ser şerê Sûriyeyê hemû welatên Ereb tedhîd dikin. Tirkiye bi polîtîkayên nû yên neo-osmanî dixwaze hemû Rojhilata Navîn û erdnîgariya Ereban binpê bike. Dibêjin ku ev van pêkanînan qebûl nakin.”   ‘Îfade kirin ku di her astê de ji hevkariyê re vekirîne’   Gulîstanê destnîşan kir ku yek ji nokteyên esas a li ser hevpar bûne, têkoşîna rewa ya gelê Fîlîstînê ye û kesên pê re hevdîtin pêk anîne piştgirî dane têkoşîna azadiya gelê kurd û di vî alî de gotine ku li cem gelê kurd in. Gulîstanê ev tişt bi lêv kir: “îfade kirin ku rêveberiya Tirkiyeyê dij-demokratîk e û ger bixwazin demokratîk bin divê biçin pêvajoya aştiyê. Her wiha gotin ew ji bo têkoşîna bi wan re her tim amade ne. Me ji Sudan, Fîlîstîn û Lubnanê bi jinan re hevdîtin kirin. Em hewl didin têkiliyên xwe pêş bixînin. Em ê ji bo vê hewl bidin.”   ‘Di bin polîtîkaya Sûriyeyê de dijminahiya li hember Kurdan heye’   Gulîstanê daxuyakirin ku helwesta Tirkiyeyê ya di siyaseta derve de agresîf û hewl dide qadan bigire de ye û got: “Di bin van hemûyan de dijminahiya li hember kurdan heye. Sedema ku Tirkiye bir Sûriyeyê helwesta wan a li dijî têkoşîna azadiya kurdan e. Li çar parçeyên Kurdistanê, rêveberiyên xweser û xwe bi xwe rêvebirina kurdan nayê qebûlkirin. Dixwazin Şoreşa Rojava bifetisînin û şûnde bixînin. Naxwazin di pêşeroja Sûriyeyê de mafê gotina kurdan hebe. Di vî alî de em nêzîkatiyeke, ku têkoşîna gelê kurd tê krîmînalîzekirin, hem raya giştî û ya derve manîpule dikin dibînin.  Di bin polîtîkaya Sûriyeyê de dijminahiya li hember kurdan heye. Her tiştî wekî ku dijbertiya PKK’ê dikin lanse dikin, ev di esasê de dijberbûna kurdan e.”   ‘Em li welat tu hêzek biyanî naxwazin’   Gulîstanê her wiha bal kişand ser mijara Lîbyayê û diyar kir ku mijara Lîbyayê hîn bêtir krîtîk û girîng e û wiha anî ziman: “Tirkiye li Lîbyayê parçeyeke şerê navxweyî ye.  Bi Lihevkirina Kita Sahanlixi ya navbera Tirkiye û Lîbyayê de, bi awayekî girtina wan deran û Yewnanîstan û Dewleta Kibris Rum ji derve hiştin hebû. Lîbyayê di hevdîtina dawî de got ‘em li welatê xwe hêzek biyanî û mêvanên nevexwendî naxwazin’. Pergala navnetweyî di vir de helwest girt. Tirkiyeyê dît ku ev mijar biha ye, şûnde gav avêt û ji bo lihevkirinê  çû guherînê. Yên bi birayên Musliman girt û gotin ‘Ey Sîsî’ niha ji bo bi Misirê re têkiliyan ava bikin pêngavan davêjin. Li Meclîsê komek dostaniya bi Misirê re hat avakirin. Em baş dizanin ku ev ji bo dema nû amadekarî ye. Tirkiye ne tenê li Rojhilata Navîn hewl dide têkiliya gelek welatan dîzayn bike. Hinek diyalogên wan ên bi Suudî Erebîstan û Îranê re di çapemeniyê de derketin. Heta ku Tirkiye tevlî karê hundir ê welatan bibe û heta ku  astengiyan bide ber têkoşîna aştî azadî û demokraiyê ya gelê Kurd, heta ku dagirkirin û binpêkirinê bike wê li herêmê nebe hêz.  Krîzeke ku nikare bê birêvebirin heye û Tirkiye tê belavkirin.Tirkiye di destên AKP’ê de bûye pêlîstok, polîtîka hundir derve, aborî, siyaset û jiyana civakî bi giştî hatiye têkbirin. Em dikarin behsa welatekî wisa bikin. Li welat tiştekî ku nefirotine nemaye."   ‘Tirkiye dikaribû bibe stêrka birqandî ya Rojhilata Navîn’   Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de li ser nêzîkatiya YE’ê jî sekinî û wiha dawî lê anî: “YE ku divê ev nêzîkatiya otorîter a Tirkiyeyê red bikira, çavên xwe digire û ji Tirkiyeyê re tiştekî nabêje.  Nokteyên qels yên Tirkiyeyê dizane û dixwaze ji ser van Tirkiyeyê angajeyê polîtîkayên xwe bike. Ger Tirkiye helwestek din bigire wê bi Tirkiyeyê bide qezenckirin. Dema PYD hat, gelê Tirkiyeyê ji bo şerê Kobanê seferber bû. Ger ku Tirkiyeyê ev wek derfet binirxanda wê îro wek stêrka birqandî ya Rojhilata Navîn bûna. Lê ev ne kir, li şûna vê Kurd pelçiqand.  Hîna jî di van polîtîkayan de israr dike.”