Selpîl Kemalbay: Betalî û xizanî li herêmê zêdetir tê hîskirin 2021-05-13 09:03:27     ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku di bin sedema betalî û krîza aborî ya her diçe giran dibe de, polîtîkayên desthilatdariyê hene. Serpîlê daxuyakirin ku di çarçoveya hevdîtinên ‘kar û xwarin’ ya partiya wan daye destpêkirin de serdanan pêk tînin û xizanî û betalî herî zêde li herêmê tê hîskirin.   Li Tirkiyeyê krîza aborî ya her diçe giran dibe, yek ji pirsgirêkên mezin ên welat in û bi pandemiyê re krîz girantir bû û faturaya wê jî li gelê xizan tê birîn. Li gorî Lêkolîna Ked Kar a Giştî ya girêdayê DÎSK’ê, rêjeya xizaniyê di du salên dawî de ji sedî 8.4 zêde bû û di dema pandemiyê de ev hejmar 7.7 mîlyon derbas kiriye. Dîsa li gorî lêkolînan li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê 2 hezar û 681 TL ye û sînorê xizaniyê jî 9 hezar û 274 e.   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay der barê krîza aborî ya her diçe giran dibe de nirxandin kir.   ‘Bi vîrusê re krîz çar qat zêde bû’   Serpîlê bi lêv kir ku hemû cîhan di krîzek kapîtalîzmê de ye, ji ber rawestînê, bidestnexistina karê, di rewşa ku hilberîn neyê kirin de berê xwe didin fînansbûnê û got: “Ya rast ev rewş bi salan e didome. Pergala neolîberal kapîtalîst her diçe teng dibe. Ji ber belavbûna hatinê bêedelet e vê jî navberek mezin vekir. Hemû dewlemendiyên cîhanê di destê hinek mirovan de ye. Yên mane jî di şertên giran de dijîn.  Betalî pir zêde ye krîz li seranserê cîhanê heye. Pandemiyê jî li vê zêde kir. Vê pandemiyê herî kêm çar qat krîz giran kir. Niha di mijara îstîhdamê de hem li Tirkiye hem jî li cîhanê mirov ji qada xebatê derxistine. Pirsgirêka betaliyê ne ji ber pandemiyê ji ber binpêkirinê pêk tê ye. Divê ji bo vê çarseriyek mayînde bê afirandin.”   ‘Tirkiyeyê ji sedî 1.1 transfera hatina neteweyî kir’   Serpîlê li seranserê cîhanê di pêvajoya pandemiyê de îstatîstîkên der barê pakêtên piştgiriya ji bo gel hatine aşkerakirin û daneyên hatine aşkerakirin wiha parve kir: “Welatên pêşketî  ji sedî 12 hatina neteweyî transferên gel dikin. Welatên hatina wan kêm jî ji sedî 1,6 transfer dikin. Tirkiye di binê vê de bû û ji sedî 1.1 transfer kir. Beşeke vê jî ji fonên betaliyê yên saziyên ewlehiya civakî kir. Tirkiyeyê gel, cotkar, esnaf û jin li dijî pandemî û krîza aborî tenê hişt.”   ‘Polîtîkayên AKP’ê yên obez in’   Serpîlê nirxandinên xwe wiha berdewam kir: “Bi xizaniyê re întîxar jî pêk tên. Li şûna divê li dijî krîza aborî, xizanî û betaliyê têkoşîn bihata dayîn, Tirkiye berovajî vê tev digere. Desthilatdariya heyî her tim pere dike piyasê, hem xwe deyndar dike û hem jî welatiyên xwe deyndar dike. Ji ber vê Tirkiye welatekî obez e. Polîtîkayên AKP’ê der barê deynkirin û bikarhêneriyê de ye. Mirovan di carekê de xwe tenê hîs kirin. Yên ku bi tena serê xwe man dîsa jin bûn. Ji ber vî hestê tenêtiyê hinekan întîxar kirin. Desthilatdariyê di pêvajoya pandemiyê de jî sermaye esas girt. Ji bo xwe vegerîne jî polîtîka derxist. Ji bo van sûcên xwe veşêrin, hewl didin întîxaran jî veşêrin. 128 mîlyar yê bankaya navendî ku divê bê rezervekirin li ku ye? Em vê pirsê dipirsin, ji ber ku em dibêjin bila ev çavkanî ji gel re bên transferkirin. Ew jî li aliyekî pirsên me asteng dikin li aliyê din zextan zêde dikin. Ji bo rewşa krîzê jî veşêrin hewl didin întîxaran wek tiştekî normal nîşan bidin. Lê em dizanin ku sedema van întîxarên zêde tercîhên desthilatdariya siyasî ye.”   ‘Kêr gihiştiye hestî’   Serpîlê bal kişand ser rewşa xizaniya jinan û ev tişt destnîşan kir: “Di vê pêvajoyê de jin zêdetir xizan ketin. Serweta 22 mêran ji serweta jinên Afrîkayê zêdetir e. Em dikarin bi vê mînakê binpêkirina keda jinê jî nîşan bidin. Partiya me di çarçoveya ‘kar û xwarinê’ de li herêmê kampanya ‘xizaniya jinan’ meşand.  Dema em li herêmê geriyan me dît ku ‘kêr gihiştiye hestî’. Yanî bifikirin belavbûna wisa bê wijdan û bê edelet heye. Bêguman ev tiştekî çînî ye, pergala kapîtalîst a heyî, alîgirê sermayeyê ye. Lê li tu derê cîhanê belevbûnek wisa newekhev, kûr û bi xof tune ye. Me şahidiya aliyê vê yê herêmê kir. Li herêma Kurdistanê betalî û xizanî pir giran e. Gotina herî zêde em pê re hatin rû hev ‘Em nikarin nan bibin malê’ bû.”   ‘Yên civak hildiberînin divê vegere ji civakê re’   Serpîlê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bin betaliyê de polîtîkayên desthilatdariyê hene. Divê li dijî vê pergalê alternatîf hebin. Dema em têkoşîna li dijî Qesrê didin, divê em pergala ku dikin şûna pergala red dikin, baş vebêjin. Em wisa difikirin; Divê ev tablo bê guherîn, çavkanî û hebûnê ku civak hildiberîne, ji xizmeta gel re bê pêşkêşkirin. Ne patron, ne sermaye ne jî xwediyê şîrketê. Yên hilberînê pêk tîne civak e. Divê tiştên civak hildiberîne li civakê vegere. Li şûna gotinên ku ‘em sermayê biparêzin bila betalî mezin nebe’ divê  piştgiriya hatina esas ji bo gel bê kirin. Wisa be wê pandemî bi xesareke kêm xilas bibe. Çavkaniya vê jî heye. Ya girîng ev e ku ev çavkanî çawa tên bikaranîn. Jixwe çavkanî, butçe û hatinek neteweyî ya Tirkiyeyê heye. Yên vê dikin jî kedkar in. Civak bi xwe ye. Tiştê ku jin li malê hildiberînin, bi trîlyonan e. Lê ev ked nayê dîtin. Heta ku daxwazên xwe yên rêxistinkirî hebe, em dikarin pêşniyarên çareseriyê û pêkhatina vê bikin meriyetê.”