Ebrû Gunay: Ji îradeya Şengalê re rêzdar bin 2021-04-23 12:25:19     ENQERE - Derbarê mijarên di rojevê de berdevka HDP'ê Ebrû Gunay civinek li dar xist û got: "Gelê Şengalê kîjan statuyê bixwaze divê her kes rêzê li îradeya wan re bigire. Xweparastin û xweserî wekî hemû gelan mafê Şengalê ye jî."    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.    Ebrû di civînê de bi kurmancî li ser rojeva tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û planên hewldana destwerdana li dijî Şengalê axivî.    Ebrû di civînê de wiha axivî:    "Ev hikûmet di polîtîkayên xwe yên şer de dewam dike. Her ku diçe polîtîkaya xwe ya tecrîdê kûrtir û belavtir dike. Binêrin greva birçîbûnê îro gihaştiye roja 146' an (sed û çil û şeşan). Ev polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê, ev zext û zordarî, ev faşîzm êdî sînorên dawî jî derbas kiriye. Li Tirkiyeyê hemû hikûmetan desthilatiya xwe ewilî li ser girtîgehan ferz kiriye û ji wir dest bi faşîzma xwe kiriye. Îro li girtîgehan mafên sereke yên mirovahiyê tên binpêkirin. Dijminatiya herî zêde li girtîgehan tê meşandin. Tu îrade, tu kesekî xwedî rûmet, êdî vê neheqiyê qebûl nake û li dijî van polîtîkayan li ber xwe dide.     Do jî Saziyên Civaka Sivîl li ser rewşa girtîgehan daxuyaniyekê dan. Hemûyan bang li hikûmetê kir û got; berpirsyar hikûmet bi xwe ye. Daxwazên rewa yên girtiyan qebûl bikin. Em dîsa û dîsa bang dikin; dengê ku îro êdî ji 107 girtîgehan olan dide êdî bibihîsin û berpisyariyên xwe bînin cîh. Dawî li van polîtîkayên xwe yên tecrîdê bînin. Ji bo rewşa girtiyan zêdetir nekeve xeterê werin ser rêya edaletê. Rojek berî rojekê werin ser rêya heqîqetê. Tecrîda li ser birêz Ocalan rakin û pergala Îmraliyê êdî bi dawî bikin.    Bi sedan sal e Êzidiyên Şengalê li dijî planên tunekirinê li ber xwe didin û şerê man û nemanê dimeşînin. 74 caran rastî ferman, komkujî û koçberiyê hatin. Herî dawî di sala 2014’an de çeteyên DAIŞê komkujiyeke mezin pêk anîn. Gelê Şengalê jî piştî fermanê, ji bo parastina xwe rêveberiyeke xweser ava kirin û bi vî awayî heta îro parastina xwe kir. Lê belê îro jî desthilatdarên herêmê dixwazin bi lîstikên xwe aloziyê derxin û gelê Şengalê bixin bin kontrola xwe û wan bêparastin bihêlin.    Em dibêjin: Biryar biryara gelê Şengalê ye. Gelê Şengalê kîjan statuyê bixwaze divê her kes rêzê li îradeya wan re bigire. Xweparastin û xweserî wekî hemû gelan mafê gelê Şengalê ye jî."