Ebrû Gunay: Girtiyan polîtikayên zilmê yên bloka îktidarê îfşa kirin 2021-04-16 13:36:54     ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin û wiha got:" Girtiyan polîtikayên zilmê yên bloka îktidarê îfşa kirin. Lê belê îktidar hîn jî girtîhan dikin wekî mekanîzmaya zext û kontrolkirinê."   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya partiyê li dar xist de, mijarên di rojevê de nirxandin. Ebrû, têkildarî salvegera referandûma 16’ê Nîsana 2017’an, ev nirxandin kir: “Bi ser vê werçerxa tarî ya ku AKP û MHP’ê li ser welat ferz kir re 4 sal derbas bûn. Gotin, ew ê welat pêş bixin, bifirînin, bi lez wê biryar bidin, dê darbe bi dawî bibin, wê demokrasî li welat pêş bikeve, lê va ye rewşa Tirkiyeyê eşkere ye. Desthilatdariya mûtlaq a 4 sal in dewam dike, di oxira qesran û seltenata xwe de, tu xirabiyek nema ku li vî welatî nekirin.”   'Civak guhertinê dixwaze'   Ebrû axaftina xwe wiha dewam kir: "Berî 4 salan me gotibû ku ji bo dizîtiya xwe ya desthilatdariyê welat ber bi zinaran ve dibin. Me hişyarî kiribû. Mixabin em mafdar derketin. Kesên gotin ew ê welat bifirînin, kaseya Bankeya Navendî firandin, demokrasî tune kirin, maf û azadî binpê kirin û her roj qanûna bingehîn dieciqînin. Tişta ku herî bi lez dikin, valekirina kaseyan e, derbkirina demokrasiyê ye û qeyûm kirin weke rejîmekê. Di warê girtin, êrişkirin û zextên li ser mûxalefetê de, kes bi wan re nagihêje. Ev 4 sal in qanûna bingehîn ji holê rakirin e. Welat bi KHK’iyan, pergala OHAL’ê û bi bêhiqûqiyê bi rê ve dibin. Tirkiye ber bi xizantiyek leztirîn ve birin. Di warê girtinên siyasî de Tirkiye di rêza yekemîn de bi cih kirin. Ev pergala sosreta ya ku ava kirin, berî ku dest pê bike, îflas kir. Êdî tu rewabûna vê pergalê nemaye. Civaka ketiye xiloqa canê xwe. Rojekê berî rojekê dixwaze ji vê pergala xirab rizgar bibe. Civak guhertinê dixwaze. Ev daxwaza mafdar a gel ji bo me jî sedema hebûnê ye. Em ê destûr nedin ku ev pergala hîn zêdetir xirabiyan li ser gel û civaka me ferz bike. "   Doza girtinê   Duh Dadgeha Qanûna Bingehîn, biryara hincetê ya îadekirina îdîanameya derbarê girtina partiya me de, aşkera kir. Bi vê îdîanemeyê, li holê tu sûcek tune ye. Armanca wan ew bû ku zexta siyasî li darazê bikin. Derbarê HDP’ê de, derewan dikin û bi vê dixwazin partiya me sûcdar îlan bikin. Mijarek tenê jî HDP’ê sûcdar bikin, li holê tune ye. Ji ber vê bi dosyeya bi lez û bez û îdîayên bêbingeh amade kirin, li ser sûc hatin girtin.   Berê jî me gotibû. Bi sedan îdîanameyên bi beraetê û ne şopandinê bi encam bûne hene. Heta ji bo hevalên me yên jiyana xwe ji dest dan jî, biryarên qedexeyên siyasetkirinê dane. Lê em baş dizanin ku hemû dosya bi zorê bi dozgeran hatine amadekirin. Plana li dijî partiya me siyasî ye û divê ev dosya bêyî ku carek din bê vekirin, bê girtin.   'Tecrîd, li dijî mirovahiyê ye'   Di girtîgehên bûne navendên îşkenceyê û mûameleyên xirab de, 141 roj in girtî li dijî tecrîd û pêkanînên bêhiqûqî di greva birçîbûnê de ne. Bi hezaran girtî, bedena xwe dane ber birçîbûnê. Li vî welatî, hiqûq, edalet, wekhevî, nêzikatiyên mirovî û azadiya mafan ji holê hatine rakirin. Girtî ji ber vê yekê di greva birçîbûnê de ne. Sereke daxwaza girtiyan jiholêrakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Tecrîda ku li tevahiya welat belav bûye, divê bê rakirin. Tecrîd, li dijî mirovahiyê ye û tu bingeheke wê ya hiqûqî tune ye.  Girtiyan polîtikayên zilmê yên bloka îktidarê îfşa kirin. Lê belê îktidar hîn jî girtîhan dikin wekî mekanîzmaya zext û kontrolkirinê."