Pervîn Bûldan: Rêya 3'yemîn raya giştî bi xwe ye 2021-04-13 16:01:26   ENQERE - Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe ya Meclîsê de axivî û got: " Piştî vekişandina ji Peymanê heta niha 12 hezar bûyerên tundiyê çê bûne. Kujer, êrişkar û wezîfedarên dewletê hêza xwe ji betalkirina peymanê digirin. Polîtîkaya dijminatiyê ya li dijî jinan berdewam dike."   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe de axivî. Pervîn diyar kir ku wan çend roj berê civîna hevserokên bajaran li dar xistine û nexşerêya xwe eşkere kirine û pêvajoya Tirkiye têde derbas dibe nirxandine.    Pervîn anî ziman ku tevî hemû zextên li ser HDP’ê jî bi fikr û rêxistinbûyîna xwe rêya xwe berdewam dike û rêya HDP’ê ronî û alternatîfek demokratîk e. Pervîn di civîna komê de wiha axivî: "Hin kes bi awayek têrkirî HDP’ê nas nakin û naxwazin nas bikin. Lê dema em qala rêya sêyemîn dikin demildest wek tifaqa hilbijartinê fêm dikin û dixwazin wisa maneyê bidinê. Naxêr. Niha di rojeva HDP’ê de tifaqa hilbijartinê nîne. Helbet dema ew roj hatin em ê nirxandinan li ser vê yekê jî bikin. Lê niha di rojeva me de nîne. Tifaqa herî mezin tifaqa demokrasiyê ye. Îro Tirkiye ber bi têkçûnekê ve diçe. Armanca me ew e ku em îqtidarek demokratîk ku her kes dixe bin ban û sîwana xwe biafirînin.   Siyaseta rêya sêyem...    Bi vê armancê em dixwazin bi hemû aliyên civakî û siyasî yên muxalîf, hêzên aştî û demokrasiyê, rewşenbîr, hunermend, demokrat û welatiyên xwedî wîjdan re bimeşin. Em dixwazin bi wan re hilberînin. Em bi wan re dixwazin li ber xwe bidin. Siyaseta rêya sêyemîn ew siyasete ku li dijî siyaseta hêzên serdest û kedxwar e û rêya sêyemîn raya giştî ya demokratîk bixwe ye. Tevahiya bindestan e. Terzek klasîk ya muxalefetê qebûl nake. Ji bo demek kin nafikire. Ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê rêgezên xwe diparêz e. Polîtîkaya xwe nerm dike û wek di hilbijartinên dawî de bandora xwe dike dîrokî. Rêya sêyemîn xwedî xetek şoreşgerî ya ekolojîk, têkoşîna jin û ciwanan di xwe de dihewîne, dewletê ji bo demokrasiyê nerm dike û gelan, bindestan û demokrasiyê temsîl dike ye.    Li Îmraliyê tecrîdek giran tê birêvebirin     Divê ku baş were zanîn ku HDP wê serkeftina xwe her biparêz e û wê berpirsiyarî tevgigere û teqez wê di rêveberiya welat de cih bigire. Fikrê HDP’ê teqez wê di jiyana rêveberiya welat de hebe. Teqez wê xewa demokrasiyê ya gelên me pêk were. Tirkiye ber bi têkçûnê ve diçe, lê em ê destûrê nedin viya. Hiqûq û edaletê têk birine. Serdestiya parlamentoyê qedandin û kirin destê serdestiya qesrê. Qesrên edaletê veguherandin qesrên kelemçeyan. Li şûna fabrîkayan girtîgehan çêkirin.    Li Girava Îmraliyê tecrîdek giran tê birêvebirin. Îmrali mînaka bêhiqûqî û bêdaletiya li welat e. Divê tecrîd li tavilê bi dawî bibe. Rojên ku wê qesr derabeya xwe bigire nêzîk in. Wê gel wisa hesab ji van zaliman bixwaze wê feleka wan şaş bike.    Kuştina jinan zêde dibe    Bi fesixkirina Peymana Stenbolê re her roja ku diçe tundî û kuştina jinan zêde dibe. Piştî vekişandina ji Peymanê heta niha 12 hezar bûyerên tundiyê çê bûne. Kujer, êrişkar û wezîfedarên dewletê hêza xwe ji betalkirina peymanê digirin. Polîtîkaya dijminatiyê ya li dijî jinan berdewam dike. Hefteyek berê li Amedê bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girtin. 8 jin hatin girtin. Lê em ê li Meclîsê û li her deverê bibin deng û rengên jinan. HDP cihê mîsogeriya jinan e.”