Komisyona Mafên Mirovan a Meclîsê lêgerîna tazî guncaw dît 2021-04-07 16:17:50     ENQERE - Îşkenceya lêgerîna tazî ya îktidar înkar dike di Komisyona Mafên Mirovan a Meclîsê de bi gotina "li gor şêweyê ye" cih girt.    Komisyona Lêkolînê ya Mafên Hukumxwar û Girtiyan a Komisyona Lêkolîna Mafên Mirovan di 4'ê Adara 2021'êd e çû serdana Saziyên Girtîgeha Sîncanê. Komisyonê serdana Saziya Înfazê ya Ceza ya Jinê, Saziya Înfazê ya Ceza ya Ciwan û Zarokan, 1'mîn Saziya Înfazê ya Tîpa L, Saziya Înfazê ya Ewlehiya Bilind, Saziya Înfazê ya Ewlehiya Bilind a Tipa F û rapora amade kirin parve kirin.    Di raporê de ji bo lêgerîna tazî ev hat gotin:"Di têketina yekem a saziyê de li gor şêweyê lêgerîna tazî hatiye kirin di çûyina dirûşme û nexweşxaneyê de tenê lêgerîn hatiye kirin."    Binpêkirina mafan   Di raporê de di nava binpêkirina mafan de pirsgirêka avê, tenduristiyê, derengmayina ji bo tedawiyê, tedbîra ji bo şewbê nayê girtin, daxwaza nakîlê, helwesta kêfî ya personelên saziyan, muameleya nebaş, ava germ û sar, faaliyetên civakî, derfetên danîna têkiliyê hebûn.