‘BMG wê di muxalefeta civakî de li kolanê pêşengiyê bike’ 2021-04-05 09:07:58   Sena Dolar   STENBOL- Nûnera Alinterî Muruvet Kuçuk da zanîn ku BMG armanc dike ku li dijî desthilatdariyê dengê xwe bilind bikin yek û got wê li dijî êrîşên li hember HDP’ê li qadan bin û ligel kedkarên ku fatura krîzê li wan hatiye birîn bin.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Şoreşger, Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Platforma Yekitiya Têkoşînê (MBP) Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Alinterî û Partîzan li dijî sekna parçekirî ya partiyên çep ên li Tiriyeyê hatin gel hev û di 4’ê Sibatê de avakirina Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) deklere kirin. BMG ku di zemîna têkoşîna hevpar a li dijî pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî yên Tirkiyeyê hat gel hev, di pêvajoya pêş de wê ji bo siyasta Tirkiyeyê li cihekî girîng bisekine.   Nûnera Alinterî Muruvet Kuçuk, BMG, polîtîkayên desthilatdariyê û geşedanên tên jiyîn ji ajansa me re nirxand.   ‘Em dixwazin li dijî pirsgirêkan bibin xwedî helwest’   Muruvetê destnîşan kir ku BMG ji 4’ê Sibatê de di faliyetan de ye û di esasa hedefên xwe de xebatan dimeşîne û wiha pê de çû: “Li dijî pirsgirêka azadiyan li kolanê û li qadên cuda yên jiyanê helwestê pêş dixîne û hedef dike ku bigihêje nokteyên pêş ketî. Ligel kedkar û karkeran cih digire û hewl dide pirsgirêkan bîne rojevê. Der barê pirsgirêkên ku krîza aborî afirandiye û bandor li ser karker û kedkaran kiriye de faliyetan dimeşîne. Armanca me ev e ku berxwedana çîna karkeran bê xurktirin. Di vê demê de êrîşên li hember azadiyên çîna karkeran heye. Desturên bê pere, êrîşa Kod-29, cinayetên karkeran, betalî û pisgirêkên di pandemiyê de derketine holê. Armanca me eve ku em li dijî vê xebatên xwe xurt bikin.”   ‘Em ji bo ked û rumetê xwe rêxistin bikin’   Muruvetê bi lêv kir ku desthilatdariyê aborî serobino kiriye û biryar girtine, fatura wê jî li karkeran birîne. Muruvetê her wiha got der barê vê de di amadekariya kampanyayekê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em lid ijî van êrîşan, meşandina xebatên cur bi cur esas digirin. Niha xebatek me heye ji xwe. Xebateke li dijî hilweşînan a wekê ‘em ji bo ked û rumeta xwe, xwe rêxistin bikin heye. Newroz ji bo me xebatek baş bû. Bi rihê 1’ê Gulanê me giranî da xebatên Newrozê. Ji vir şûnde wê ji bo me hemûyan pêvajoyek tije dest pê bike.”   ‘Em ê dînamîkên xwe di kanalekê de kom bikin’   Muruvetê di berdewamiyê de wiha got: “tişta em ji Têkoşîna Yekbûyî fêm dikin, ne tenê girtina helwestê û nîşandana bertekê ye. Armanca me hîn bêtir berfirehe. Em xwedî mîsyoneke ku bibin lingê ku bertekên civakê di hewzekê de kom bikin. Desthilatdarî li hember hemû aliyan biryaran digire. Vê vediguhere dijminahiya li hember jin û LGBT’yan û pêşiya tiştên çavsor vedike. Ji ber vê jî em ê di vê esasê de bên gel hev û dînamîkên têkoşînê di kanalekê de bînin gel hev.” Muruvetê balkişand ser pirsgirêka Kurd jî û ev tişt daxuyand: “Heta pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk neyê çareserkirin, ne pêkane ku çîna karkeran jî azad bibe. Ji ber pirsgirêkên çîna karkeran her tim bi şovenîzm û dijminahiya li hember Kurdan tê veşartin. Çareserkirina vê di alî kesên têkoşîna şoreşê dide de gelek girÎnge. Li Tirkiyeyê paşverûtiya dîrokî pir kûr e. Pirsgirêka Kurd heye, ya Elewiyan heye. Niha jî LGBTÎ’yan bikar bînin. Lê kokên pirsgirêka Kurd pir kûr e. “   ‘Tecrîd nêzîkatiya rejîmê nîşan dide’   Muruvetê her wiha tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî nirxand û bi lêv kir ku tecrîda li Îmraliyê nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember pirsgirêka Kurd nîşan dide û her wiha hewl didin ku vê tecrîdê li hemû civakê serdest bikin. Muruvetê wiha dawî lê anî: “Rejîm niha êrîşê HDP’ê dike. HDP di alî dînamîkên muxalefeta civakî de li cihekî girîng cih digire.Em wek hêzên Yekbûyî bang dikin ku divê xwedî li HDP’ê bê derketin û divê kolanê bersiva vê bê dayîn. BMG wê bersivê bide êrîşên li hember HDP’ê.”