Pervîn Buldan: Teqez em ê vê desthilatdariya faşîst biguherînin! 2021-03-27 12:44:20     ENQERE - Berî civîna Meclîsa Jinê ya HDP’ê, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan daxuyanî da û got: “Em welatê xwe, jiyana xwe, bedena xwe û pêşeroja xwe terkî vê hişmendiya faşîst a serdest nekin. Em rêveberiya demokratîk a jinan ava bikin. Em ê biharê bi jinan bidin jiyîn. Teqez em ê vê desthilatdariya zilm a faşîst biguherînin!"   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, berî civîna Meclîsa Jinê ya HDP’ê, daxuyanî da. Pervîn, di dest pê kê girtiyên jin silav kirin û wiha axivî: “Teqez em ê di rojên azad de hev bibînin. Teqez em ê têkoşîn û serkeftina jinan, bi hev re pîroz bikin. Bawer bikin, ji vê yekê qasî misqalekê jî, gumana me tuneye.”    'Newroza îsal Newroza jinan bû'   Axaftina Pervîn Buldan wiha ye: "Em îro li dijî tarîtiya faşîst a serdestiya zilamê tetîkêş, ji her demê zêdetir nêzî serkeftinê ne. Em jin her sal 8’ê Adarê pîroz dikin. Lê her sal ev pîrozbahî xurtir derbas dibe. Me di vê 8’ê Adarê de jî, dengê xwe zêdetir bilind kir. Me qadên 8’ê Adarê bi têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên zextan mezin dibe tije kir. Em bi coşa xwe, keyfxweşiya xwe û cesareta xwe gurmegurmin.   Ne hepsên wan ên malê, ne zindanên wan, ne kelepçeyên wan, ne gefên wan û ne jî bêhiqûqiyên wan, nekarin jinan asteng bikin. Berevajî, me hemû ref dagirtin. Cardin me jinan, bi hêz û moral qadên Newrozê tije kirin. Li dijî tecrîdê, faşîzmê û rejîma zilamê tetîkêş qadên Newrozê xemilandin. Newroza îsal Newroza jinan bû. Jinan di Newrozê de peyamên girtîng dan. Li dijî serdestiya zilam jinan gotin, ‘Hûnê nekarin me teslîm bigirin. Hûnê karin me bitirsînin. Hûnê karin me bigirin. Hûn zordest û zalimsin.’ Emê van gotinên xwe her tim dewam bikin.   Şevekî de peyman fes kirin   Bêguman ew jî di ferqa hêza me de ne. Îro şerê wan ê herî mezin bi jinan re ye. Bi destkeftiyên jinan re ye. Ji ber vê yekê li dijî Peymana Stenbolê darbe kirin. Di nîva şevekê de, Peymana Stenbolê fes kirin. Peymana Stenbolê mafê jiyana hemû jinane. Peymana Stenbolê parastina zarokane. Lê ev mafê jiyana û parastina jin û zarok, bi biryara zilamekê ji holê hat rakirin. Bi vê biryarê teşwîqa sûcên li dijî jin û zarokan kir. Ev xespkarain. Ev kedxwarin. Em weke Partiya Demokratîk a Gelan û jin, soz didin ku emê dest ji mafên xwe û Peymana Stenbolê bernedin.    HDP partiya jinan e    HDP têkoşîna siyaseta jinane, zemînê lê siyaset kirine, gotina jinan a di siyasetê de ye, cihê çalakî, vîn û rengê jina ne. HDP cihê nûnertiya jinan e. Di HDP’ê de jin bi xwe biryarên xwe digirin û xwe bi xwe bi rêve dibin. HDP di heman demê de cihê avakirina derfetên nûnertiya wekhev a jinan e. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku HDP partiya jinan e. Ji ber vê wê nekarin bi girtinê em jinan bidin rawestandin. Emê tu carî dev ji pîvanên xwe yên demorkatîk û hedefên xwe bernedin. Wê hêza wan têrê neke ku me teslîm bigirin û me ji rêya me paşve bikêşin.   Dayikên Şemiyê dê hesap bipirsin   Jin nav û çewherê têkoşîna cesaret, heqîqet, wekhevî û edaletê ye. Hemû êş, zilm û heqareta li jinan tê kirin, hinceta berxwedana me ye. Dayikên Şemiyê jî 26 sal in têkoşîna vê yekê didin.  Dayikên Şemiyê 26 salin ji aqlê faşîzmê hesap dipirsin. Niha jî kesên divê hesap bibin, hewl didin ji Dayikên Şemiyê hesap bipirsin. Dixwazin Dayikên Şemiyê bi darizînin. Em ji vê derê dibêjin, hûn nikarin Dayikên Şemiyê bi darizînin. Wê Dayikên Şemiyê we bi darizînin.    Emîne Şenyaşar 20 roj in banga edaletê dike    Dîsa, Emîne Şenyaşar a ku malbata wê hat qetilkirin, 20 roj in li ber Edliya Rihayê bang û daxwaza edaletê dike. Edaletê di qîre. Desthilatdariya faşîst li şûna ku hesab bidin dayika Emîne, wê binçav dike. Weke li Dayikên Şemiyê û dayikên aştiyê kirin, li dayika Emîne jî dikin. Naxwazin dengên edaletê yên li dijî zilm, zor û derewan seh bikin. Em li vê derê cardin yek bi yek soz didin hemû dayik û jinan, ku em ê hesap ji vê desthilatdariya faşîst bixwazin.   Em ê têkoşîna azadî û wekheviyê mezin bikin   Ev desthilatdar şerê hebûn û tunebûna xwe bi rêve dibe. Divê her kes baş zanibe ku em ê li dijî vî şerê wan têkoşîna xwe ya wekhevî û azadiyê mezin bikin. Em ê aştî û aramiyê ava bikin. Em welatê xwe, jiyana xwe, bedena xwe û pêşeroja xwe terkî vê hişmendiya faşîst a serdest nekin. Ew dixwazin têkoşîna jinan bi HDP’ê re bigirin. Lê em ê weke her dem, bi HDP’ê re qanûna xwe ya wekhev û demokratîk bi jinan re ava bikin. Em rêveberiya demokratîk a jinan ava bikin. Em ê biharê bi jinan bidin jiyîn. Teqez em ê vê desthilatdariya zilm a faşîst biguherînin! Hêza me jî têra vê yekê dike, bawerî, biryardarî û cesareta me ya vê yekê jî heye.”