Ayşe Acar Başaran: Mêrek nikare Peymana Stenbolê ji holê rake 2021-03-25 16:35:18     ENQERE - Derbarê betalkirina Peyman Stenbolê de, berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û got: "Desthilatdariya heyî desthilatdariyeke dijminatiyê li jinan dike, hebûna xwe bi vî rengî dewam dike."   Li ser ferman û biryara Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan Tirkiye ji Peyaman Stenbolê vekişiya û bi vê yekê re peyman hat betalkirin. Ji roja peyman hatiye betalkirin heta niha aktîvîstên jin û rêxistinên jinan nerazîbûnên xwe tînin ziman. Îro jî rêxistinên li gelek navendan li dijî betalkirina peymanê derketin. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran tevî parlamenterên jin ê têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.    Ayşe diyar kir ku polîtîkayên AKP'ê yên dijminatiya li jinan dewam dikin û got: "Demeke dirêj bi rengekî sergirtî meşand. Lê bi taybetî ji sala 2016'an ve rojane bi rêk û pêk êrişî destketiyên jinan, êrişî paşeroj û îradeya jinan dikin, bi vî rengî hewl didin li ser piyan bimînin. Desthilatdariya heyî desthilatdariyeke dijminatiyê li jinan dike, hebûna xwe bi vî rengî dewam dike."   Ayşe, bal kişand ser zext û zordariya desthilatdariyê ya li dijî jinan û anî ziman ku di rewşeke wiha de tenê di sala 2020'an de herî kêm 300 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di rewşeke wiha de ku tundî li jinan dihate kirin, deshilatdariyê Peymana Stenbolê kir mijara nîqaşê û bi israr li ser rawestiya. Herî dawî bi darbeyeke nîvê şevê 20'ê Adarê hate ragihandin ku ji Peymana Stenbolê vekişiyane. Bêguman tu aliyekî hiqûqî ya qebûlkirina vê nîne. Qanûn, Destûra Bingehîn li pêş çavan e. Ûsila qebûlkirina peymaneke navneteweyî eşkere ye. Serokê Giştî yê AKP'ê bi tenê ji Peymana Stenbolê vekişiya, jin ji vê peymanê venekişiyan. Bi êrişa li dijî Peymana Stenbolê hûn jinan di nava tundiyê de dihêlin. Heta ku em jin Peymana Stenbolê neqedînin, mêrek nikare vê peymanê ji holê rake."