‘Mijara girtina HDP’ê, tasfiyeya pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye’ 2021-03-24 09:06:26   Dîlan Babat   ENERE - Parlamentera dema berê ya HDP’ê a Wanê Tugba Hezer, got HDP ji bo desthilatdariyê astengiye û bi lêv kir ku mijara girtina HDP’ê jî tasfiyeya pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye.   Di rojên borî de Serozgerê Komarê yê Dadgeriyê Bekîr Guneş ji bo doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) da. Di îdianameya derbarê HDP’ê de hat amadekirin de derbarê 687 siyasetmedarî de qedexeya siyasetê hat xwestin û li ser ve bertekên mezin hatin nîşandan. Parlamentera dema 26’emîn a HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer ku parlamenteriya wê hatibû xistin, derbarê girtina HDP û xistina parlamenteriya Omer Faruk Gergeroglu de nirxandin kir.   Tugbayê da zanîn ku êrîşa TSK’ê ya di 10’ê sibatê de li hember Garê, tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtina HDP’ê û xistina parlamenterê Kocaeliyê yê HDP’ê Omer Faruk Gergeroglu ji hev ne qûtin û got tabloya ku desthilatdarî dixwaze bike pir vekiriye. Tugbayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi operasyoneke mezin ku mirina leşkerên xwe dan ber çavên xwe, ketin Gareyê. Fiyaskoyek mezin bû û bi komkujiyê dawî kirin. Ev hemû ji bo girtina HDP’ê kirin. Em vê dibînin; çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li ser maseyê nayê dîtin. Bi îmhayek topyekun berê xwe didin.”   ‘HDP ji bo rejîma Erdogan astengiye’   Tugbayê her wiha bi lêv kir ku nobeta Omer Faruk Gergeroglu ya li meclîsê û pişre binçavkirina wê dîmenê salên 90’î aniye bîra mirovan û got: “Pêvajoya niha ji ya salên 1990’î cudatire. Hebûna HDP’ê ji bo rejîma desthilatdariyê astengiye. Krîzeke mezin ya giran bûye heye. Di vê krîzê de aborî, tenduristî û jiyana civakî têkçûnê dijî. Tevî vê têkçûnê partiyên muxalefetê dibêjin ev mijarek netewiye û wek piştgiriyê ji xwe re dibîne. HDP di her şertî de ligel şaşiyê cih negirt. Ji ber vê jî HDP’ê astengî dibînin û dixwazin îmha bikin.”   Tugbayê anî ziman ku girtina HDP’ê tenê HDP’ê eleqeder nake û ev tê wateya tasfiyekirian pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê û piştî nîqaşên girtina HDP’ê, feshkirina Peymana Stenbolê jî divê girêdayê doza girtinê bê nirxandin. Tugbayê her wiha da zanîn ku Erdogan hemû tiştên li pêş xwe asteng dibîne, hedef dike ku ji holê rabike.   ‘Her tiştê ku dihat kirin li kurdan kirin’   Tubayê balkişand ser îdiayên li ser çapemeniya civakî yên der barê jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de û got ev yek jî ne tesadufî ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hîna jî bo hevdîtina bi parêzeran re pêngaveke nehatiye avêtin. Abdullah Ocalan nokteya xesas a Gelê Kurd e. Em şahidên dîrokî vê dibînin, dema vê wisa digirin dest jî dibînin ev encamekê nade. Li dijî vê em dibêjin ku; li dîrokê binêrin hun ê encamekê negirin. Partî girtin, dîsa partî hat vekirin. Kurd bi vê re zêdetir ketin meclîsê. Her tişta ku dihat kirin li kurdan kirin. Girtina HDP’ê, îdiayên li Îmraliyê, feshkirina peymana Stenbolê wê her aliyê Tirkiyeyê bike zorê.”