‘Komîsyon zû bihata avakirin wê evqas jin nehatiban qetilkirin’ 2021-03-13 09:04:46     Habîbe Eren   ENQERE - Gulîzar Karaca ya CHP’î balkişand ser komîsyona ku derbarê lêkolînkirina şîdeta li hember jinê hat avakirin, bertek nîşanda da û got: "Zû bihata avakirin wê evqas jin nedihatin qetilkirin." Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî wiha axivî: “Kuştinên jinan yên bûye wek polîtîka qirkirinê, bi komîsyoneke dij demokratîk û odeyeke girtî a li meclîsê nikare bê çareserkirin.”   Muxalefet bi salane pêşniyarên komîsyona pêşîgirtina şîdeta li ser jinê red dike û di rojên borî de di Lijneya Giştî ya TBMM’ê de bi armanca ‘sedemên şîdeta li ser jinê bên lêkolînkirin û tedbîrê pêwist bên girtin’ pêşniyara avakirina Komîsyona Lêkolîna Meclîsê qebûl kir. HDP’ê di sala dawî de 422 pêşnûmepirs da meclîsê lê hemû bê bersiv man. Daxwaza hevdîtina giştî ya bi koda lezgîn a du caran jî bi dengên AKP û MHP’ê hat redkirin.   Herî dawî CHP’ê jî di 7’ê çile de pêşnûme qanûnek da meclîsê lê ew jî hat redkirin.   Cigira Serokatiya Giştî ya Berpirsa Mafê Mirovan a CHP’ê û parlamentera Denîzliyê ya CHP’ê Gulîzar Bîçer Karaca û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran derbarê komîsyonê de axivîn û gotin komîsyon bi tena serê xwe têr nake, divê hikûmet dest ji polîtîkayên dij jinê berde.   ‘9 pêşnûme bi dengên AKP-MHP’ê hat redkirin’   Gulîzarê da zanin ku wek CHP derbarê lêkolînkirina şîdeta li ser jinê 9 caran pêşnûmepirs dane û wiha got: “Hemû jî bi dengên AKP û MHP’ê hatin redkirin. Beriya komîsyon avakirin , kuştinên jinan yê hatin jiyîn di avabûna komîsyonê de bi bandor bûn. Piştî cînayet û şîdeta li pey hev hatine jiyîn, me jinan û STK’yan li lser çapemeniya civakî kampanyek cidî da destpêkirin.”   ‘Zû bihata avakirin wê evqas jin nedihatin qetilkirin’   Gulîzarê gotinên Rumeysa Kadak ya AKP’î yên wekê ‘ ji kevneşopiyane; ya desthilatdarî dide muxalefet red dike, ya muxalefet dide desthilatdarî red dike’ bibîr xist û parlamentera mijara gotinê ye derbarê mafê jinan de daxuyaniyek pir bi êş daye û wiha pê de çû: “Piştî vê rewşê di çapemeniya civakî de deng da û bi têkoşîna rêxistinên jinan re AKP û MHP neçar ma komîsyonê ava bike. Ev bi têkoşîna jinan pêk hat. Ger ev komîsyon du sal berê bihata avakirin belkî jî îro jina li Samsunê li ber çavê zaroka xwe rastî şîdetê hat, ev rewş nejiyaba. An jî Hafîze Kurban, Emîne Bulut li ber çavên zarokên xwe nehatiba kuştin. Wê şîdet û kuştinên jinan nehatiba jiyîn.”   ‘Rapor terkî tunebûnê hatin kirin’   Gulîzarê bi lêv kir ku heta îro li meclîsê gelek komîsyonên lêkolînê hatine avakirin û ev tişt bi lêv kir: “Komîsonên lêkolînê raporên cidî amade kirin. Ev rapor li Lijneya Giştî ya Meclîsê hatin nîqaşkirin lê piştre di refan de hatin terkirin.” Gulîzarê bertek nîşanê gotinên parlamentera AKP’ê ya Kayseriyê Hulya Atçi Nergîs yên wekê ‘Em tenê jinan îfade dikin lê li Tirkiyeyê hejmara mêrên tên qetilkirin 12 katê vê ye’ da û wiha pê de çû: “Ev naqokî di esasê de nêzîkatiya AKP’ê ya li hember jinan nîşan dide. Parlamentera jin ya ku ev gotin aniye ziman, nûnera KEFEK (Komîsyona Wekheviya Derfertî ya Jin Mêr) a AKP’ê ye. Ev parlamentera jin divê ji ber van daxuyaniyan lêborînê bixwaze, ji KEFEK’ê îstîfa bike. Heta ku zimanê AKP’ê neguhere wê şîdeta li ser jinê jî bidawî nebe. Heta ku jinê wek kesên azad qebûl nekin wê ev rewş bidome. Heta ku wekheviya zayendî li hemû mekanîzmayan nekeve jiyanê wê pêşî li kuştinên jinan jî neyê girtin.”   ‘Plana çalakiyê bi gotina ewil bû çop’   Gulîzarê balkişand ser Plana Çalakiya Mafê Mirovan ya serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di rojên borî de aşkera kiriye û daxuyakirin ku plan hêj bi gotina xwe ya ewil bû çop. Gulîzarê wiha dawî lê anî: “Serokê giştî yê AKP’ê dibêje ‘em hema avê nadin her kulîlkekê’. Avdana kulîlkek stûxwar, edelete. Lê avdana dirikê zilmê zêde dike. Di vir de wisa dibêje; serî bitewîne, wek min binêre’. Dibêje ez wisa maf teslîm dikim. Dibêje yên îtîraz bikin jî ji bo min dirikin. Piştî aşkerakirina plana çalakiyê, jinên tevlî meşa şevê ya femînîst bûn jî hatin binçavikrin. Ev jî nîşan dide ku plan wê pêk neyê.”   ‘Ev tenê bi komîsyonê nikare bê çareserkirin’   Ayşe Acar Başaran jî bi lêv kir ku komîsyon di encama têkoşîna jinan de hatiye bidestxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe : “Bi taybet refleksa jinan pêngavek cidî bidest xist. Di pêvajoya dawî de jina 92 salî hat qetilkirin û vê înfîalek afirand. Li aliyekî rewşeke ku dereng mayiye û li aliyê din jî bi komîsyonekê pirsgirêk nikarin bên çareserkirin. Kuştinên jinan ku êdî bûye wek polîtîkayeke qirkirinê bi komîsyoneke dij demokratîk û odeyeke girtî ya li meclîsê nikare bê çareserkirin. Me di 8’ê Adarê de dît; Êdî hemû jin di nokteya serhildanê de ne. Jin li her derê diqîrin.”   ‘Hewcedarî bi helwest û nêzîkatiyek polîtîk heye’   Ayşeyê destnîşan kir ku di destpêka pandemiyê de li meclîs û gelek qadên din îfade kirine ku divê ‘Plana çalakiya lezgîn’ bikeve dewrê û got tevî ku peymanên navneteweyî pêk nayê, rapora GREVIO jî wergerê Tirkî nehatiye kirin, komîsyona binî ya KEFEK hîna kom nebûye. Ayşeyê bi lêv kir ku ev hemû pirsgirêkin û got hewce bi nêzîkatî û helwestek polîtîk heye.   ‘Em bê samimiyetbûnê dibînin’   Ayşeyê dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di saetên şeva ku li meclîsê komîsyon dihat avakirin de li hember meşa şevê a femînîst operasyon pêk hat û jin hatin binçavkirin û wiha dawî lê anî: “Dema ku komîsyonek wisa dihat avakirin, wezareta ragîhandinê ya serokomariyê gotina nefretê belav dike, ji ser LGBTÎ’yan civakê çavsor dike. Divê li dijî vê helwestek zelal bê nîşandan. Em di vir bêsamimiyeta wan dibînin. Em şopdarê vê rewşê bin. Divê jin li her qadê polîtîkayên desthilatdariyê zêdetir teşhîr bike.”