Sebahat Tûncel: Em ê di doza Kobane de têkoşîna xwe biparêzin 2021-02-28 09:03:49     ENQERE - Hevseroka Giştî ya dema berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel doza Kobanê nirxand û diyar kir ku ji Dadgehên Îstîklalê heta DGM’yan, daraz tu carî wek îro, wek komîsyoneke hiqûqî ya partiya siyasî nexebitiye û got: “Ev doz ne tenê darizandina me dike, darizandina piştevanî û siyaseta demokratîk dike. Hemû kesên ji piştevanî û siyaseta demokratîk bawer dikin divê çalak tevlî vê pêvajoyê bibin.”   Îdianameya ‘Lêpirsîna Kobanê’ ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat amadekirin, ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Îdianame 3 hezar û 530 rûpel bû û ji bo 108 kesî ji sûcên wek ‘xerakirina yekîtiya welat’ û ‘kuştina kes’ ceza hat xwendin. Yekem rûniştin di 6’ê Nîsanê de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê wê bê dîtin.   Di îdianameyê de Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak ji bûyerên Kobanê berpirs tê dîtin. Sebahat Tûncel ku nêzî 5 salane li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar Yek a Kandirayê girtîne derbarê îdianame û doza Kobanê de axivî. Di vê beşê de Sebahat Tuncel pirsên me dibersivîne.   * Piştî 6 salan şûnde Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Selahattîn Demîrtaş de got divê demildest bê tehliyekirin û piştî vê îdianameyek 3 hezar û 500 rûpelî hat amadekirin. We îdianameya mijara gotinê ye çawa nirxand?   Pir zelal li holê ye ku doza Kobanê ji aliyê desthilatdariya siyasî ve dozeke hatiye amadekirin e. Bûyerên 6 sal berê hatine jiyîn di carekê de kirin dosya û piştî biryara Daîreya Mezin a DMME’ê ya der barê tehliyekirina Demîrtaş şûnde bi lez û bez hatiye amadekirin. Girtina siyasetmedarên kurd, hevşaredar, parlamenter, rêveber û endamên HDP’ê; ji dûrxistina ji peywirê, hemû parçeyên ‘plana têkbirinê’ ya ku desthilatdariyê piştî civîna MGK’ê ya 2014’an aniye rojevê ye. Israra di neçareseriya pirsgirêka kurd de, polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê ji nû ve xistin dewrê. Îdianame ji hezaran rûpelî pêk tê, ev ne ku ji giraniya dosyayê ye, ji ber naverok vala ye wisa mezin e. Rastiya wê demê hat jiyîn, ev bû ku gelê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku sûcê mirovahiyê dikir, hemû mirovahî parast. Lê Tirkiye bi DAIŞ’ê re di nava hevkariyê de bû. Gelek agahî û belgeyên ku vê piştrast dike hene. Her çiqas AKP û MHP di gotinê de bêje DAIŞ rêxistina terorê ye jî her tişt li holê ye. Berpirsê wan bûyerên şîdetê ku mirovan jiyana xwe ji dest da û rastî zirara mezin hatine, ne HDP, desthilatdariya siyasî bixwe ye. Bi vê dosya dozê re dixwazin rastiyan veşêrin.   *Di îdianameyê de hemû tiştên ku siyasetmedaran kirine sûc hatine hesibandin. Amadekirina vê îdianame û peyama vê ya polîtîk çi ye?   Operasyonên qirkirina siyasî yên berê di bin navê KCK’ê de dihatin meşandin di 2015’an de hatin destpêkirin û bi siyaseta qeyûm, xespkirina mafê gelê kurd, girtina siyasetmedaran û darizandinên Kobanê yên îro, encama polîtîkaya dijminahiya kurd e. Hewl didin ku hebûna gelê kurd ji holê rabikin. Di vê esasê de rê li hemû rêbazan digirin. Ji bo îradeya gelê kurd bişkînin li dijî polîtîkayên xwe serî pê bidin tewandin, hemû alavên zextê li ser kurdan pêk tînin. Ev polîtîka tenê bi kurdan sînor namîne hemû kesên daxwaza aştî û azadiyê dikin nisîbê xwe ji vê girtine. Ji avabûna komarê heta niha mekanîzma hiqûqê îmze avêtiye biryarên siyasî. Ji dadgehên Îstîklalê heta Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM). Lê tu dem wek îro wek komîsyona hiqûqa partiya siyasî nexebitiye. Mekanîzma hiqûqê veguheriye parastina deshtilatdariyê. Ji ber wê jî ji dadgehên Tirkiyeyê encameke adîlane nayê payîn. Dema kurd û muxalîf dibin mijara gotinê dadgeh wek şanoyekê dilîzin. Ligel vê rêgazên pêwist jî nayên cih. Rêbaza krîmînalîzekirina axaftinan esas hatiye girtin. Dema qanûnên heyî pêk tên jî kurd jê bêpar tên hiştin. Mafê kirina siyasetê, mafê rêxistinbûnê, mafê azadiya fikr û ramanê, têkoşîna azadiya jinê û rêgeza yekîtiya azadiya wekhev a gelan bi vê îdianameyê tê darizandin.Di esasê de ev darizandin nîşanê me didin ku gelê kurd ji ewlehiya qanûnî ya heyî bêpar tê hiştin û ji welatîbûnê tê derxistinê. Li dijî kurd û siyasetmedarên kurd ‘rewşa îstîsna’ di dewrê de ye. Yanî dema mijar dibin kurd hemû qanûn tên rawestandin.   *Di Doza Kobanê de gelek siyasetmedarên HDP’î tên darizandin. Hikûmet hewl dide vê dozê ‘veguhere doza sereke ya HDP’ê’. Mirov dikarin tiştek wisa bêjin gelo?   Wek me got bi vê dozê re siyaseta HDP’ê û rêgezên HDP’ê dibin mijara darizandinê. Hedefa wan ev e ku partiyê krîmînalîze bikin û têkiliya HDP’ê bi şîdetê re ava bikin û ji girtinê re zemînê ava bikin. Ji xwe Bahçelî jî ev doz kir hincet û talîmata ‘HDP’ê bigirin’ da darazê. Dadgehê jî dosyayên din yên siyasetmedarên kurd ji dadgehên din xwest. Ev rewş jî ji bo dosyayê, afirandina delîlan armanc dike û li aliyê din jî hedef dike ku siyaseta demokratîk bi giştî bidarizîne. Di îdianameya hatiye amadekirin de tevî hemû zordariyan, der barê bûyerên şîdetê yên hatine jiyîn de tu delîl der barê HDP’ê de nehatiye pêşkêşkirin. Xebat, civîn, mîtîng, daxuyanî, parvekirinên çapemeniya civakî hincet hatine nîşandan. Lê tê dîtin di tu xebatî de banga şîdetê ya HDP’ê tune. Tevî van rastiyan wê di 26’ê Nîsanê de darizandin dest pê bike. Em ê di rûniştinan de wan rastiyên wê demê dîsa dubare bikin.   *Ev doz, der barê ku pirsgirêka kurd hatiye kîja astê de, kîja nîşaneya dide?   Bi daxwaza desthilatdariyê re doza Kobanê 6 sal şûnde hat vekirin û di vê dozê de hedefa wan ev e ku pêşî li bikaranîna mafê kurdan bê girtin, kurd bê pêşeroj bê hiştin. Bala xwe bidên, li Tirkiyeyê di navenda siyasetê de astengiyeke li pêş destkeftiya statûya siyasî ya kurdan heye. Yên Tirkiyeyê bi rê ve dibin, daxwaza gelê kurd ya maf û azadiyê wek ‘faliyeta parçekirinê’ dinirxîne û hemû partiyên demokratîk, partiyên siyasî û rêxistinên ciwanan krîmînalîze dike. Desthilatdarî gotinên xwe li ser vê ava dike û civakê global dike. Divê rewşenbîrên Tirkiyeyê, hêzên azadî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê vê bibîne û piştgiriyek xurt bide HDP’ê.   *Piştî îdianameya Kobanê serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî banga girtina HDP’ê kir û piştî vê gelek siyasetmedaran heman gotin anîn ziman. HDP dikare bê girtin, ger bê girtin wê çi bibe? Hûn van pêşketinan çawa dinirxînin?   Bi doza Kobanê re xwesetin zemîna girtinê ji bo partiyê ava bikin. Ev ji aliyê hevkarê desthilatdariyê ve hat ziman. Sedema vê jî ev e ku HDP ji aliyê gel ve tê qebûlkirine. Siyaseta jiyanê ya HDP’ê, nîşan da ku gelên Tirkiyeyê ne bê alternatîf in. Hewldana tifaqa komarê ev e ku vê alternatîfê ji holê rabike. Nîqaşên girtina partiyê jî ji vê rastiyê serbixwetir nikare bê destgirtin. Di mijara girtina partiyan de sîcîla Tirkiyeyê jî ne paqij e ji xwe. Heta niha HEP, DEP, OZDEP, HADEP û DTP hatin girtin. Lê daxwaza wan ya girtina HDP’ê jî wê îradeya pêkanîna siyaseta gelê kurd ji holê raneke.Gelê kurd li berxwe dide. Tevî hemû zextan HDP pêkhateya herî mezin a tevgera siyasî ya kurd e. HDP 3’yemîn partiya mezin a Tirkiyeyê ye. Ya girîng ev e ku em HDP’ê nedin girtin.   *Hêrs û kîna di bin doza Kobanê de çi ye?   Bi doza Kobanê re piştevanî tê darizandin. Beriya Kobanê azad bibe, R.T Erdogan digot ‘Kobanê li ber ketinê ye’. Piştî Kobanê azad bû hemû gelên cîhanê bi Kobanê re ket nava piştevaniyê û hat dîtin ku desthilatdarî vê hezm nake. Lê Kobanê wek hemû kes jî dibîne ji bo piştevaniya enternasyol mîlat bû. Têkçûna DAIŞ’ê, stratejiya AKP’ê û hevkarên wê jî vala derxist. Çavkaniya esas ya vê hêrsê jî ev e.   *Di 26’ê Nîsanê de yekem rûniştina dozê tê dîtin. Hûn çi hîs dikin, bang an jî peyameke we ya bo gel heye?   Ev doz wek min got, ne darizandina me tenê ye, darizandian piştevanî û siyaseta demokratîk e. Hemû kesên ji piştevanî û siyaseta demokratîk bawer dikin divê pêvajoyê temaşe nekin û çalak tevlî pêvajoyê bibin. Ger ku em jiyaneke azad, wekhev, adîlane û aştiyane bixwazin divê em ji bo vê li her derê têbikoşin. Pêvajoya dadgehê wê bibe pêvajoya parastina yekîtiya gelan, azadiya jinan.