Pervîn Buldan wezîr derewkar derxist 2021-02-21 15:42:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan bersiv da hedefinîşandana parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr ya ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve û got ku ew ê wêneyan di civînê de bi berfirehî nîşan bide.     Wezîrê Karên Hundir Sûleyman Solu li ser îfadeya kesê ku tevli PKK'ê bibû ku piştre veqetiyabû diyar kir ku parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr çûye Garê.  Piştî vê hedefnîşandana wezrî Hevseroka Giştî ya DHP'ê Pervîn Buldan daxuyanî da û got ku wêne yên dema pêvajoya çareseriyê ne.    Pervînê li ser hesabê xwe yê twîterê daxuyanî da û ev tişt nivîsî, "Wêneyên ku duh Wezrê Karên Navxweyî di bernameya tevli bû de nîşan dan hemû aîdê pêvajoya çareseriyê ku li gel agahdariya Erdogan em çûne Qendîlê ne. Ez ê roja sêşemê berfirehtir di civîna komê de vê mijarê vebêjim."