'Ji bo hêsîran neçûne Garê ji bo xwe ji têkçûnê rizgar bikin çûne' 2021-02-19 13:58:55     ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku tifaqa AKP-MHP'ê ne ji bo ku polîs, leşker û peywirdarên MÎT'ê rizgar bikin çûne Garê, ji bo ku siyaseta xwe ya li ber têkçûnê rizgar bikin çûne.   Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li avahiya giştî ya partiya xwe di daxuyaniya ku da çapemeniyê de pêşketinên di rojevê de nirxandin.    Hin mijarên di daxuyaniyê de derketin pêş wiha ne:   Polîtîkayên şer û kuştinê pêş dixin   “Wek tê zanîn, hikûmeta AKP-MHP’ê ne tenê li Tirkiyeyê, mixabin li derveyî Tirkiyeyê jî polîtîkayên şer, pevçûn û kuştinê pêş dixin. Bi salan e li Başûr operasyonên leşkerî dide destpêkirin, çiyayan, daristanan bombe dike, xelkê sivîl ji cihên wan koçber dike û mixabin gundan vala dike. Hefteya borî, li Garê jî operasyoneke leşkerî hat pêkanîn û bi dehan kesan di encama wan operasyonan de jiyana xwe ji dest da. Di nav wan kesan de hêsîr jî hebûn. 13 hêsîran, piştî bombebaranê jiyana xwe ji dest dan. Em dîsa sersaxî ji malbatan re dixwazin.   Tola têkçûnê hiltînin   Di rastiyê de operasyona Garê, bûyereke grîng e. Hem destpêka wê, hem meşandina wê, hem encamên wê. Hem tiştê ku dihat armanckirin, hem encama wê. Li welatekî normal û demokratîk divê piştî vê bûyerê kesên ku bihatana darizandin, niha gefan li her kesî û bi taybetî jî li partiya me dixwin. Dixwazin têkçûna xwe, binketina xwe bi êrişkirina HDP’ê bipêçin û veşêrin. Lê negihîştin armanca xwe.   Mijarê îstîsmar dikin   Erdogan û tifaqên wî wek her tiştî ev mijar jî îstismar kirin. Di meseleya Garê de erka me hemûyan ew e ku em heqîqetê derxin holê, eşkere bikin. Berpirsyariya me ya li hemberî kuştiyan, malbatan, gelan ji ev e. Dê heqiqat bê zanîn. Em ji vir bang dikin: Bi kuştinê, bi operasyonan ev mesele çareser nabin. Bi vir û derewan, bi xapandinê hûn nikarin bi ser bikevin. Ji bo ku meseleya Garê ronî bibe, ji bo ku kesên berpirsyar bên darizandin em ê tu carî dev ji têkoşîna heqîqetê bernedin.   Têkoşîna me ji wan re bûye kul   Partiya me ji ber ku hemû hesabên wan serûbin dike, polîtîkayên wan ên qirêj teşhîr dike, loma rastî êrişan tê. Berxwedana ku bi salan e tê meşandin, îradeya ku teslîmî zihniyeta wan nabe, îro bûye kula dilê wan. Dê her tim jî bibe kula dilê wan. Em ji vir careke din aşkera dikin. Êrişên we tu carî wê nikaribe îradeya me bişikîne. Wek doh, îro û sibê jî em ê tu carî ji riya heqîqetê şaş nebin. Her tim ji bo heqîkatê em ê berxwedanek bimeşînin.   Ji bo parastina ziman em banga têkoşînê dikin    Wekî hûn jî zanin 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Ew roj roja têkoşîna ji bo zimanê dayikê ye. Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî di sala 1999’an de ji aliyê UNESCO’yê ve hat qebûlkirin. 22 sal di ser re derbas bûn lê mixabin îro jî li Tirkiyeyê ji bilî Tirkî, tu zimanên din nayên qebûlkirin, nayên naskirin. Perwerdehiya wan nayê dayîn. Ev polîtîka, ev hişmendî mafê jiyanê nade tu zimanî. Di vê sedsalê de polîtîkayên zimankujiyê eybeke mezin e. Zihniyeta yekparêz herî zêde zirarê dide zimanê gelan. Em vê polîtîkayê şermezar dikin. Em vê polîtîkayê qebûl nakin. Belê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de, em careke din banga bilindkirina têkoşîna zimanê dayikê dikin. Em dibêjin li dijî vê zihniyetê, werin em li zimanê xwe xwedî derkevin û têkoşîna ji bo zimanê dayikê bilind bikin. Zimanê me nasnameya me ye, em ê li nasnameya xwe xwedî derkevin.”   Axaftina Zazakî   Gunay di dawiya axaftina xwe de bi boneya 21’ê Sibatê axaftinek kurt bi zaravayê zazakî (kirmanckî) jî kir û wiha got: “Her milet bi zonê xo esto. Her milet bi zonê xo yeno şinasnayîş. Zonê ma Kurdan ewro Tirkîya de bêyro qedexekerdiş zî kes nêeşkeno verêynê têkoşînî bigîro. Ma do vizêr ra hîna vêşî nasnameyê xo rê wayîr bivejîyê, vizêr ra hîna vêşî ma do bi ziwanê dayîka xo qisey bikerê, bi no haweyî ma do asîmîlasyonî welatê xo de biqedînê.”    Her wiha Gunay bi zimanê suryanî, ermenî, tirkî û erebî jî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir.