'Operasyona Garê encama israrkirina siyaseta şer e' 2021-02-15 09:41:48     ENQERE - Dirayet Dîlan Taşdemir a HDP'yî têkildarî êrişa TSK'ê ya li ser Garê wiha got:"Operasyona Garê encama israrkirina siyaseta şer e. Me dît ku ev planeke piralî ye."   Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ragihand ku wan dawî li operasyona Garê ya di 10'ê Sibatê de hatibû destpêkirin, anîne. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dirayet Dîlan Taşdemir têkildarî mijarê nirxandin kir.    'Operasyona Garê encama israrkirina siyaseta şer e'   Dilanê da zanîn ku îktidara AKP'ê wekî rêbaza çareseriya qeyrana piralî operasyon û êrişên li ser dijminatiya li dijî kurdan pêk tîne û wiha got:"Konsepta êriş û operasyonan a AKP'ê konsepta siyaseta şer e. Wekî rêbaza çareseriya qeyrana piralî li ser netewperwerî û şer siyasetekê dişopîne. Operasyona Garê encama israrkirina siyaseta şer e. Me dît ku ev planeke piralî ye. Bi vê planê dixwaze erdîgariya Kurdistanê parçe bike. "   'Hilweşandina xwe dixwaze bi netewperweriyê binpaç bike'   Dîlanê bi lêv kir ku îktidar hilweşandina di nava xwe de dixwaze bi netewperweriyê binpaç bike û wiha pê de çû:"Tayyip Erdogan got 'Mizgîniyeke me ji we re heye' û piştre operasyon ket rojevê. Fikreke ku bibe sedeme afirandina serfiraziyeke sixte mijara gotinê ye. Bi operasyoneke sansasyonel dixwazin raya giştî ava bikin.  Dibe ku ji ser vê yekê siyaseta hilbijartinê jî bidin meşandin. Encama derket pêş ji warê gelan de wekî trajedîyekê ye. Tê gotin 13 kesên di destên PKK'ê de dîlgirtî bûn mirine. Em dizanin ku ev kesan di demeke dirêj de di destên PKK'ê de bûn. Lê di warê ewlehiya wan de tu gef nebûn mijara gotinê. ÎHD, malbatên leşkeran û em ketin nava hewildanan ku ji bo leşker bên girtin. Lê me tu encam ji vê mijarê negirtin."   'Çima rêbazeke wiha hat hilbijartin?'   Dilanê bi lêv kir ku berê jî bi rêya muzakerayan leşkerên hatibûn dîlgirtin radestî malbatên wan hatin kirin lê vê carê ev rêbaz nehat hilbijartin û got divê AKP wekî berpirs hesabê vê yekê bide. Dilanê wiha domand:"Divê raya giştî li vê yekê bipirse çima rêbazeke wiha hat hilbijartin? Divê ji vê siyasetê re hemû kes bêje bisekine."   'Dixwazin erdnîgariya Kurdistanê parçe bikin'   Dilanê diyar kir ku dijminatiya li dijî kurdan her ku diçe kûrtir dibe û wiha got:"Tê xwestin dest bidin ser destkeftiyên kurdan. Careke din tê xwestin erdnîgariya Kurdistanê parçe bikin û dagir bikin. Operasyon wekî rizgarkirina leşkeran hat lansekirin lê belê sedema sereke dagirkirin û kûrkirina şer e. Nokteyên leşker û endamên îstixbaratê lê bûn hat hedefgirtin. Li ser vê yekê xwestin çîrokeke serkeftinê biafirînin."   'Li ser xwîn, şer û mirinê siyasetê dişopînin'   Dîlanê anî ziman ku jiyana mirovan ne xema îktidarê ye û wiha bi dawî kir:"Îktidar ji muzakereyê direve ji aştiyê direve û di mijara şer de israr dike. Li ser xwîn, şer û mirinê siyasetê dişopînin. Bi zaneyî rêbazeke wiha tê pejirandin. Jiyana van kesan kirin talûkeyê û operasyoneke wiha kirin. Li dijî demokrasî, kurd û HDP'ê îlankirna şerekî heye. Divê ji demê zêdetir dengê aştiyê bê bilindkirin. Divê hîn zêdetir li dijî vê siyaseta xwîn û şer bê derketin."