Muazzez Orhan: Gelê Kurd bersiva xwe da lê îqtîdar naxwaze bibihîze 2021-02-12 10:01:24   Aynur Aslan   WAN - Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên di ser PDK'ê re ku dike û diyar kir ku Gelê Kurd bersiva xwe daye lê îqtîdar naxwaze bibihîze.    Xebatên ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd hem li bajarên herêmê û hem jî li Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  tevî zextan xebatên xwe yên ji bo yekîtiya gelê kurd didomînin. Ji aliyekî din ve jî dewleta tirk li dijî herêma Garê ya Herêma Federa ya Kurdistanê operasyona hewayî û bejayî da destpêkirin. Di roja yekem a operasyonê de gelê Silêmanî li dijî êrişan derketin qadan. Li gelek welatên ewropayê jî li dijî êrişan çalakiyên şermezarkirinê didomin.    Têkildarî geşedanên diqewimin û hedefgirtina yekîtiya neteweyî Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan nirxandin kir.    'Têkildarî parlamenteran de lêpirsîn hat destpêkirin'   Muazzezê da zanîn ku yekîtiya neteweyî xwediyê girîngiyeke dîrokî ye û wiha got:"Îktidara AKP'ê bi destên KDP'ê dixwaze yekîtiya kurdan têk bibe û destkeftiyên kurdan dike hedef. Li her derê kurd banga yekîtiyê dike. Di 8'ê Çileyê de li Wanê hevdîtinên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl daxuyaniya yekîtiyê hat dayin. Daxuyanî bi girseyî hat kirin û peyama yekîtiyê hat dayin. Serdozgeriya Komarê ya Wanê piştî daxuyaniyê bi hinceta "Meş, xwepêşandan û civînên li dijî zagonê" lêpirsîn da destpêkirin."   'Îktidar polîtikayên avakirina rejîma yekmêr dimeşîne'    Muazzezê da zanîn ku îktidar polîtikayên avakirina rejîma yekmêr dimeşîne û wiha got:"Îktidar dixwaze HDP ya siyaseteke demokratîk dimeşîne krîmînalîze bike û feraseteke civakê ya li dijî HDP'ê ava bike. Li her derê Tirkiyeyê xebat û çalakiyên me tên astengkirin. Bi hincetên vala xebatkar û endamên partiya me tên binçavkirin û girtin. Karker, kedkar, xebatkar, her aliyên ku li dijî qeyrana aborî û kiryarên îktidarê derdikevin tên binçavkirin û girtin. Ev jî nîşan dide ku îtidar di rêyeke dawiya tune ye dimeşe. Alavên zordariyê yên dewletê bi destên îktidarê tên bikaranînin. Li kuçeyan jinên li dijî komkujiyên li ser jinan derdikevin dibin hedefa îktidarê. Tundî li ser jinên derdikevin qadan tên kirin û endamên me yên meclîsa ciwanan tên revandin û daxwaza ajantiyê ji wan re dikin. Ev polîtikayana rê li ber siyaseteke demokratîk digire. Tevî hemû zextan em neketin pozîsyona ew dixwazin."   'Destkeftiyên kurdan hedef digirin'   Muazzezê da zanîn ku xebatên ji bo yekîtiya kurdan girîng in û wiha domand:"Îktidar bi destên KDP'ê dixwaze kurdan qir bike. Bi destên hezên navneteweyî axa kurdan hat parçekirin û nayê hiştin kurd qedera xwe tayin bikin. Jiyaneke asîmilekirinê li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê li ser kurdan tê ferzkirin. Destkeftiyên kurdan hedef digirin. Kurd jî li dijî vê yekê bi salan e li berxwe didin."    'Tevî zextan xebatên yekîtiyê didomin'   Muazzezê bi lêv kir ku ew tevî zextên îktidarê jî xebatên yekîtiya neteweyî didomînin û wiha got:"Li dijî girtin, binçvkirin, zext, mehkûmkirina birçîbûnê û astengiyên li pêşiya xebatên yekîtiyê gel bersiva xwe dide. Me li Amed, Êlih, Wanê ev yek dît. Tu zext û polîtikayên îmha û tunekirinê di dîrokê de negihaştin armanca xwe. Hemû îktidarên di dîroka Tirkiyeyê de kurd tune hesibandin. Lê tu kes di vî warî de bi ser neket û wê bi ser nekevin."   'Lêpirsîn nikare bibe asteng ku em bibin dengê gel'   Muazzezê jî da zanîn ku ji zextan yek jî lêpirsîna derbarê parlamenteran e û wiha bi dawî kir:"Îktidara bi van polîtîkayan tev digere winda kir. Gel bi daxwazên xwe û têkoşîna xwe li vir e. Em jî li vir in û lêpirsînê di derbarê me de jî ew ê negihêjin armanca xwe. Çimkî em mafê mirovan diparêzin. Li hundur jî li derve jî çi dibe bila bibe em li ku bin dîsa jî em ê bibêjin, biqêrin û têkoşîna xwe bidomînin."