Pero Dundar: Ji bo em hebin divê em yek bin 2021-02-09 09:05:16   Medya Uren    MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê Pero Dundar têkildarê polîtîkayên ku li Hêrêma Federal a Kurdistanê tê meşandin de diyar kir ku divê ji bo parastina destkeftiyan yekitî pêwiste û got: "Li dijî êrişên li hemberî Mexmûr û Şengalê, her wiha li hemberî tasfiyekirina kurdan divê em neyên lîstokan. Her wiha ji bo em hebin divê em yek bin."    Rojeva Herêma Federal a Kurdistanê dagirtiyê. Rayedarên herêmê hewl didin ku xwe ji qeyrana ewlehî, aborî û siyasî rizgar bikin. Polîtîkayên ku li herêmê tê meşandin betîr rê li ber aloziyên siyasî vedike û ewlehiya herêmê dixe bin xetereyan. Ew rewşa heyî ji hêla welatiyan ve nayê qebûlkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Pero Dundar, li ser mijarên wekê dorpêça Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), hevpeymana hikûmetên Bexda û Hewlêrê ya derbarê Şengalê, êrîşên hewayî ya li hemberî hereman û hewcedariya yekitiya kurd rawestiya û nêrînên xwe ji ajansa me re vegot.    Pero di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya yekitiyê û wiha axivî: “Yekitî xerca civakê ye. Bêyî ku yekitiyek were avakirin civak nikare xwe li ser lingan bigire. Ew civak mehkumê hilweşînê dibe. Ango bi xwe xwe qedera xwe diyar dikin. Em weke gelên Rojhilata Navîn çiqasî heman ziman û çandê parve nekin jî yekitiya girîng e, hele ku yekitî ji bo Gelê Kurd ev dibe neçarî. Ji bo ku em hebin divê em yekbin. Niha em qala êrişa PDK’ê dikin, ez vê weke ‘birakujî’ jî nabînim. Ji ber ku ji dervreyî vîna gel hêzek a kurd êrişê hêza din dike. Li dijî vê daxwaza tevahî kurdan ji yekitiye. Kengê me dev ji berjwendiyên xwe yên kesî berda em ê vê rastiyê zelaltir bibînin. Ji ber ku kurd dîtine û dizanin ev şerê navxweyî ji şerê ji derve tê xetertir e.”   ‘Em ne parçe ne, em hatine parçekirin’   Pero got êrişên wan têra tunekirina me nake vê carê rêbaz diguherînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li her aliyê Kurdistanê li dijî destkeftiyên me êriş pêk tên. Ligel hemû hewildanan nikarin me tune bikin. Xwe xwe ber bi tunebûnê ve diçin û ji bo xwe li ser piyan bilêlin jî rêbazên xwe diguherînin. Niha dixwazin di hêla aborî û siyasî de kontrola kurdan bikin. Ji bo vê yekê jî li hemû welatan têkiliyên xwe çêkirine. Mixabin em hêj jî dikevin xefika van lîstokan. Belê em ne parçe ne, em hatine parçekirin. Divê bi zanebûn van lîstokan em vala derxin."   ‘Ji van êrişan wê kî serkeftinê bidest bixe’   Pero got wê ne yekbûn bi xwe re tunebûnê bîne û wiha berdewam kir: “Ger em êrişên li başûrê Kurdistanê diqewimin weke êrişek li dijî PKK’ê binirxînin wê şaş be. Weke ku me berê jî diyar kir ev bi armanca qirkirina kurdan tevahî tê meşandin. Yek ji mînakên vê komployê ji komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ye. Bi girtina birêz Abdullah Ocalan re tafsiye kirina kurdan dikirin armanc. Komployên xwe yên ku vale derdikevin jî tecrîd û êrişên navxweyî re didin berdewam kirin. Divê em vê ji bifikirin gelo ji şerek wisa wê kî serkeftinê qezenç bike? Ji dijminên me zêdetir tu kesek din qezenç nake. Divê em vê fersendê nedin destê dijminên xwe. Niha me destkeftiyên mezin bidestxistine. Mînaka vê ya sereke jî Rojava ye. Li wir xweseria xwe avakirine. Bi wê wesîleyê ji hemû cîhan me nas dike û statûya me erê dikin. Em ê bi yekitiyê destkeftiyan biparêzin û mezintir bikin.”   ‘Êrişên destkeftiyên kurdan dikin'    Pero di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa Mexmûr û got: “Mexmûrî tu carî pergala heyî nepejirandiye û li hemberî deshilatdariya dewleta tirk jî serî netewandiye. Berxwedana wan her tim nirxek xwe yê cuda heye. Wan ji tunebûnê jî hebûn afirandin. Ligel hemû êrişên Tirkiyeyê jiyaneke nû diafirînin û bi rêveberiyeke xweser xwe bi rêvedibin. Dewleta tirk a ku tehamula wê ji nake û êrişê destkeftiyên kurdan dike. Ev 2 sal in ambargoyek giran li ser Mexmûrê heye. Jiyana wan a rojane û civakî, perwerde, tendirustî û bi taybet jî di aliyê aborî de hatiye astengkirin. Beriya niha 2 kes piştî ku ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve hatin girtin jiyana xwe ji dest dan û 4 ciwanên ku ji ber neçariyê diçûn kar qeze kirin û jiyana xwe ji dest dan, berpirsiyarê van mixabin PDK ye û rê li ber êrişên dewleta tirk vedike."   ‘Divê em neyên lîstîkan'    Pero di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Şengalê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Êzidî ji 74 fermanan re rûbirû man. Piştî wan fermanan îro rastî êrişên dewleta tirk û PDK’ê tên. Her wiha êrişên li ser qadên parastina medyayê ji bi heman rengî ye. Dewlet êrişê nasname, destkeftî, erdnîgarî û yekitiya me dike. Divê em neyên van lîstokan. Em hêvîdarin ku demlidest jî bikevin di vê ferqê de û bi hevdîtinan pirgirêkên heyî çareser bikin. Em weke siyasetmendarên kurd, weke gelê kurd li dijî van êrişa ne."