Meral Daniş: Bersiv bidin daxwazên girtiyan 2021-01-27 15:36:16     ENQERE - Di civîna çapemeniyê ya li meclîsê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku tecrîd sûc e û got: "Em ê dev ji vê gotinê bernadin. Zext û zordariya li girtîgehan jî sûc e."   Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, li meclisê civîneke çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.    Meral di axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di roja 62’yemîn de didome. Li 107 girtîgehan ji 2 hezaran zêdetir girtî û hikûmxwar di çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger de ne. Daxwaza wan rakirina tecrîdê ye. Tecrîd sûc e. Em ê dev ji vê gotinê bernadin. Zext û zordariya li girtîgehan jî sûc e. Ji bo rakirina van zextan têkitina girtiyan a greva birçîbûnê ji bo welat cihê şermê ye.   Tecrîda li hemberî Îmraliyê belavî tevahiya welat dibe. Weke ku qet tiştekî tunebe serê xwe kirine qûmê. Em bi bîr bixin navê Ocalan li vî welatî bi aştiyê hatiye bibîranîn. Bi milyonan mirovan gotiye vîna min e. Li Tirkiyeyê siyaseta tecrîdê tê meşandin. Hûn bi krîmînalîzekirin û nîşandina wêneyên Ocalan a weke sûc nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd banga hêza nerm heye. Divê ev bê bersivandin. Dengê kesên di greva birçîbûnê de bibihîzin û bersiv bidin daxwazên wan.   Êrişên li hemberî ciwanên partiya wan encamên polîtîkayên dijminane yên desthilatê ne. Ji ber ku ji civakê re siyasete raber dikin û bi wêrekî xwedî li vê dertên êriş li wan tê kirin. Ev desthilat dixwaze ciwan xwe radest bikin. Desthilat qeyûm tayînî vîna ciwanan dike û di nava rojê re wan direvîne."