Ayşe Acar Başaran: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne 2021-01-21 15:23:08   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Başaran di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û got: ''Tecrîd li vî welatî bû navê şer. Tecrîd li vî welatî bû navê îşkenceyê û tune hesibandina kurdan."    Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acara Başaran li Navenda Giştî ya Partiyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de bal kişand ser grevên birçîbûnê ya ku ji hêla girtiyan ve hatî destpêkirin.    Ayşe bal kişand ser greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulllah Ocalan û got: ''Tecrîd di şexsê Rêzdar Ocalan de ji Îmraliyê dest pê kir û li tevahiya welat belavbû. Encamên tecrîdê îro li ser gel bi bandor e. Tecrîd li vî welatî bû navê şer. Tecrîd li vî welatî bû navê hejariyê. Tecrîd bû navê ku Tirkiye li qada navnetewî xwe îzole bike. Tecrîd li vî welatî bû navê îşkenceyê, navê tûne hesibandina kurdan e.''    Ayşe, di berdewamiya axaftina xwe ya têkildarî gerva birçîbûnê de wiha got: "Girtiyên siyasî li nav çar dîwaran li dijî rêbazên îşkenceyê yên li ser wan û li dijî nehiqûqiya pakêta înfazê dengê xwe bilind dikin. Dawî li vê kirina dermirovî bînin. Dawî li vê rêbaza îşkenceyê bînin. Girtî dibêjin 'Dawî li polîtîkayên êrîşkar û ewlehîxwaz ên li ser polîtîkayên kurd bînin, tecrîdê rakin.' Daxwaza girtiyên siyasî daxwaza me ye jî, daxwaza Gelê Kurd e."'   Ayşe, derbarê xweparastina jinan a ji tundî û êrişan de jî wiha axivî: "Xweparastin meşrû ye. Di Qanûna Cezayê ya Tirk de jî xala bi navê parastina meşrû heye. Bi tinehesibandina vê, ji bo ku xwe parastine girtina jinan em qebûl nakin. Em careke dî bi bîr dixin, yek ji hêza me ya girîng a xweprastinê rêxistiniya me ye. Tam jî ji ber vê sedemê têkoşîna jinan a rêxistinî kirin hedef."    Ayşe bal kişand ser girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Leyla Guven ne ji ber ku sûc kiriye hatiye girtin. Leyla Guven ji bo ku têdikoşiya, ji bo ku li dijî vê pergala zilam a serwer û yekreng têdikoşiya hat darizandin û girtin."    Ayşe, bi bîr xist ku alternatîfa pergala dijî zilamserwer li Rojava hatiye danîn û got: "Em encamên ku vê yekê derxistine holê hemû bi hev re dibînin. Dema ku em li çend aliyên modêla Rojava dinerin ji ber ku bûye alternatîfa pergalê dibe hedef, ji bo ku pergala desthilatê dihejîne dibe mijara darizandinê. Binerin li Rojava bi pêşengiya jinan civakeke azad, ekolojîk û demokratîk tê avakirin."   Ayşe, destnîşan kir ku ew ê di sala 2021'an têkoşîna azadiya jinan geştir bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em pê dizanin ji rewşa bêdadiyê ya darazê herî zêde jin karîger dibin. Herî pir jin ji tecrîdê, ji krîza aborî ya hêla koronayê karîger dibin. Destkeftî, destkeftiyên hemû jinan, yên femînistên li Tirkiyê, jinên sosyalîst û Tevgera Jina Kurd in. Em mecbûr in ku van destkeftiyên xwe biparêzin, dahatuya xwe ava bikin. Li dijî vê siyaseta şer û mêraniyê em bi hev re dikarin jiyana bi azadîxwaziya jinê û ekolojîk ava bikin.''