Salîha Aydenîz: Dixwazin faşîzmê bi qanûnan bidomînin 2021-01-09 09:09:31   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz sererastkirina qanûnê ya rê li ber tayînkirina qeyûman ji bo STO’yan vedike û got: “Desthilatdarî bi qanûnên derdixe hewl dide bêçaretiya xwe veşêre. Lê êdî nikare veşêre. Li aliyê din jî dixwazin faşîzmê bi qanûnan bidin meşandin.   ‘Pêşnûme Qanûna Derbarê Pêşîgirtina Fînansmana Belavbûna Çekêm Îmhaya Girseyî’ ku pêşî li tayînkirian şaredarî û Saziyên Civaka Sivîl (STO) vedike di 27’ê Mijdarê de ji meclîsê derbas bû û bû qanûn. Di rewşa ku sererastkirin ji aliyê serokomar Tayyîp Erdogan ve bê erêkirin de komele û saziyên civaka sivîl dikarin faliyetên wan bê rawestin û sînorkirin, heta pêwist bê dîtin dikare qeyûm bê tayînkirin. Hevseroka Giştî ya Partiyên Herêma Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz qanûn nirxand û diyar kir ku divê mirov binêrin ku desthilatdarî ev 6 sale çawa dewletê bi rêve dibe û AKP ya 18 sale desthilatdare soza qedandina xizaniyê û betaliyê daye lê mixabin roj bi roj berovajî vê kiriye.   ‘Qesr û derdora wê li gorî berjewendiyên xwe tevdigere’   Salîhayê daxuyakirin ku îro xizanî, nelêrêtî û qedexe kûr bûne û wiha pê de çû: “Îro desthilatdariya AKP’ê 5 sal in bi tifaqa MHP’ê re berovajî sozên ku daye dike. Tenê berjewendiyên qesr û derdorê tê fikirîn. Qanûnên derdixin li gorî berjewendiyên qesrê û derdora wan tên derxistin. Qanûna înfaza cezayê derxist. Gelo çima ev qanûn derxist? Ji bo tacîzkar, tecawizkar û kujerên jinan derxin ev kirin. yên kesên ji ber fikr û ramanê xwe girtî nehatin berdan. Bi qanûnan dawî ya hatiye derxistin jî dixwazin kesên ne di fikra desthilatdariyê de ne bêdeng bikin. Bi zora dewletê dixwazin zextên li ser  STK’yan bidomînin. AKP-MHP bi polîtîkayên qeyûm xwe didomîne. Tu rewabûna qeyûm tune.”   ‘Li gorî xwe dewletê dîzayn dike’   Salîhayê bi lêv kir ku desthilatdarî pandemiyê dike hincet û dewleta polîs ava dike û ev tişt daxuyand: “Ji bo her kesî her tişt qedexeye. Lê ji bo polîsan her tişt rewaye. Bi qanûna dawî re riya tayînkirina qeyûman a ji bo komeleyan hat vekirin. Ev jî tê wateya ku li gorî xwe dewletê bit eşe dike. AKP-MHP dixwaze pergala dîktatoryal ava bike. Dixwazin vê pergalê mayînde bikin, rewa bikin. Ji ber vê qanûnan derdixin. Bi van qanûnan hemû STK, partiyên siyasî ji dewrê derdixe. Ji ber STK ji bo pêşketina demokratîkbûnê dixebitin. Desthilatdarî jî naxwaze pêşketina demokrasiyê hebe. Daxwazek wan ya pêşketina demokrasiyê hebûna wê pêşî li STK’yan negirtina.”   ‘Dixwazin bêçareseriya xwe ji holê rabikin’   Salîhayê destnîşan kir ku MHP qeyûmê li ser AKP’ê ye û got: “Ji ber ku MHP dibêje çi AKP wê dike. li Tirkiyeyê faşîzm pêk hatiye. Di civakê de globalbûn pêş katiye Globalbûn xwe navbera jin û mêr, siyasetmedaran de, gelan de nîşan dide. Hewl tê dayîn ku faşîzm bi qanûnan bê berdewam kirin. Dema mirov dinêrin di esasê de bêçare mane. Dixwazin bi zora dewletê jî bêçaretiya xwe ji holê rabikin.”   ‘Divê hemû kes dengê xwe bilind bike’   Salîhayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di rewşa ku komele li gorî desthilatdariyê tevnegerin de dikarin qeyûm tayîn bikin û got: “Me mînakên wê bi şaredariyan dît. Çima qeyûm tayînê şaredariyan hat kirin, ji ber ne li gorî desthilatdariyê bûn, li gorî wan tevnedigerin. Niha ji bo STK’yan jî vê plan dikin. Desthilatdarî ji bêdengiyê hêzê digire. Di hilbijartinên 2019’an de me dît ku yekitî faşîzmê têk dibe. Em dikarin dîsa biser kevin. Ji ber civak ji desthilatdariyê xurtire. Divê gelên Tirkiyeyê bikevin xeta têkoşîna hevpar.”