Feleknas Ûca: Dixwazin Fermana 75'emîn pêk bînin 2020-12-18 13:52:51   ENQERE - Feleknas Ûca ya HDP'yî ya bi munasebeta Cejna Êzî ya Êzidiyan li meclîsê axivî da zanîn ku li Şengalê tê xwestin biryareke siyasî têkeve meriyetê û Êzidî ji çand, dîroka xwe bê dûrxistin û got Êzidiyek jî bimîne ew ê Êzidî li Ezîdîxan û Şengalê jiyana xwe bidomîne.    Hevberdevka Komisyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) û parlamentera Êlihê Feleknas Ûca bi munasebeta Cejna Êzî ya Êzidiyan li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Felekanasê got dixwazin Fermana 75'emîn pêk bînin.   'Êzidiyan serî dan lê serî netewandin'   Feleknasê da zanîn ku Êzidî gelek caran hatine qetilkirin û wiha got:"Êzidiyan serî dan lê serî netewandin. Di 3'yê Tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê êrişî Êzidiyan kir. Dema amadekariya cejnê dihat kirin êriş hat kirin. Li çavên dinyayê fermana 74'an hat kirin. Gelek kes ji Şengalê koç bûn. Hîn 2 hezar û 800 jinên Êzidî aqubeta wan ne diyar e. Li Mûsûlê jinên Êzidî li bazaran hatin firotin. Gelek jinên Êzidî ji bo teslîm nebin xwe întihar kirin. Gelek yextiyar, zarok, jin li Çiyayên Şengalê ji ber tîbûnê jiyana xwe ji dest dan."   'Dîsa dixwazin fermanê pêk bînin'   Feleknasê bi lêv kir ku Êzidiyan ji bo jiyaneke nû xwe bi rêxistin kirin û wiha got:"Êzidiyan li Şengalê rêveberiya xwe ava kirin. Lê îro dîsa dixwazin fermanê pêk bînin. Ji derveyî îradeya Êzidiyan Bexda û Hewlêrê peymanek îmze kirin. Hûn çi ji Êzidiyan dixwazin? Çima dibin hedefa hemû hêzan? Li Şengalê tê xwestin biryareke siyasî têkeve meriyetê û Êzidî ji çand, dîroka xwe bê dûrxistin û got Êzidiyek jî bimîne ew ê Êzidî li Ezîdîxan û Şengalê jiyana xwe bidomîne. "