Ebrû Gunay: Pirsgirêk bi rêya muzakereyê dikarin werin çareserkirin 2020-12-11 13:01:27   ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku pirsgirêk bi rêya diyalog û muzakereyê dikarin werin çareserkirin û wiha got:"Daxwaza çareseriyê ya girtiyên ketine greva birçîbûnê, daxwaza me ye. Heta ev daxwaz werin bersivandin û pejirandin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji bilî ku Tirkiye van daxwazan qebûl bike tu rêyek û şansek wê dinê nîne."   Berdevka Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.   Ebrû diyar kir ku mafê jiyanek wekhev, azadî mafê bingehîn ên mirovan e û got: “Îqtîdarê vî mafê bingehîn ê mirovî binpê kiriye. Mafê mirovan ê gerdûnî tune tê hesibandin. Mafê însanan tê binpêkirin. Em di serdemek ku însan ji helîkopterê tên avêvitin, siyasetmedar, rojnamevan, reşenbîr tên girtin, goristan tên hilweşandin, dayik cenazeye zarokên xwe di pakêtên kargoyê de werdigirin derbas dibin. Li Tirkiyê hefteya mafê mirovan di bin siya van mijarên neyînî de tê pêşwazîkirin.”   3 hezar û 695 kes hatine girtin   Ebrû destnîşan kir ku ji sala 2015’an vir ve heta îro di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de rêveber û endamên wan di nav de 16 hezar û 490 kes hatine binçavkirin û ji van 3 hezar û 695 kes hatine girtin.   'Hîn birînên wan bajaran nehatiye dermankirin'   Ebrû destnîşan kir ku binpêkirina mafê mirovan ên herî mezin li bajarên bakurê Kurdistanê diqewime û binpêkirinên herî mezin jî di serdema qedexeya derketina derve yên li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê de di navbera salên 2015’an û 2016’an de pêk hatin. Ebrû got di ser destpêkirina qedexeyên derketina derve yên giştî de 5 sal derbas bûn û hêj birînên wan bajar û navçeyan nehatine dermankirin.   'Em ê ji bo azadiya welat  têkoşîna xwe dewam bikin'   Ebrû bertek nîşanî daxuyaniyên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattî nDemîrtaş nîşan dide da û got: “Hevserokên me yên berê û hevalên me siyasetmedar ji ber fermana Erdogan nayên berdan. Ew ferman dide û daraz jî fermana wî pêk tîne. Lê tevî hemû gef û gurên we jî em ê ji bo azadiya welat û hevalên xwe têkoşîna xwe berdewam bikin.”   'Pirsgirêk bi rêya muzakereyê dikarin werin çareserkirin'   Ebrû destnîşan kir ku sepandina tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê Tirkiyê ber bi serdemek tarî ve biriye û wiha got: “Rêzdar Abdullah Ocalan 22 sal in bi tecrîdek giran re rûbirû ye. Rêzdar Ocalan di pêvajoya çareseriyê de nîşan da ku Tirkiye çawa digihîje refahê û aramiyê. Yên ku wê serdemê ji me re digotin ‘hûn encax dikarin fîlmê pêvajoya çareseriyê çê bikin’, 5 salên dawî welat ber bi fîlmê tirs û xofê ve birine û bi senaryoya fîlmê tirsê welat birêve dibin. Tekane rêya rizgariya ji vê yekê bidawîkirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan e. Pirsgirêk bi rêya diyalog û muzakereyê dikarin werin çareserkirin. Rêya rizgariya ji vê rabloya tarî serî rakirina li dijî zext û êrişan e. Vaye ji bo vê çareseriyê ji nûve li girtîgehan ji bo rakirina tecrîdê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Em vê yekê pir eşkere destnîşan dikin; Daxwaza çareseriyê ya girtiyên ketine greva birçîbûnê, daxwaza me ye. Heta ev daxwaz werin bersivandin û pejirandin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji bilî ku Tirkiye van daxwazan qebûl bike tu rêyek û şansek wê dinê nîne.”   Ebrû di dewama axaftina xwe de bal kişand ser mijarên din ên di rojevê de.