Meral Danîş: Hûn derbarê HDP’ê de çi meraq dikin? 2020-12-09 14:36:26   EQNERE - Di civîna meclîsê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û da zanîn ku guhdarîkirina muxalefetê ne sincî ye û got: “Hûn derbarê HDP’ê de çi meraq dikin? Werin em ji were vebêjin. Tiştên ku em li rûyê we dibêjin ne besî we ye? Heke hûn meraq dikin em çi bibêjin, çima dixwazin me bêdeng dikin?"   Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, li meclîsê civîneke çapameniyê li dar xist û derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir. Meral, diyar kir ku pirsgirêkeke girîng a Tirkiyeyê guhdarîkirina partiyên siyasî ye.    Meral, destnîşan kir ku guhdarîkirina muxalefetê ne sincî ye û got: "Helwesteke nayê qebûlkirin e. Kêzikên guhdarîkirinê yên ji partiya me derketin ji bîr kirine. Vê derbarê de ne ji aliyê Soylu ve ne jî ji aliyê hikûmetê ve bersiv nehat dayîn. Ev tê wateya qebûlkirinê. Dibêjin ku me guhdar kiriye.”   ‘Hûn çi meraq dikin?'   Meral, bi bîr xist ku beriya niha jî partiya wan hatiye guhdarîkirin û ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku ji berê ve avahiyên partiya me tên guhdarîkirin. Em ji vir pirs dikin. Hûn derbarê HDP’ê de çi meraq dikin? Werin em ji were vebêjin. Tiştên ku em li rûyê we dibêjin ne besî we ye? Hûn dixwazin bi awayekî veşarî jî me guhdarî dikin?  Heke hûn meraq dikin em çi bibêjin, çima dixwazin me bêdeng dikin? Di vê mijarê de em li bendê ne di serî de Wezîrê Karên Hundir û berdevkên desthilatê daxuyanî bidin û aşkera bikin ku derbarê berpirsyaran de lêpirsîn dane destpêkirin. Heke nedabin destpêkirin jî sedema wê vebêjin.    Têkildarî hevdîtinên Komîsyona Diyarkirina Bihayê Asgarî û daxwazên bihayê asgarî jî Meral, nêrinên partiya xwe parve kir û ev tişt anîn ziman: “Divê bihayê asgarî bibe 4 hezar TL. Wê 4 hezar pirgirêka debarê ji holê raneke. Li dinyayê ji sedî 5’ê mirovan neçar dimînin ku bi bihaya asgarî debara xwe bikin. Lê li Tirkiyeyê ji sedî 40’ê mirovan bi bihaya asgarî debara xwe dikin. Li gorî daneyên TUÎK’ê 20 milyon kedkar di binî 2 hezar û 324 TL’yî de mûçe digirin. Ev tabloyeke şermê ye.”-