‘Dem dema xwedîderketina li nirxan e’ 2020-11-30 09:03:44   MÊRDÎN - Parlamenter Ayşe Surucu, diyar kir ku di demên dawiyê de bêtir êrişên siyasetmêdarên kurd dikin û got: “Bi êrişan hewl didin ku destkêftiyên kurdan ji holê rakin û kudan bê statû bihêlin. Lê divê bê zanîn ku têkoşîna me jî dê li hemberî êrişan bidome.”   Demên dawiyê li hemberî siyasetmedarên kurd êrişekî topyekun heye. Di encama operasyona li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi sedan kes hatin binçavkirin û bi taybetî jî jin hatin binçavkirin. Derbarê êrişên li hemberî siyasetmedaran de parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu ji ajansa me re axivî.   Ayşe, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên AKP’ ê ya 18 salan û got: “18 sal in AKP polîtîkayên zext û kaosê emrê xwe dirêj dike. Di 5 salên dawiyê de jî kaos bêtir derket rûyê erdê. Êrişên herî mezin li hemberî HDP’ê, KCD’ê û jinên kurd pêk hatin. Ji bo tasfiyekirina siyaseta demokratîk çi dest ê îqtîdarê tê vê dikin. Operasyonên ku demên dawiyê pêk tên ne hiqûqine. Tenê sedemekê  êrişan heye ev ji têkçûna siyaseta faşîst a AKP-MHP’ê ye. Dixwazin kurdan tune bikin û  êrişê Rojava û Başûr dikin. Di xwazin destkeftiyên kurdan ji holê rakin û naxwazin kurd bibin xwedî statuyekî.”   Ayşe, da zanîn ku li hemberî muxalîfan zextên mezin hene û wiha axivî: “Êrişê muxalifan dike û her wiha dixwaze jinan carek din di nava malê de heps bikin. Jin û muxalîfan bi kaosê bêdeng bikin. Dema êjin HDP an ji kurd di serî de jin ên kurd tê bîra her kesî. Ji ber vê sedemê betir  êrişê nirxên jinên kurd dikin. Em her roj dibînin çawa  êrişê siyasetmedarên jinên kurd dikin. Nêzîkatiya li hemberî pergala hevserokatiyê û saziyên jinan li holê ne. Dizanin ku dema jin azad bibe dê civak ji azad bibe, vê tiştî naxwazin.”   Ayşe, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser parastina destkêftiyên kurdan û wiha bi lêv kir: “Dem dema xwedî derketina li ziman û nirxan e. Em dikarin wisa  êrişên ku pêk tên ji holê rakin. Zimanê me tê qedexekirin û xebatên çand û hunerê tên astengkirin. Navên kurdî yên parkan hatin guhertin. Ev tişt ji encama polîtîkayên faşîst pêk tên. Lê em jî her tim li dijî  êrişan li qadan bûn. Em jin tu carî rê nadin  êrişan û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi şikandina tecrîdê re civakê azad bikin. Em  ê berxwedana xwe bi her awayî bidomînin.”