Ebru Gunay: Me careke din nîşan da ku em serî natewînin 2020-11-27 14:14:35   AMED - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, bi bîr xist ku di 25'ê Mijdarê de jin qadan bûn û got jinan bi vê helwesta xwe nîşan dane ku wê li dijî polîtîkayên dijiminên jinan serî netewînin.    Berdevka Partiya Demokratîk a Gelalan (HDP) Ebru Gunay, li navenda Partiya Herîmên Demokratîk (DBP) Civîna Heftane ya Asayî li dar xist. Ebru diyar kir ku jin di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê de, ji Şîliyê, Arjantînê, Lubnanê heta bi Rojava, Emerîka û Polonyayê li her dera cîhanê li qadan bûn û got ku li dijî îqtîdara mêr, polîtîkayên dijiminê jinê serî netewandine.    'Hûn kî ne?'   Ebruyê anî ziman ku wan îro jî bi operasyonên pêk hatine dest bi rojê kirin û wiha berdewam kir, "Duh êvarê polîsan bi ser avahiya partiya me ya Wanê de girtine û bêyî ku tu agahiyê bidin wekî dizan derî şikandine û lêgerîn kirin. Polîsên ku li avahiya me lêgerîn kirine ji me re notek danîne û ji avahiyê derketine. Hevalên me yên ku çûne avahiyê piştî ketine ferqê qufla derî hatiye guhertin derdor kontrol kirine û notekî, 'Selamin Aleykum em hatin' dîtine. Ez jî ji vir dipirsim dibêjim hûn kî ne hûn dizin çi ne?  Kesên vê dikin diz in.  Ez ji vir banga edaletê dikim."   Ebrûyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:    "Erdoganê ku dixwaze tevahiya welat bi xwe rêve bibe, dest ji welat berdin partiya xwe nikare rêve bibe.  Erdoganê ku rêhevalê xwe yê 40 salan ji bo temenê xwe yê di siyasetê de dirêj bike feda kir, di rojên borî de jî derket got ku wî pirsgirêka kurd bi rêya qeyûmên xwe yên ku xespê û nelirêtiyê dikin çareser kiriye.  Em jî dibêjin vê derewa xwe qe nebe ji kurdên ku her roj lil dijî wan operasyon tê kirin, nasnameya wan tê înarkirin û ji helîkopteran tên avêtin re nebêjin. Me berê ji we re gotibû ger ku hûn vê pirsgirêkê çareser nekin hûnê têk biçin. Lê we guh neda me.   Tecrîda li Îmraliyê ji îstisnabûnê derket   Ispata hiqûqa ku li Tirkiyeyê hatiye binpêkirin pêkanînên li dijî Gelê Kurd in.  Gelê Kurd neynika edaleta li vî welatî ye.  Lêzîkatiya li hemberî kurdan nêzîkatiya li jiyana demokratîk e. Em îro dibînin ku tecrîda li ser brez Abdullah Ocalan ne îstîsna ye û li tevahiya welêt belav bûye. Ji ber vê di serî de divê tecrîda li ser brêz Abdullah Ocalan bê bidawîkirin.  Li cihekî ku tecrîd lê heye ji reforma hiqûqê bahskirin tê wateya ku tinazê xwe bi mirovan dikin. Herkes dizane ku li Tirkiyeyê mijara hiqûq û demokrasiyê bi pirsgirêka kurd û bi pêvajoya çareseriyê ve girêdayî ye ku vê jî her kes dizane.   Wê dijminantiya li hember HDP'ê jî we rizgar neke   Erdogan û Bahçelî diza hemû planên xwe li ser kurdan dikin, dixwazin civakê bixapînin û faşîzma xwe bidomînin. Lê em dizanin ku di vê serdemê de wê dijminantiya li hember HDP'ê jî we rizgar neke. Wê dijminantiya li hember kurdan têrê neke ku hûn paldankên xwe biparêzin. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin ku dîroka me bi têkoşînê tijî ye û hêza me jî ji yekitiya me tê.   Ji ber biryarên bê berpirsiyarî şewb hatiye asteke xeter   Bandora kirîza aborî herî zêde di serdema pandemiyê de derket holê. Ji ber biryarên bê berpirsiyarî yên derbarê şewbê de îro belavbûna şewbê hatiye asteke xeternak. Di serî de li Stebolê li gelek bajaran cih di nexweşxaneyan de nemaye. Pêkanînên dijimirovî ên derbarê pandemiyê de bandora xwe li ser girtiyan jî dikin û dibin sedema pêkanînên dijmirovî. Girtî bi mirinê re tên rû hev.  Di tebîrên herî dawî ku hatin girtin de jî ji bo kedkaran tu bergîrî nehatine geritin. Ji ber biryarên nû hatin girtin kesên ku mecbûr man kargehên xwe bigirin jî ji bo wan tu tişt nehat kirin û tu piştgirî ji wan re nehat dayîn.    'Tundiyê wekî maf dibînin'   Vê îqtîdara ku bi milyonan kedkar di bin sînorê birçîbûnê de hiştine, kesên li mafên xwe digerin jî bi tundiya leşker û polîsan bêdeng dike. Polîsên ku ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê tişta dixwazin li her derê pêk tînin, di encama lêdana wan a li welatiyê bi navê Mehmet Şerîf Coşkun (25) ê esnaf li Kadîfe Kaleya Îmîrê jiyana xwe ji dest da. Leşker û polîsên ku hêza xwe ji îqtîdarê digirin li her derê sûc dikin û vê ji bo xwe maf dibînin.   Em wekî HDP'ê parçeyek jî berxwedana kedkar û karkera ne û em ê hem li derve û hem jî li hurdir vê têkoşîna xwe bi kedkar û karkeran re bidomînin."