Bêrîvan Helen Işik: Hevserokatî bû tirsa pergala heyî 2020-11-26 09:06:36   SÊRT - Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik ji peywirê hat dûr xistin û 6 meh in jî li malê hatiye hepskirin. Bêrîvan, diyar kir ku pergala hevserokatiyê bûye tirsa pergala heyî û got: “Em tu carî dev ji pergala hevserokatiyê bernadin û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, bi biryara Wezareta Karê Hindur ji kar hat dûr xistin û li şûna wê qeyûm tayîn kir. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin di 15’ê gulanê de hat binçavkirin û bi cezaya hepsa malê hat berdan. 6 meh in li malê hatiye hepskirin. Ligel 6 meh in li malê ye derbarê wê de tu îdîaname nehatiye amadekirin. Derbarê mijardê de Bêrîvan  ji ajansa me re axivî.   Bêrîvan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser helwesta îqtîdarê û got: “Îdiayên berê çi bû niha jî heman îdia hene. Di şexsê me de pergala hevserokatiyê tê darizandin. Îdiayên ku tên kirin polîtîk in. Tişta ku bibe sûc nîne. Li şaredariyê her tişt li gorî qanûnê hatiye kirin. Tişta ku li hemberî me dikin rêbazekî şîdetê ye. Bi cezaya hepsa malê min ji gel qut kirin.”   Bêrîvan diyar kir ku gel vîna xwe di hilbijartinê de nîşanda û wiha nerînên xwe anî ziman: “Gel pergala hevserokatiyê eciband û ji ber vê jî di hilbijartinê de helwesta xwe nîşan da. Îqtîdar hurmetê nîşanî vîna gel neda. Lê belê piştî ku qeyûm hat tayînkirin gel xwedî li şaredariya xwe derketin. Tişta ku ji bo me girîng jî rêvebertiya bi gel re bû.”   Bêrîvan, da zanîn ku pergala hevserokatiyê pergalekî jinê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li hemberî pergala jinê êrişek heye. Lê divê neyê ji bir kirin ku em di pratîzekirina pergala hevserokatiyê de bi biryar in. Ev xeta me ya sor e. Ev pergal ji bo guhertin û veguhertina civakê pergalek esas e. Pergala ku jinê bi hêz dike, em dev ji bernadin.”