‘Divê diê li girtîgehan lêkolîn bê kirin’ 2020-11-23 16:31:15   ENQERE - Parlamentera HDP’ê û endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Gulîstan Kiliç Koçyîgît têkildarî muameleya nebaş a dispêrin girtiya nexweş Fatma Tokmak û girtiyên li Girtîgeha Wanê ya Tîpa T serî li Komîsyonê da û got  ku divê li girtîgehan lêkolîn bê kirin    Parlamentera HDP’ê û endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, têkildarî rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoyê û binpêkirina mafên girtiyên li Girtîgeha Wanê ya Tîpa T li cih were lêkolînkirin serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê da.    Gulîstanê da zanîn ku mafên girtiyên li Girtîgeha Wanê hatine destesrkirin, tevdîrên li dijî koronayê nayên girtin û kelûpelên paqijiyê nadin girtina û xwest şandeyek biçe girtîgehê û lêkolîn bike.    Her wiha Gulîstanê  bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoya Stenbolê û bang kir ku demildest were berdan.