Feleknas Uca: Peyman biryarek siyasî ye, berdewamiya fermanê ye 2020-10-16 09:07:18 AMED - Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca bertek nîşanî peymana di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê de hatî îmzekirin da û diyar kir ku biryarek siyasî ye û bi daxwaza Amerîka û Tirkiyeyê amadekirin. Feleknas, got: "Dewletên netew îro bi bêdengiya xwe komkujiyek din re rê vedikin, lê divê bê zanîn em rê nadin fermanek din."  Di navbera hikûmeta Bexda û Herêma Federal a Kurdistanê derbarê Şengalê de peymanek di 9'ê Cotmehê de hat îmzekirin. Nîqaş û nerazîbûnên li hemberî peymanê didomin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca derbarê peymanê de ji ajansa me re axivî.    Feleknas destnîşan kir ku yên ku 2014’an de şêniyên Şengalê tenê hiştibûn niha li ser Êzidiyan biryaran digirin û got: “Gava ku me qala peymana Şengalê kir divê em di destpêkê de qala civaka Êzidî ya 2014’an de jî bikin. Wê demê Êzidî bê rêxistin bûn. Hêzeke ku Êzidyan biparêzê tune bû. Yên ku gotibûn em Şengalê diparêzin, dema çeteyên DAÎŞ’ê hatin, berê her kesê ew reviyan û derketin çûn. Bi wî awayî 3 hezar jinên Êzidî ketin destê DAÎŞ’ê. Her wiha aqûbeta bi hezar kesan hêj jî nayê zanîn. Dîsa bi hezaran Êzidî ji welatên xwe dûr li deverên Rojhîlata Navîn û cîhanê belav bûn. Dewleta Tirk ji 5 caran zêdetir bombe barand ser Şengalê. Ji derbasbûyîna komkujiya Şengalê ve heta îro tiştên ku çeteyên DAÎŞ'ê nekaribû, dewleta tirk bi êrîş û bomberandinê xwest bike. Dewleta tirk li ser Êzidiyan rewşekê li gorî fikriyeta xwe xwest bide ava kirin.”   ‘Şengal bedelen gelek giran da'    Feleknas diyar kir ku Şengal ji bo civaka Êzdiyan cihekî girîng e û wiha axivî: “Çima dixwazin cihê warê wan ji destê Êzidiyan bistînin? Piştî fermana sala 2014’an Êzidî xwe bi rêxistin kirin. Yekineya Berxwedana Şengal (YBŞ/J) ava kirin. Tê zanîn ku dema Komkujiya Şengalê pêk hatibû hemû cihan li hemberê vê komkujiyê bêdeng man. Kesek bi hawarê Şengalê re neçû. Tevgera Azadiyê bi 19 şervanên xwe ve berê xwe da Çiyayê Şengalê û parastina 150 hezar Êzidiyan kir. Tevî van yekan bi rastî jî Şengalê berdelên gelek mezin da. Lê  îro jî dîsa bi peymanekê ve vîna Êzidiyan dixwazin bişkînin. Peymana ku îro tê amade kirin bê îradeya gelê Şengalê ye.”   ‘Em nahêlin ku Êzidî bibin qurbana berjewendiyan’   Feleknas di axaftina xwe de bal kişand ser ser helwesta hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em  binêrin ku ev peyman di navbera PDK'ê û hikûmeta Bexdayê de çêbûye. Lê dema ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê peymanek çêbike divê parlemento bicive û li gorî biryarek tevahî bigire. Çawa bê îradeya parlementoyê biryarek wisa tê girtin? Ji ber vê yekê em destûr nadin ku Êzidî carek din bibin qurbana berjewendiyan. Ev peymana ku be îradeya Şengalê dixwazin pêk bînin wekî peymana Lozanê ya 1923’yan tîne bîra me. Çawa ku di peymana Lozanê de Kurdistanê xistin 4 parçe û ev tiştê bê îradeya Gelê Kurd kirin. Îro carek din vê tiştê bi destê Hikûmeta Başûr û hikûmeta Bexdayê dubare dikin. Ji ber van sedeman em ê li ber vê babetê bêdeng nemînin û dê qebûl nekin.”   ‘Ev peyman bi daxwaza Amerîka û Tirkiyeyê hat kirin'    Feleknas, destnîşan kir ku peyman biryarekî siyasî ye û bi daxwaza Tirkiye û Emerîka hatiye kirin û wiha bi lêv kir: “Tirkiye çend caran Şengal bomberan kir û Netewen Yekbûyî (NY) bêdeng ma. Şengal ji bo Tirkiyeyê çi gefan pêk tîne ku tirkiye êrîşên wê derê dike. Bi van biryarên siyasî dixwazin vîna Êzidiyan tune bikin. Piştî Komkujiya Şengalê ku kesên Êzidî ji wê reviyan û çûn Tirkiyeyê. Hêj jî wek pênaberên fermî nehatine hesibandin. Hêj jî bê statû ne. Dewleta tirk bi van tiştan neyartiya Êzidiyan û dîroka Êzidiyan dike.”   ‘Divê em destûr nedin komkujiyek din'    Feleknas got heke yekitiya kurd bê ava kirin divê pêşî di mijara Şengalê de bên ligel hev û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di dîrokê de Êzidiyan bi gelek qirkirin û ferman re rûbirû man û lê tu carî serê xwe netewandin. Dewletên neteweyî dixwazin komployek helandinê li ser civaka Êzidiyan pek bînin. Lê belê civaka Êzidiyan tu carî destûr nedan wê yekê. Dewletên netew îro bi bêdengiya xwe komkujiyek din re rê vedikin. Heke Êzidî ji Şengalê derkevin û dê baweriya Êzidiyan tune dibe. Di heman demê de ji erdnigariya Kurdistanê jî parçeyek tune dikin. Ew jî xetereyekê pir mezin e. Şengal namûsa Kurdistanê ye û divê bê parastin. Li ser Şengalê gelek plan û proje tê amadekirin. Heke Şengal biçe dê Rojava jî biçe dê Hewlêr û Silemanî jî biçe. Lewra pêwist e ku em bêdeng nemînin û plan û lîstîkên Emerîka û Tirkiyeyê vala derxînin.”