Heyeta Siwêdê çû serdana Meclîsa Jinê ya HDP'ê 2020-10-07 14:13:16   ENQERE - Rêveberên Parlamentoya Swêdê çûn serdana piştevaniyê ya Meclîsa Jinê ya HDP'ê.    Serdanên piştevaniyê yên li dijî êrişên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dewam dikin. Serokwekîla Parlementoya Swêdê Lotta Johansson Fornarve, Berpirsê Têkiliya Derve ya Partiya Çep a Swêdê Håkan Svenneling û Rêveberê Foruma Çep a Navneteweyî (VIF) Jonas Kårling li dijî êrişên li ser HDP'ê çûn serdana Meclîsa Jinê ya HDP'ê.    Hevberdevka Komisyona Têkiliya Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca, Endamên Koordînasyona Jinê ya HDP'ê Rojda Bedia Akkaya û Latife Demirci Kahya heyet pêşwazî kirin. Serokwekîla Parlementoya Swêdê Lotta Johansson Fornarve, têkildarî têkoşîna jinê ya Swêdê agahî parve kir. Johansson bal kişand ser têkoşîna hevpar a jinan û got ew dixwazin têkildarî têkoşîna jinên HDP'yî yên li Tirkiyeyê bibin xwedî agahî.    Endama Koordînasyona Jinê ya HDP'ê Rojda Bedia Akkaya anî ziman ku HDP partiya jinê ye û têkildarî xebatên Meclîsa Jinê de agahî da. Bedia bal kişand ser piştevaniya jinê û anî ziman ku wekî HDP'ê berpirsiyariya wan zêde bûye.