Dêrsim Dag: Tenê nexşerêyek heye ew jî têkoşîn e 2020-10-06 09:06:05   QERS - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag, diyar kir ku êrîş ne tenê li hemberî HDP’ê ye li hemberî hemû muxalîfan pêk hatiye û got: "Kevneşopiyekê HDP'ê heye û HDP tu carî serî natewîne. Tenê nexşerêyeke HDP'ê heye û ew jî têkoşîn e."   Di 31’ê adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevî hemû zextan di hilbijartinê de 65 şaredarî bi dest xist. 3 Şaredariyên Bajarên Mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 ji bajarok bi dest xistibûn. Qeyûm tayînê 59 şaredariyên HDP'ê hatin kirin. Herî dawiyê jî li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25’ê Îlonê de bi hinceta “Lêpirsîna Kobanê” 20 siyasetmedarên HDP'î hatin binçavkirin û 17 siyasetmedar hatin girtin. Di 2'yê cotmehê de waliyê Qersê wekî qeyûm tayînê şaredariya Qersê ya HDP'ê kirin. Hevşaredar Ayhan Bîlgen hat girtin û hevşaredar Şevîn Alaca jî hêj di bin çavan de ye. Derbarê binçavkirin, girtin û êrîşan de parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag axivî.    ‘Şaredarî wekî şîrketekî malbatê hatiye birêvebirin'    Dêrsim, di axaftina xwe de bal kişand ser xizmetên ku li Qersê hatine kirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Piştî ku şaredarî ket destê HDP'ê xizmeteke mezin li bajêr hat kirin. Lê belê AKP-MHP ji wan xizmetan aciz bûn. Bi hinceta 'Lêpirsîna Kobanê' xebat hatin îlegalîzekirin. Kobanê lêpirsîneke bê hiqûqî ye. Hevşaredar Şevîn Alaca û hevseroka bajêr jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Sedema hedef girtinê ya di vê pêvajoyê de tê xebatên HDP'ê yên şaredariyê ne. Bi HDP'ê xizmetek hat Qersê. Çend bê îlegalîzekirin jî Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen li Qersê xizmetek kirin. Bi rêvebertiya jinê rengê kolanan jî guherî. Ji bo jinan qadên îstîhdamê hatin vekirin. Tişta ku hevkarê îqtîdarê MHP'ê aciz jî dike ev e. Ji ber ku bi sala ne ji hêla şaredariya Qersê ve tenê talan û dizî hatiye kirin. Şaredarî wekî şîrketekî malbatê hatiye birêvebirin."   'Îqtîdar berê jî niyeta xwe aşkera kiribû'   Dêrsim, diyar kir ku îqtîdar dema bixwaze qeyûm tayîn bike pêwistî bi hincetan nabîne û got: "Gelek şaredarî bê hincet hatin desteserkirin. Berê jî dihat zanîn ku dixwain qeyûm tayînê Şaredariya Qersê bikin. Ji ber ku rojên borî niyeta xwe aşkera kiribûn. Ji ber xwedî li derketina gel îqtîdar paşve gav avêt. Hemû muxalîf li dijî tayînkirina qeyûmê bûn. Carek din derket holê ku AKP û MHP ne alîgirên hiqûq û edaletê ne."   'Li dijî polîtîkayên qirkirinê serî netewand'    Dêrsim di axaftina xwe de li ser êrişên li hemberî HDP'ê rawestiya û mijar wiha şîrove kir: "Êriş ne tenê li hemberî HDP'ê li hemberî hemû muxalîfên Tirkiyeyê pêk hatiye. Kesên ku alîgirê hiqûq û demokrasiyê bin bi êrişan re rûbirû dimînin. HDP li Tirkiyeyê muxalefeta herî xurt dike û ji ber vê jî îqtîdara AKP û MHP'ê êriş dike. Êrişê ciwan, jin û hemû kesên ku dengê xwe bilind dike, dike. Lê îqtîdar baş dizane ku HDP heta niha tu carî serî netewand. Li dijî polîtîkayên bişaftin, bêeslbûn, çewisandin û qirkirina Gelê Kurd her tim li ber xwe da. HDP her tim li kolanan, li zanîngehan, li fabrîqeyan û li qadên jiyanê bû."   'Muxalefet bêdeng ma'   Dêrsim, xwedî derketina gel a li HDP'ê jî wiha anî ziman: "Li dijî binçavkirin û girtinan gel bertekên xwe bi zelalî anîn ziman. Lê belê ji aliyê muxalîf bertekên xurt derneketin. Diviya muxalefet bi dengekî bilind û wêrekî li dijî polîtîkayên cewisandinê derketiba. Divê biba hevkarê têkoşîna HDP'ê. Lê divê muxalefet baş bizane ku heke îro piştewaniya xwe aşkera nekin dê sibêhê AKP û MHP serdestiya xwe xurtir bike."    'Em ê li ber xwe bidin'    Dêrsim diyar kir ku dê têkoşîna xwe bi her awayî bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hevserokên giştî yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hatin girtin, lê dîsa HDP'ê têkoşîna xwe domand. Kevneşopiyekê HDP'ê heye û HDP tu carî serî natewîne. Tenê nexşerêyeke HDP'ê heye û ew jî têkoşîn e. Li dijî êrîşan bi înad û bi biryar em ê li ber xwe bidin."