‘Divê rola Abdullah Ocalan bê qebûlkirin’ 2020-09-25 09:07:43   Hîkmet Tunç   WAN - Gulîstan Kiliç Koçyîgît a HDP’î balkişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya di aştiyê de û got di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de divê muxatabiya Abdullah Ocalan bê qebûlkirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ‘Bernameya Têkoşîna Demokratîk’ ya 3 mehan dabû destpêkirin di 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi deklerasyona aştiyê bi dawî kir. Di deklerasyonê de yek ji sernavên derket pêş tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît têgeha aştî û girîngiya aştiyê ya ji bo gelê Kurd nirxand û balkişand ser rola Abdullah Ocalan.   Gulîstanê daxuyakirin ku têgeha aştiyê tê îstîsmarkirin û got: “Li vî welatî hikûmet ji bo bibin desthilatdar têgeha aştiyê bi kar tînin û ji Kurdan piştgiriyê dixwazin. Partiyan her tim daxwaza aştiyê ya Kurdan îstîsmar kirine. Armanca deklerasyona aştiyê jî ev e ku demsala aştiyeke bi rûmet bê afirandin û banga girtina însiyatîfê ya ji bo aştiyê ye.”   Gulîstanê destnîşan kir ku gelê Kurd wek depoya dengan tê dîtin û ji ber vê ferasetê jî naveroka têgeha aştiyê tê valakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me xwest em derbarê vê de nîqaşekê bimeşînin. Ji ber vê jî ev bangek pir berfireh e. Hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn, yên muxalîf, demokrat û li dijî faşîzmê ne divê muxatab bê girtin.”   ‘Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî sereke ye’   Gulîstanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê nêzîkatiyeke rastî bê nîşandan. Her desthilatdariyeke pirsgirêkek wan ya Kurd heye. AKP çawa hat desthilatdariyê got Kurd tune, pirsgrêka Kurd tune. Vedigerin ser polîtîkayên redkar. Hebûna gelê Kurd ancax bi qebûlkirina pirsgirêka Kurd pêkan e. Divê muxatabiya Birêz Ocalan di çareseriyê de bê qebûlkirin. AKP demek dirêj e polîtîkaya globalbûnê dimeşîne. Vê jî bandor li ser her derê kiriye.”