'Dewletên desthilatdar rê didin kiryarên çeteyan' 2020-09-11 09:04:35   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Endama Meclîsa Rêveber a PYD'ê ya Herêma Efrînê Îlham Mihemed, diyar kir ku dewletên desthilatdar rê didin kiryarên çeteyan û got: "Piştî hewildanên avakirina yekîtiya kurd dewleta tirk êrîşên xwe ser herêmê zêde kir. Her ku kurd gavekê pêş de davêjin dewleta tirk êrîş dike. Em bang li gelê xwe dikin ku bila gavan paş de ne avêjin."    Di van demên dawiyê de Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aloziyên herî dijwar re derbas dibin. Roj bi roj dewleta tirk asta êrîşên xwe zêde dike û dixwaze tevahî xaka Sûriyeyê bike bin dagirkeriya xwe de. Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Herêma Efrînê Îlham Mihemed axivî û bal kişand ser kiryarên dewleta tirk a li ser axa Sûriyeyê.    'Dewletên hegemon xwe weke aliyê çareseriyê dibînin'   Îlham di destpêka axaftina xwe de ser armancên dewletên hegemon nirxandinên xwe kir û wiha pê de çû: "Dewletên hegemon bi rêxistinên nû serweriya xwe ser tevahî cîhanê didin meşandin. Armanca wan ew e ku civakan kole bikin. Bi salane hewildanên parçekirina herêmên Rojhilata Navîn tên kirin û li gor siyasetên desthilatdaran tên meşandin. Di nava her aloziyekê de xwe weke aliyê çareseriyê xwe dibînin û ew bi xwe van aloziyan derdixin. Ev yek asta desthilatdariya wan nîşan dide."    'Dewletên desthilatdar rê didin kiryarên dewleta tirk'    Îlham di berdewamiya axaftina xwe de ser kiryarên dewleta tirk a li ser civakê pêk hatî wiha şîrove kir: "Hemû dewletên desthilatdar rê didin tirkiyê ku van kiryarên xwe ser civakan bide meşandin. Dewleta tirk devra ku gava xwe lê davêje pirsgirêk li wê deverê derdikevin. Her wiha berê xwe dide herêmên ku dikare sûd jê bigire û dagirkeriya xwe ser civaka wê mayinde bike. Di hemû şer û aloziyên li Rojhilata Navîn de derdikevin destê tirkiyê tê de heye. Êdî armancên wê yên dagirkeriyê ji her kesî re eşkerene. Ji bo wê jî dewletên desthilatdar rê didin van kiryarên dewleta tirk."   'Bi pêvajoya yekîtiyê re tirkiyê êrîşên xwe zêde kir'   Îlham bal kişand ser pêvajoya yekrêziya kurdî û hewildanên dewleta tirk ji bo têkçûna vê pêvajoyê û wiha bi dawî kir: "Piştî hewildanên avakirina yekîtiyeke kurd  dewleta tirk êrîşên xwe ser herêmê zêde kir. Her ku kurd gavekê pêş de davêjin dewleta tirk êrîş dike. Lê banga me ji gelê me re heye ku bila gavan paş de ne avêjin, yekrêziya kurdî wê hemû plan û êrîşan ser me bi dawî bike."