Eyşe Efendî: Gelê Başûr dikarin xwedî li axa xwe derkevin 2020-09-08 09:01:25   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî, diyar kir ku şerê li başûrê Kurdistanê şerekî berjiwendiye û nîqaşên berfireh li ser Başûr tên kirin û got: "Êdî pêwîste hikûmeta Başurê Kurdistanê dostaniya dijiminên kurdan neke."   Di dawiya sala 2017'an de û heya roja îro jî dewleta tirk bê navber êrîşên xwe yên hewayî û bejahî li ser Başurê Kurdistanê, Şengal, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û qadên parastina Medyayê dide meşandin. Li hemberî van kiryaran hikûmeta Başurê Kurdistanê bêdeng dimîne. Girêdayî mijarê Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî ji ajansa me re axivî û bal kişand ser polîtîkayên li hemberî başûrê Kurdistanê.    'Li Başûr şerekî taybet heye'   Eyşe, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên ku li hemberî tevahiya Kurdistanê û got: "Demeke dirêje êrîşên dijwar li ser Başurê Kurdistanê tê meşandin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li hemberî van êrîşan bêdeng e. Bi salane dewleta tirk baregehên xwe yên leşgerî û kargehên bazarganiyên li başûrê Kurdistanê avakirine. Li ser vê bingehê em di wê ferqê de bûn wê dewleta tirk rojekê êrîşî başûrê Kurdistanê bike ev yek mimkun bû, ji ber ku armanca Erdogan dagirkirina axa başûrê Kurdistanê ye. Wekê ku niha çawa herêma Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Ezaz, Bab û Cerablus hatiye dagirkirin. Di heman demê de baregehên dewleta tirk yên leşgerî li Beişîqa jî hene. Gelo ev navendên leşgerî yên dewleta tirk ji bo kê hatine avakirin ma gelê başûrê Kurdistanê û rêveberiya wê vê yekê bi çavên xwe nabînin, êrîşekî li ser kurdan taybet heye û naxwazin sitatuya Gelê Kurd bê avakirin. Her wiha beriya dû salan dema ku referandûm ji bo federaliyê li başûrê Kurdistanê hat ragihandin, yek ser dewleta tirk û hevkarên wî mudaxele kirin û referandûm nehat pejirandin."   'Mal û milkên kurdan talan dikin'    Eyşe, destnîşan kir ku li başûrê Kurdistanê li hevkirinek heye û wiha pê de çû: "Ev şerê ku niha ser başûrê Kurdistanê tê meşandin şerekî berjiwendiye û nîqaşên berfireh li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin. Dema ku ev nîqaş bi serkeve û bighêje encamekê wê dewleta tirk dagirkeriya xwe li wir bi awayek fermî ragihîne. Bi wê ve girêdayî rojane êrîşên hewayî û bejahî li ser Şengal, Dihok û qadên parastina Medyayê tên meşandin. Di encama van şeran de şêniyên herêmê tên hedefgirtin, mal û milkên wan tên talankirin û şewitandin. Armanca dewleta tirk xêr û bêra başûrê Kurdistanê bidest bixe û nehêle ku kurd xwe bi rêva bibin."   'Gelê Başûr dikarin xwedî li axa xwe derkevin'   Eyşe, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li hemberî vî şerî berxwedaniyeke mezin li çiyayê Heftanînê tê meşandin û bersivên herî xurt ji aliyê gerîlla ve tê dayîn. Dewleta tirk û hevkarên wî dixwazin destkeftiyên ku hemû pêkhateyên herêmê bi dest xistine cardin dagir bike, vîna Gelê Kurd bişkîne û projeyên Osmaniyan yên ku nîvço mayî li van herêman temam bike. Pêwîste hikûmeta herêmê dest ji dostaniya dewleta tirk û dijiminên kurdan berde. Em weke Gelê Kurd û neteweyên hemû herêman bi awayek baştir dikarin xwedî li axa xwe derkevin û banga min ji bo gelê başûrê Kurdistanê ew e ku hîn bi awayek baştir li dijî destihiladaran serî hildin."