'Mêr ji pêşketina jinê ditirs e!' 2020-09-04 09:04:43   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Rêjeya qetilkirina jinan li herêma Firatê her roja ku derbas dibe zêde dibe, endama Meclîsa PYD'ê Sara Xelîl diyar kir ku tundiya mêr ji nifşekî derbasî nifşekî bûye û her tim jin hatiye bêdengkirin û got: "Dema ku jinek bi tundiyê re rûbirû dimîne malbat û cîranên wê pê agahdar dibin. Lê tu kes xwe berpirsyar nabîne ku bibe alîkar. Li şûna ku alîkar bibin jinê sûcdar dikin."    Ji despêka sala 2020`an li Herêma Firatê rêjeya qetîlkirin, xwekuştin û hewildana dawî li jiyana xwe anînê ya jinan bi awayekî balkêş zêde bûye. Bîlançoya hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Herêma Firatê wiha ye; 2 jin hatin kuştin, 3 jin dawî li jiyana xwe anîn, mirina 3 jinan bi guman e û 10 jin ji hewildan ku xwe bikujin. Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl û Cîgirê Encûmena Zagonsaz ya Herêma Firatê Hisên El-Şêx mijara kuştin û xwe kuştina jinan ji ajansa me re nirxand.    'Jin tên bêdeng kirin'   Sarayê di destpêkê de behsa tundiya li ser jinan kir û got: "Em weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şert û mercên giran re derbas dibin. Em rojane bi bûyerên nû re rûbirû dimînin. Ji aliyek êrîşên dewleta tirk a li ser herêmê û aliyek jî belavbûna vîrûsa korona heye. Mijarên bi vî rengî civakê tengav dike. Bi taybet jî herî zêde bandora xwe li ser jinan dike. Hişmendiya mêr-dewletê xwedî temenek dirêj e ku her tim xwe li ser tunekirina jinan bi hêz kiriye. Jin di hundir û derveyî malê  de her tim bi tundiyê re rûbirû dimîne. Dema ku jin ji hevjînê xwe û malbata wî dixeyide, diçe mala dayika xwe. Lê malbata wê li şûna ku bi zarokên xwe re bibin alîkar, wê vedigerînin mal û hevjînê wê ji berê zêdetir zextê lê dike. Ev bûyer ji me re tiştekî wiha derdixe holê ku mijara bêdengiya jinan ya li hember tundiya mêr ji nifşekî derbasî nifşekî bûye û bûye weke adet. Bi van rêbazan jinan bêdeng dikin."   'Em sûcdar û berpirsyar in'   Sara da zanîn ku gelek jin hewl didin ku xwe bikujin û wiha axivî: "Li Rojavayê Kurdistanê jin li dijî hişmendiya civakê ya paşverû têdikoşin. Jinan cihê xwe di qadên siyasî, civakî, rêxstinî, aborî û leşkerî de girtin. Di vê rewşê de xeta koletiyê û azadiyê diyar bû. Hinek jin bi şêwazên rast têkoşîna rizgarbûna ji koletiyê didin meşandin û hinek jî mixabin ku dawî li jiyana xwe tînin. Dema ku jinek bi tundiyê re rûbirû dimîne malbat û cîranên wê hemû pê agahdar dibin. Lê tu kes xwe berpirsyar nabîne ku bi wê re bibe alîkar. Li şûna alîkariyê berovajî diaxifin û jinê sûcdar nîşan didin. Ji ber vê em her kes sûcdar in, berpirsyarin û divê ku em rexnedayîna xwe li hember hemû jinên ku hatine qetîlkirin û xwekuştine bidin. Divê ku jin xwe neçarî kuştinê nehêlin, têkoşîn bikin."   'Divê em têkoşîna xwe bidomînin'    Sara di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku têkoşîna xwe mezin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevî heşt salên li ser şoreşa me re derbasbûn, hîna jî beşek mezin ji civakê bi hişmendiya sed sal berê dijîn. Lê guhertin û veguheritnên ku şoreşa me bi xwe re anîn derfetên ku jin têkoşîna li hember hemû şert û mercan bike, ava kir. Ev yek bi serê xwe zorê li ser mêrên desthilatdar û zayendeperest çêdike. Ji ber ku êdî jin xwe diparêzin, aboriya xwe bi dest dixin û xwe li gor bîrdoziya azadiya jin rêxistin dikin. Mêr ev pêşketinên ku jinan di xwe de dane çêkirin, weke metirsî ji bo desthilatdariya xwe dibînin. Loma ji bo parastina desthilatdariya xwe, tunekirina jinan bingeh digirin. Me weke jinên ku cihê xwe di sazî, rêxistin, tevger û parartiyan de girtine gelek civîn li darxistin ku gelek biryarên nû hatin girtin. Em di wê hêviyê de ne rojên li pêşiya me wê bi guhertin û veguhertinên nû yên erênî re pêş bikeve."   'Mêr bi zanebûn zextê li jinan dikin'   Hisên El-Şêx di axaftina xwe de bêtir bal kişand ser ser qanûnan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di van demên dawiyê de lewazbûna zagonên li dijî tundiya li ser, bandora xwe li zêdebûna rêjeya van bûyeran kir. Mêr bi zanebûn zextê li jinan dikin û wan dighînin asta xwekuştinê. Em dikarin mînakan jî bidin. Jina ku dawî li jiyana xwe anî sedem mêrê ku pêre zewicî bû. Dema ku rewşa aborî ya malbatê baş bû mêr hewda ku bizewice. Li gorî zagona Rêveberiya Xweser ev zewac qedexe bû. Ji ber ku doza hevberdanê vekir û nêzîkatiya civakê li hemberî jinê guherî û zext lê hat kirin. Ev tişt jî bû sedem ku jin dawî li jiyana xwe bîne. Buyerek din a jî zewicandina zaroka 17'ê salî ye. Malbat dixwaze bi yekî 50'î salî re bizewîcinê. Li dijî vê yekê zarok dawî li jiyana xwe tîne."    'Zagonên nû yên li dijî tundiyê amede ne'   Hisên eşkere kir ku zagonên nû yên li dijî tundiya li ser jinê wê di rojên nêzik de dê derkevin û wiha bi dawî kir axaftina xwe: "Girêdayî van bûyerên ku di van demên dawî de qewimîne, me weke Encûmena Zagonsaz bi alîkariya tevahî sazî, rêxistin, tevger, partî, parêzer, oldar, komîn û meclîs projeya zagonên li dijî tundiya li ser jin amede kir. Zagoneke  ji 12 bendên ku parstina jinana dike, her wiha hemû kesên ku sûcdar in û di tehrîdkirina jinan ya xwe kuştinê de destê wan heye, cezayên gelek giran li wan wê were birîn. Em hîn di pêvajoya nirxandina zagonê de ne da ku pirsgirêk di demên pêş de dernekevin. Lê di rojên nêzik de em ê zagonê raghînin û têxin meriyetê de. Em di wê baweriyê de ne ku piştî vê zagonê wê ev rewş were guhertin."