Meral Daniş Beştaş: Em aştiyeke bi rûmet dixwazin 2020-09-02 17:47:40   ENQERE - Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş derbarê "Deklerasyona Banga Aştiyê"  de diyar kir ku ew aştiyeke bi rûmet dixwazin û di  vî warî de divê her kes erka xwe bi cih bîne.   Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş derbarê "Deklerasyona Banga Aştiyê" de li meclisê daxuyanî da û got, "Hewcehiya Tirkiyê bi lezgînî bi aştiyê heye û li ser vê mijarê berpirsyariya her kesî heye û wiha axivî: ''Heke Tirk ne baş bin, Kurd jî ne baş in. Ji dîrokê dersa ku bi sedan carî me girtî ev e.''   'Dîwar wê Amedê bike du beşan'    Meralê bal kişand ser dîwarê ku tê xwestin were çêkirin û Amedê bike du beşan jî got: ''Hûn nikarin dîwarê şermê li Amedê deynin, em ê nehêlin. Bes bi avaniya siyasî ya Amedê bilîzin. Ev siyaseta dagirkirinê ye. Ev 90 sal in ewlehiya peyayan nehate bîra we? Em vê qebûl nakin. ''   'Li ser ciwanan rêbazên salên 90'î tên bikaranîn'   Meralê polîtîkayên zext û sîxûriyê yên li ser endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi bîr xistin û got: ''Li kîjan taxê kurd û muxalîf hebin çeteyên madeyên hişbir li wir xuya dibin. Em dixwazin demildest li ser vê daxuyaniyek were dayin û yên ku vê dikin derxînin ber darazê û werin girtin.  Li ser van civanan rêbazên salên 90'î bi  kar tînin, bi gefan dixwazin xebatên HDP'ê, xebatên Meclîsa Ciwanan asteng bikin.''   'Hesabê te kî bi rêve dibe'     Meral parvekirinên twîtterê yên Parlamenterê AKP'ê Tamer Akkal jî rexne kir û got: "Tamer Akkal muxlûqatek e. Xwedî giravê twîtên xwe rast kirine. Hesabê te kî birêve dibe? Çend hesabên te hene, hesabên te yên trol hene? Hûn zimanek wiha nizm çawa bikar tînin? Em li dijî vê serî li her rêyên hiqûqî bidin."    ‘Em we nas dikin'    Meralê bal kişand ser êrişên li dijî Parlamenterê TÎP'ê Bariş Atay û got: "Ev zimanê tehdîtkar zemînê ji êrişan re amade dike. Wezîr Suleyman Soylû, Bariş Atay kiriye armanca xwe. Em van dîmenan ji Hrant Dînk, Tahîr Elçî baş dizanin û nas dikin. Wezîrê Navxweyî berê jî li Hevseroka em Pervîn Bûldan geriyabû û gefan lê xwaribû. Em dibêjin aştî û çareserî, ew radibin di nava dewletê de çeteyan ava dikin. Ev ziman wêrekiyê dide çeteyên li kolanan. Li vî welatî ewlehiya kesî nîne. Serokê Meclîsê êrişa li dijî Atay şermezar kir lê ev têr nake, divê hûn helwesta xwe nîşan bidin."    Meral gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan ên derbarê parastin û parêzeriyê de bi bîr xist û got: "Di şexsê parêzeran de êrişî parastinê dike."