Salîha Aydenîz: Navnîşana aştî û demokrasiyê Îmrali ye 2020-09-02 09:07:14       Dîlan Babat - Hîkmet Tunç   WAN - Hevsreoka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ku di çarçoveya bernameya ‘têkoşîna demokrasiyê de’ serdanan pêk tîne da zanîn ku israra polîtîka şer a li hember Gelê Kurd girêdayê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û got ger ku derdekî desthilatdariyê yê demokrasî û aştiyê hebe, navnîşan Îmrali ye.   Di çarçoveya ‘Bernama Têkoşîna Demokratîk’ a HDP’ê de bername û çalakiyên ji sê lingan pêk dihatin hebûn û asta sêyemîn li herêmê pêk hat. Di asta yekemîn de serdanên saziyan hatin kirin, di asta duyemîn de ‘Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê’ ji Colemêrg û Edîrneyê hat temamkirin. Di asta sêyemîn de jî bi dirûşma ‘Lİ dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî’ DBP’ê li herêmê bi gel re hevdîtin kirin. Asta dawî ya bernameyê bi bernameya ‘xeleka mirovahiyê’ di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de pêk hat.   Hevseroak Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz derbarê hevdîtinên ku li Wan û Colemêrgê bi sazî, rêxistin û gel re pêk anîn nirxandin.   ‘Polîtîka zext û îmhayê her tim di dewrê de bû’   Salîhayê destnîşan kir ku komara Tirkyeyê li ser yekparêziyê hatiye avakirin û got: “ Xwe di mantîka netew dewletê de li ser ‘yek al, yek ziman, yek ol, yek zayendê’ heyî dike. Ev pergal sedsal e li dijî têkoşîna hebûna gelê kurd polîtîka zext û îmhayê meşand. Em 5 salên dawî binêrin, hikûmeta AKP’ê bi komên faşîst û çteyan polîtîka sedsalî meşand. Derdê wan ev e ku pergalek dîktatoryal ava bikin. Li dijî vê jî berxwedana aliyên demokratîk û Gelê Kurd heye.”   ‘Em di aştiyê de bi israr in’   Salîhayê her wiha ev tişt anî ziman: “Tevgerên jinan ên Tirkiyeyê li dijî desthilatdariya ku jin û civakê tune dihesbîne, dengê xwe bilind dike. Li gorî xwe qanûnan derdixin û her tim jinan hedef nîşan didin, yên di aştî û demokrasiyê de israr dikin jî her tim hedef digirin û berê xwe didin wan. Armanca bernameya me ev e ku em di zemîna demokratîk de di aştyê de israr dikin. Me bername di 15’ê Tebaxê de li Dêrsîmê da destpêkirin.”   ‘Krîz girêdayî tecrîdê ye’   Salîhayê di nirxandina xwe de balkişand ser tecrîdê û wiha berdewam kir: “Em bi desthilatdariyeke ku li her derê di şer de israr dike re rû bi rû ne. Sedema vê jî ev e, rewabûna xwe winda kiriye, êdî tu tiştekî bide gel nemaye. Li dijî daxwaza statûyê ya Gelê Kurd heta dawî di şer de israr kiriye û krîza aborî û civakî afirandiye. Ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha li ser Abdullah Ocalan krîzek didome. Her kes di bin tecrîdê ye. Her aliyî diyar kir ku krîz girêdayê tecrîdê ye.”   ‘Derdê we demokrasî be navnîşan Îmralî ye’   Salîhayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku hemû civak îro di bin tecrîdê de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “îro muxalefet nikaribe yek gotinê bêje, tecawizkar bi rehetî bên derxistin û şîdeta ku îro gihiştiye asta herî jor û bersiva civakê neyê dayîn wê demê hinek tişt qelsin û tune ne. Civak di bin tecrîdê deye. Hemû krîz girêdayê tecrîda li ser Birêz Ocalan in. Ger derdekî desthilatdariyê yê aştî û demorkasiyê hebe wê demê navnîşan Îmralî ye.”