Şandeya MSD’ê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re civiya 2020-08-31 14:03:22   NAVENDA NÛÇEN - Şandeya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û rêveberiyên Partiya Vîna Gel, piştî li Moskovayê têkildarî çareseriya Sûriyeyê peyman îmze kirin, bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov re hatin gelhev.   Şandeya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û rêveberên Partiya Vîna Gel li paytexta Moskova ya Rûsyayê bi armanca çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê hatin gelhev û peymanek îmze kirin. Şandeya MSD’ê û rêveberên Partiya Vîna Gel piştî îmzekirina peymanê bi Wezîrê Karê Dervê yê Rûsya Sergey Lavrov re li hev kom bûn.     Seroka Komîteya Rêveber Îlham Ehmed a ji bo şandeya MSD’ê pêşengtî kir bi Serokê Partiya Vîna Gel Kadrî Cemîl re, têkildarî peymana îmzekirin de civîna çapemeniyê li dar xistin û naveroka wê bi raya giştî re parve kirin.  Şande piştî vê derbasî Wezîrtiya Karê  Hûndir ê Rûsyayê bû.    Şandeya MSD’ê ya ji Seroka Komîteya Rêveber Îlham Ehmed, Alîkarê Hevserok Hikmet Hebîb, Serokê  Partiya Yekitiya Sûryanî Senherîb Barsûm û nûnerê Misirê SÎhanok Dîba pêk tê û Serokê Partiya Vîna Gel Kadrî Cemîl, li vê derê bi Wezîrê Karê Hûndir Lavrov re hevdîtin kirin.   Di hevdîtinê de, rojevên weke çareseriya krîza Sûriyeyê, hevdîtinên Komîteya Qanûna Bingehîn a li Cenevre dewam dike û alîkariyên mirovî hatin nirxandin.