‘Dewlet veguherî mekanîzmayeke ku şîdet û tecawizê xwedî dike’ 2020-08-28 09:02:16   WAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz bertek nîşanê tahliyekirina Musa Orhan da û got dewlet veguheriye mekanîzmaya ku şîdet û tecawizê xwedî dike. Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan jî got ev nîşan dide ku nêzîkatiya desthilatdariyê ya diparêze wê bidawî nebe.   Jina bi navê Îpek Er a li Sêrtê bi tecawizê re rûbirû hat û di 16’ê Tîrmehê de li Beşêriya Êlihê hewl da întîxar bike, li nexweşxana dihat dermankirin jiyan xwe ji dest da. Der barê mirina wê de bi sûcdariya ‘êrîşa zayendî’ doz hat vekirin û çawîşê pispor Musa Orhan hat girtin lê di 25’ê Tebaxêde hat berdan. Musa Orhan yê li ser bertekan hatibû girtin hefteyek di girtîgehê de ma û hat berdan.   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan der barê tahliyekirina gumanbar de axivîn.   ‘Desthilatdarî hewl dide sazbûne çetewarî ava bike’   Salîhayê destnîşan kir ku di qanûna înfazê ya meha nîsanê de hat derxistin de gumanbarên tecawiz, kuştin û êrîşa zayendî hatin berdan û got: “Hewl didin sazîbûnek çetewarî ava bikin. Avakirina dewletek şîdetê mijara gotinê ye. îro şîdeta li ser jinê bi destê rayedarên dewlet, polîs û leşkeran pêk tê. Bêcezakirina gumanbaran jî ji ber vê ye. Em nikarin li vî welatî behsa daraz û hiqûqê bikin. Em dikarin behsa sazîbûnek çetewarî bikin.”   ‘Yê polîs radestê peywirê kirin wezareta karên navxweşî bû’   Salîhayê her wiha bi lêv kir ku di rojên borî de bi hinceta ku rûpûş bi kar neaniye jinek şîdeta polîsan re rûbirû maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî Musa Orhan hat girtin şûnde bi daxuyaniya Suleyman Soylu xuya bû ku wê bê berdan. di heman demê de polîsê li kolanê şîdet li jinê kiribûn jî bi talîmata wezîrê karê hundir hat radestkirin. Dewlet veguheriye mekanîzmaya ku şîdetê xwedî dike.”   ‘Divê jin bêdeng nemînin’   Salîhayê daxuyakirin ku peymana Stenbolê berpirsyariya dide dewletê û got sedema ji peymanê vekişîn jî ev e ku her tim civakê di bin şîdetê de bihêlin û wiha dawî lê anî: “Şîdeta li hember jinan li Kurdistanê bi awayekî organîzekirî tê meşandin. Parçeyek polîtîka qirkirinê ye. Divê tevgerên jinan li dijî vê bêdeng nemînin.”   ‘Berteka jinan desthilatdarî da zorê’   Muazzez Orhan a HDP’î jî got ev nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember gumanbaran nîşan dide ku wê tiştên tên jiyîn ne yên dawî bin û got: “Suleyman Soylu got birayekî Îpek Er polîs e. Got ‘cenaze, cenazeyê me ye’. Ev jî nîşan dide ku tiştên jinekê jiyaye girîng nabînin. Kampanya û xebatên ku rêxistinên jinan li dijî şîdeta mêr dane destpêkirin di civakê de hişmendiyek ava kir. Di vê demê de TJA’yê, tevgerên jinan yên femînîst li dijî nîqaşên vekişîna ji peymana Stenbolê bertek nîşan dan û vê jî desthilatdarî da zorê. Ev desthilatdariyê nerehet dikin.Em ê li dijî şîdeta dewleta mêr, muxalefeta civakê rêxistin bikin. Em ê li dijî şîdetê kolanan terk nekin û têkoşînê bidominin.”