Leyla Arzu Îlhan: Hêviya me ew e ku piştgirî tenê di gotinan de nemîne 2020-08-27 12:28:42   SILÊMANÎ - Şandeya Diplomasiyê ya Meclîsa Wargeha Penaberan derbarê ambargoya li Mexmûrê de li Silemaniyê bi partiyên siyasî û saziyên civakî re rêzehevdîtin pêk anîn. Endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclîsa Îştarê Leyla Arzû Îlhan, derbarê hevdîtinan de got: "Bersivên hemû sazî û rêxistinan ji bo me erênî bûn û hemûyan jî piştgiriya xwe ji bo me anîn ziman. Hêviya me ew e ku ev piştgiriya aliyên siyasî ne tenê di gotinan de bimine, bikeve pratîkê."    Ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hêj didome. Ji aliyekî vîrûsa koronayê (Covîd-19), aliyek êrîş û aliyek jî amborgo heye. Ev mijarên sereke yên Mexmûrê ne. Ji ber wan sedeman rewşa penaberan di hêla ewlehî, tenduristî û aboriyê de ketiye nava xetere ye. Her wiha nêzîkatî û polîtîkayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) xetereya li ser jiyana penaberan zêde dike.    Ambargoya li Mexmûrê di 17'ê tîrmeha 2019'an de dest pê kir û heta roja îro jî didome. Ji bo rakirina ambargoyê gelek xebat û hevdîtinên siyasî pêk hatin lê heta niha ji bo rakirinê gaveke ber bi çav nehatiye avêtin. Herî dawiyê ji bo rakirina ambargoyê şandeyek li Mexmûrê hat avakirin. Şandeya Diplomasiyê ya Meclîsa Wargeha Penaberan a Mexmûrê li Silêmaniyê bi Rêxistina Geşepêdana Medeniyet (CDO), waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir, Ofîsa parlamentoya Iraqê, Polîtbûroya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê, Dezgeha Mirovî ya Mam, Komela Îslamî ya Kurdistanê, Navenda Pêşxistina Demokrasî û Mafê Mirovan, Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê, Xaça Sor a Navnetewî, Tevgera Azadî û Tora Hevbeş a Rêxistina ku ji 18 rêxistinên civakî yên parastina mafên jinan dike pêk tê, hevdîtin pêk anîn. Her wiha şande di 24'ê mehê de jî li Mala Sohrewerd a li Silêmaniyê têkildarî ambargoyê de semînerek organîze kir û pirsgirêk û zehmetiyên wargehê anîn ziman.    'Me bi gelek kesan re hevdîtin pêk anîn'   Endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclîsa Îştarê Leyla Arzû Îlhan di nava şandeyê de cih digire derbarê hevdîtînên xwe yên Silêmaniyeyê pêk hatî ji ajansa me re nirxand. Leyla, diyar kir ku 13 meh in amborgoyek li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê heye û got: "Ev amborgo ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi taybet bi destê PDK’ê ve hatiye danîn. Her wiha bê mafiya ku li hemberî penaberan tê meşandin bû sedema maxdûriyetên mezin. Me li Silêmaniyê bi saziyên siyasî û civakî re hevdîtin pêk anîn. Me bi kesayet, akademîsyen, mamosteyên zanîngehan re ya ku derbarê doza kurd de xwedî helwestin hevdîtin pêk anîn. Em li ser rakirina amborgoyê rawestiyan."   Di hevdîtinan de daxwaza piştgiriyê hat kirin    Leyla da zanîn ku heta niha hemû hevdîtinên baş derbaz bûne û gihaştina qenetê ku ev amabargoya ku heyî ne biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û mijar wiha şîrovekir: "Biryarek ya partiya PDK’ê û dewleta tirk e û biryarekî siyasi ye. Hemû alîgirên li Sîlêmaniyê di vê mijarê de heman tiştî difikirin. Ji bo vê yekê me ji wana xwest ku derbarê têkoşîna me ya mafdar a gelê Mexmurê de piştgiriya me bikin. Bi vê piştgiriyê em bikarin zextê li partiya PDKê, Neteweyên Yekbûyû û Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ku ev bê mafiya li ser gelê Mexmurê tê pêkanîn ji holê rakin.”   ‘Şêniyên Mexmûrê bedelên gelek giran dan’   Leyla Arzu Îlhan di nirxandinên xwe de bal kişand ser rewşa wargehê û wiha axivî: "Me gelek caran anî ziman ku wargeh ji ber ambargoyê rewşekî dijwar dijî. Ji ber ambargoyê Mexmûrî heta niha bedelên giran didin. Ev ambargoya ji aliyê PDK’ê bi biryara siyasî hatî danîn, wisa dike ku dewleta tirk hêzê bibîne ku êrîşî wargehê bike. Êrîşên ku di demên borî de pêk hatî şêniyên wargehê û bi taybetî jî jin bedelên giran dabûn. Ji zaroka 12 salî bigre heta dayika 72 salî di encama êrîşên hewayî yên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dabûn."   ‘Hikûmeta herêmî û Iraqê divê erka xwe pêk bîne'    Leyla, di axaftina xwe de bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û Netewên Yekbuyî kir ku erk û berpisyartiya xwe ya li hemberî wargehê pêk bînin. Leyla wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji aliyên siyasî û rêxistinên civakî jî daxwaz dikin ku xwedî li dengê me derkevin ku em bikarin li dijî bê mafiya li hemberî wargehê têbikoşîn. Bersivên hemû sazî û rêxistinan ji bo hevdîtinên me erênî bû û hemû jî piştgiriya xwe ji bo me anîn ziman. Hêviya me ew e ku ev piştgiriya aliyên siyasî ne tenê di gotin de bimine, bikeve piratîkê ku em bikarin ev bê mafiya ku li ser gelê wargehê tê meşandin ji holê rabin.”